Dîrok di kilaman de veşartiye

ZEYNEP DURGUT

JINNEWS/COLEMÊRG

Li Kurdîstanê ji berê ve xelk êş, komkujî, evîn û şahiya xwe bi klaman anîye ziman û heta roja me ya îro jî ebv jê re bûye rêûresmek. Li Colemêrgê jin ev bi salan e ku li dewatan, bi klaman çanda Kurd li hemberî polîtikayên bişavtinê parastine. Jinên Dengbêj bi derfetên xwe li hemberî polîtikayên qirrkirina çandê radibin.

Her kilam mertalek e

Dengbêj Mûmê Turan diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe heta niha dengbêjiyê dike û got, ”Her jineke Kurd dengbêjek e. Ji berê ve me li gundan li dewatan, şahîyan bi stranan çanda xwe zindî dikir. Berê dawet bi stranên jin û mêran, dihatin kirin. Lê niha li gel bipêşketina teknolojiyê, kevneşopiyên me hatine guhertin. Gundên me vala kirin û xwe li bişavtina çanda Kurd rakirin. Lê negihiştin armanca xwe, ez hîna bi gotina  stranekê jî be li hemberî qirrkirina çandê dibim mertal. Ji bo ku kilam û çanda min bi min nedin jibîrkirin, ez her roj kilaman dibêjim, û li dijî bişavtinê dertêm.”

Xwe ji şirîkatiya bişavtinê vedin 

Dengbêj Werdê Dayan jî dibêje, ”Gelê Kurd ji berê ve bi zilm û zordariya serdestên xwe re rû bi rû maye. Bi valakirina gundên me qirrkirina çandê dest pê kir. Lê ji bo me jinan, rojeke bê kilam mîna êşkenceyê bû. Di wan şert û mercên herî giran de me dîsa jî ti carî dev ji dengbêjiyê berneda. Bi dengekî jî be me ev çanda xwe dewam kir û heta roja me ya îro anî. Dayikên Kurd bi çavên xwe pirr êş û komkujî dîtine û ev komkujî kirine mijara kilamên xwe û ti carî nedane jibîrkirin.”

Ev şîreta dayikên me ye

Dengbêj Nerîman Keskîn jî dibêje, kilam ji wê re hezkirina herî mezin e û wiha dipeyive: ”Ez ê ti carî dev ji gotina kilaman bernedim. Gava ku em li gundan bi dayikên xwe re diçûn dewatan, dayikên me hem stranên govendî hem jî yên dilşewat digotin. Her tim dayikên me şîret li me dikirin ku em xwe hînî dengbêjiyê bikin û piştî wan em destûr nedin ku çanda dengbêjiyê nemîne. Bi rastî ez bi saya dayika xwe hînî dengbêjiyê bûm. Niha bi hewlêdanên bişavtinê dixwazin kilamên me yên berê bidin jibîrkirin. Lê em ti carî destûrê nadin ku çanda me ya Dengbêjiyê bê jibîrkirin.”