Dîrokçeyeke muzîkjeniya li dawetan

Dawet hêdî hêdî ji meydanên gundan û sikakan derbasî nava salonan bûne û muzîkjenên Kurmanc dawet ji destê Mitirban derxistin. Gelek muzîkjenên Kurmanc ên xurt derketine û li herêmên xwe bi nav û deng in.

Argûn KÎNAS

Beriya ku em bi meseleya muzîkjenên dawetan yên îro dakevin, em behsa wan insanan bikin ku berê weke muzîkjen diçûne dawetan. Beriya salên 1950’î ev muzîkjenên debara xwe bi hunerê xwe dikirin, kêm û zêde perîpatetîk bûn yanî ew kesên ku di nav xelkê de navê Mitirb li wan dihat kirin; erdê wan, terş û talanê wan nînin. Sebeba wê jî ew bû ku muzîk karê Mitirban bû, lê muzîkjenên din hebûn. Herçî ev muzîkjenên din bûn, wan navê Mitirb nedihilda, gund bi gund jî nedigeriyan nediçûn dawetan. Ango karê wan ne muzîkjenî bû; cot dikirin û diçûn ber pezên xwe yan yên xelkê lê dengekî wan ê xweş hebû û gelek caran ji gundiyên xwe re şer û lawik digotin. Di nava hiyerarşiya statuya civakî de muzîkjeniya profesyonel a ji bo dawetan û şahiyan û her wiha li ber sazekê li civatan gotina şeran jî “wezîfa” Mitirban dihat qebûlkirin.

Yên ne Mitirb (bêhtir Kurmanc û lê her wiha Eşîr jî)* ên ku bi wî karî emel dikirin bê îstîsna ji malbatên zêde zêde feqîr bûn. Ji ber wê jî ji bo ku debara xwe bikin wan meseleya statuya Mitirbbûnê jî qebûl dikir, ku civakê ji xwe heta radeyekê bi wî şiklî  bi wan re miamele dikir. Xidirê Omerî wexta ku li bernameya Sîmirê Tavsorkê bûbû mêvanê Ehmedê Huseynî, behsa wê miameleya ku li dawetan li wan dikirin, halo dikir: “Digo va Mitirbê me hatin, haa. Îca me fedî dikir” (06.05.2002).

Piştî salên 1950’î yên ku qaîlbûn bibin Mitirb, piştî wan nifşekî din hat. Û ji wî nifşî re mesele hêdî hêdî guherî. Hingî radyo belav dibûn û weşanên bi Kurdî derketibûn. Pêre pêre jî muzîkjeniyeke din derkete holê. Ew muzîkjenî li bajaran rabû û di nava 10-15 salan de tesîreke mezin li civakê kir. Hunermendên weke Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Zîrek, Aram Tîgran ji wan muzîkjenan in. Bi maneya modern, pêkhatine muzîkeke “popûler” û “neteweyî” (ango li temamê Kurdistanê belav) di nav Kurdan de wilo çêbû. Berî hingî muzîkjen bêtir hêrêmî bûn û yekî li herêmekî gelekî navdar li herêmeke din nedihate naskirin. Herçî meseleyên meşhûrbûna muzîkjenên weke Evdalê Zeynîkê yan jî Miradê Kinê li tevahiya Kurdistanê be, jixwe çîrokan dibêjin. Rastîyeke wilo berî hingî tinebû.

