Dîroka berxwedanê

Dîroka jinê di heman demê de despêka dîroka mirovahiyê ye. Jin her tim bi hêza xwe bûye bingeha hizirîn, ked û afirandinê. Lê bi destpêkirina pergala baviksalar mafê jinê hemû jê hatin standin û ji xweşikbûnên jiyanê hemûyan bê par hat  hîştin. Di dîrokê de berdêla xwedî derketina li kedê hertim bi êş bû. Mînaka wê ya herî şênber jî 8’ê Adarê ye. Jinan 8’ê Adarê berxwedan û têkoşîn afirand. Jinan ji bo mafên xwe di vê oxirê de gelek berdêl dan û hîn jî didin. Serhatiya vê berxwedanê xwe dispêrê hezarên salan. Ger îro li parzemînên cîhanê hemûyan jin ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin bê guman bi saya vê berxwedanê ye. Baş e, ev jin kîne û çawa têkoşiyane? Yek ji wan jinan Jeanne d’Arq e. Jeanne d’Arq di sedsala 15ʼan de li Fransa li dijî leşkerên Ingilîz, bi lehengî şer dike û li şûna bêhêviyê çanda wêrektî û lehengiyê diafirîne. Olympia de Gouges jî weke parazvana azadîya zayêndî navê xwe li dîrokê nivîsand. Wê di 1784an de dest bi xebata xwe ya nivîsandinê kir û  bi hişmendiya civakî roman, gotarên siyasî, lêkolînên edebî nivîsand û lîstin. Clara Zetkîn bi têkoşîna xwe bû pêşeng û parêzvana mafên jinan. Roza Luxemburg ji ber têkoşîn û fikrên xwe yê sosyalîst li welatê xwe gelek êş û nexweşî dît, sê caran hat girtin lê belê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda. Yek ji berhemên vê rastiya azadiyê jî Sakîne Cansiz ango Sara ye. Wê jî bi têkoşîna xwe ya nîvsedsalekî li dijî tevahî sînorên li zêhn, dil û mejiyê jinan hatibûn ferzkirin şer kir û qîma xwe bi pergala bê edalet neanî. Binevş Agal Bêrîvan li bakurê Kurdistanê, bajarê Cizîra Botan di demeke pir kin de bandoreke gelekî mezin kir. Li hemberî civaka desthilatdar, koletiya hatî ferzkirin bi dehan jinên kurd, agirê azadiyê geşkirin. Belê ji bo ku em weteya 8’ê Adarê îsal bizanibin lazim e ku em vegerin dîroka xwe bê ka em çawa gihane ve rojan. Ji lewma min xwest ez awirê we bi zivirînim ser dîroka jinê ku ji nû de tê nivîsandin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, ‘Dîroka koletiya jinê nehatî nivîsandin û dîroka azadiyê li benda nivîsandinê ye’ Lê jin niha li her qadên jiyanê dîroka xwe dinivîsine û hesap ji pergala mêrê serwer dixwazin. Elbet ev yek bi hêsanî nayên bi destxistin. Ji ber ku em her roj çavê xwe bi nûçe û bûyereke kuştinê ya jinê vedikin. Lê êdî jin ketine ferqa xwebûna xwe. Ti zext û êriş êdî nikarin jinan vegerînin demê berê. Di dîmên çalakiyên jinan yên 8‘ê Adarê de jî careke din îdîa û biryardariya jinan a ji bo azadiyê diyar bû. Tevî qedexeyan hemûyan jî gotin ‘Wê têkoşîna me li qedexeyên wan guhdar neke. Em natirsin û bêdeng nabin û em serê xwe natewînin.’ Ji Şîlî heta Qamişlo ji Afganistanê heta Stenbolê ji Pakistanê heta Amedê jinan bi yek dengî li dijî dagirkerî, kedxwarî, destdirêjî û şîdetê gotin êdî bese û melodiya azadiyê bi hev re gotin