Dilê min li wir ma

Gelo dibe ku bajarek di nav demeke kin de ewqasî nêzîkê mirov bibe, bajarekî ku heta beriya demekê jî ji mirov re wek yek ji bajarên din ji rêzê bû, çawa dibe ku vedigere serbajarê li ser dilê mirovî? 

Berê jî çûbûm wê derê, berê jî li kolanên wê meşiyabûm, berê jî dengê min tevlî dengê deh hezaran bûbû, lê hemûyan jî bi qasî rojekê dewam kiribûn û ji wir vegeriyabûm. Vê carê destê min ji wir nebû, her cara min hewla vegerê da, leqayê çavên tije hêvî hatim, her cara neçariya min a veqetînê xwe li dilê min kir mêvan, li rastî pîrên sed salî hatim, girîna dergûşan tevlî stranên dengbêj û hunermendan dibû.

Dirûşmên mirovan li ser dîwarên rengîn û bilind yên şaristaniya serdemê olan didan. Avahiyên ji destên herî hosta hatîn lêkirin yên ji cam û camekanan hatîn çêkirin, xwe kerr, kor û lal kiribûn. Şaristaniya ku her carê berê xwe bi aliyekî ve dizivirand û mirovan jî bê rawestan û bi biryar li ber guhên wê bi qêrîn digot û dibiland.

Li konê berxwedêran, di bin dilopan de raketin çawa ye, gava mirov sibê çavên xwe vedike, hew dibîne ku avê daye bin firaxan, ne mesûleke barandina baranê heye da ku mirov gazinên xwe jê bike, ne jî dawiya barana van deran dihê. Hevalek di bin simbêlan re dikene: "Heval, ma çiya çawa ye, çiya? Mane em li serê çiyan jî di vî halî de bûn. Gelek sibehan avê dida bin me, em ji xew hişyar dikirin."

Dibêje û dikene. Çi nakokî ye, çi sosret e ku mirov hinde bi rewşa dijwar jî bikare bikene, mirovên ku ji girînê kenînê diafirînin jî her hal bi tenê di nav vê civakê de peyde dibin. 

Li serê goşeyan notirvanên ciwan hene, çavên wan mîna teyrên baz li derdorê digerin. Ji çi re ne, ev tedbîrên ewlekariyê? Mane, em li welatê şaristaniyê ne, mane em di hembêza saziyên ewlehiyê yên mafên mirovan de dijîn, mane em daxwaza herî mirovî ya bingehîn dikin, nexwe ev çi êrîş in, ev çi rûreşî ye ku li her derê dinê li pey me ye? 

Bersivên van pirsan di nav pirsan bi xwe de ne. Heger mirov piçekî dên û bala xwe bidiyê, mirov bi hêsanî dikare ji hevdu derxîne.

Navê konê xwe kirine Konê Berxwedanê, konê jiyana wekhev, konê parvekirinê, konê azadiyê. Li wir nan û ava xwe, xewn û xeyalên xwe, daxwaz û arezûyên xwe, zanîn û zanyariyên xwe, bi kinahî hebûn û nebûna xwe parve dikin. Li wir jana ku ji hezar salî ve ji wan re mîrate maye li hev par dikin, li wir hêviya siberojeke misogeriya azadiyê sazkar dikin. Navê konê wan ne tenê kon e, ji konê wêdetir wek zanîngeheke perwerdeyê, wek fêrbûna jiyana serî hildanê û hînbûna jiyana di nav mercên dijwar de ye. 

Li wir di nav konê de, li derve, di dema meşê de, di dema xwarinê de û di her demê de jin li ser dikê ne. Yên diqîrin, ew in, yên aram dikin ew in, yên perwerde û amade dikin jî ew in. Li wir hişmendiya: Jin Jiyan Azadî ne tenê di gotinê de ye. Wek rastiyeke bingehîn a jiyanê li ber çavan e. Di her sohbet û axaftinê de bi taybetî navên herdu meclîsên jinan dihên gotin: Meclîsa Jinan a bi navê Zîn a Strasbourgê û Meclîsa Nuda ya Jinan a Freiburgê di vê pêvajoyê de xwedan kedên giran in. Gelek pêdiviyên rojane ji herêma ku bi qasî sed kîlometreyan dûr e, bi destê jinan dihêne çêkirin û li qada çalakiyê bi çalakgeran dihêne gihandin. 

Li wir sûret û çîrokên mirovan dihêne dîtin û gotin. Ji çarhêlên welêt mirovên ku her gav bi dest nakevin li hev kom dibin. Ji Botanê bigire heta bi Torê, ji Serhedê heta Dêrsimê, ji Meletiyê heta Mereşê û li aliyê din jî Rojava, Rojhelat û Başûrî jî tevli enîya berxwedanê ya Kurd û Kurdistanê dibin.

Gelek jin û mêrên ku serpêhatiyên wan di rengê efsaneyan de ne û bi qasî zarokekê jî bi dilnizmî tevdigerin li wê qadê peyda dibin. 

Jina bi navê Fatma Toren gava behsa serpêhatiya xwe dike, mîna ku behsa çûyîna dîlanek yan jî geşt û seyranekê bike, wiha dibêhe Fatmaya ji Ruhayê: "Ez ji salên 1977´an ve di nav vê dozê de me heval. Ev hevalên ku niha wek dil û mêjiyên têkoşînê ne, tev de di mala min re derbas bûne, kurekî min şehîd e, keça min li Reqayê ye, niha ber bi Dêra Zorê ve diçin. Ez 18 salan di zindanê de mam, mêrê min jî ewqasî ma. Bûyera ku herî zêde bandor li min kir jî ev bû. Li zindana Dîlokê jinên faşîst bûn yek û ez dam ber şîşan. Di nav wan de Kurd jî hebûn."

Kêliyên ku ziman di devê mirovî de lal dibe û peyv li ser zimanî dibin çiya jî hene. Lê ew mîna ku behsa bûyereke herî xwezahî bike, dibêje û li aliyê din şanazî û serbilindahiya xwe jî dide hîskirin û gotinên xwe wiha girê dide: "Hîç tiştek nabe heval, em çi jî bikin hindik e. Di riya vî serokî û vê dozê de bi hemû hebûna xwe ve em amade ne, canê me feda ye."