Tercîha jibîrkirina dawetên wan

Tevî ku axlabê wan hunermendan hem diçûne dawetan hem jî ji bo radyoyan qeyd dadigirtin, em wan niha ne bi muzîkjeniya wan a li dawetan lê bi qeydên wan ên ji bo radyoyan an li bantan bi bîr tînin. Sebeba wê xuya ye: Çûyîna dawetan hê weke şuxilê Mitirban dihate hesêb  û ji ber wê ne çalakîyeke bi qedr û qîmet bû. Lê bi wan, Kurdan dît ku muzîkjenî ne tenê Mitirbî ye û weke li cem gelên din, li cem wan jî muzîkjen dikarin xwedî qedr bin. Her wiha ji 1960’î û pê ve tevgerên sîyasî yên Kurd zêde bûn û bi wan re jî hunermendên ku stranên bi mijarên sîyasî digotin, rabûn. Di wê serdemê de muzîkjeniyê maneyên din jî li xwe bar kirin. Gotina stranên sîyasî bû pîvaneke hunermendiyê û di civakê de yên ku stranên sîyasî digotin ji yên ku nedigotin, êdî bêhtir bi qedr bûn.

Berê li ser xelatan û bê bazar bû

Ji hingî û vir ve gelek tişt di nava civaka Kurdistanê de hatine guhertin, lê heta 1990’î muzîkjenên ne Mitirb hê jî zêde zêde nediçûne dawetan. Guhertina mezin piştî wan salan pêk hat. Muzîkjenî berê li ser xelatan bû. Ango, ji aliyê aborî ve, muzîkjenî bi maneya modern “xizmet” nebû. Wextê muzîkjenan li dawetan an li odeyan digot, heqê wan li ser xelatan bû. Yanî xwediyên dawetan an jî odeyan xelat li wan dikirin. Ew bê bazar bû. Yanî bi gotinên muzîkjenên perîpatetîk, yên ku ê xelat li wan bikirana “ew û şerefa wan bû.” Li deverinan jî, muzîkjenên Mitirb tenê li ser şabaşan diçûne dawetan. Piştî 1980’yî ku destheqê şûna xelatan girt, mesela “wezîfabûna muzîkjeniyê” jî tevde rabû. Tenê hingî Kurmanc “bi dilekî (hema hema) rehet” ketine nava vî karî û dest bi çûyîna dawetan kirin.

Kurmanc abora Mitirban xira dikin

Ku em bêne îro, tişta em dibînin gelekî cihê ye. Dawet hêdî hêdî ji meydanên gundan û sikakan derbasî nava salonan bûne û muzîkjenên Kurmanc dawet ji destê Mitirban derxistin. Gelek muzîkjenên Kurmanc ên xurt derketine û li herêmên xwe bi nav û deng in. Ya rastî, meseleyeke din jî di vir de heye. Ekîbên muzîkjenên Kurmanc bi muzîkjeniya xwe ne xurt bin jî (di salên 2013-14’an de li Nisêbînê ekîbên wilo gelek bûn) xwediyên salonan ji Mitirban bêhtir dişandin pey wan. Sebebên wê çendek in: Heta vê dawiyê li Nisêbînê Mitirb bêtir bi kemaçê û orgê diçine dawetan, lê Kurmancan sazên xwe zêde kirin, di ekîbên wan de tembûrvan, daholvan, teblikvan, hwd. hene. Bi ser de jî, muzîkjeniya Mitirban di nav hinên ji nifşên ciwan de weke “gundîtî” tê hesêb, lê ekîbên Kurmanc şûna “bajarîbûn” û “modernbûnê” girtine; yanî ev maneya hanê li wan tê barkirin.

Bi rastî, mesele muzîkjeniya dawetan yeke dijwar e. Bi salan e, Kurmancan Mitirb bi ser hin tiştên din de bi muzîkjeniya wan jî piçûk didît. Ji alîkî ve ew ji Mitirban re avantaj bû: Muzîkjenî di destê wan de dima û tenê di nav xwe de reqabeta hev dikirin. Niha reqabeta ku Kurmanc bi Mitirban re dikin, abora Mitirban xira dike; heta wê tehlûkeyê çêdike ku nema karibin debara xwe bi muzîkjeniyê bikin. Li Nisêbînê, warek maye ku Mitirb lê hê jî xwedî avantaj in. Ew jî kemaçe ye. Kurmancên herêmê hê li kemaçê naxin, lêxistina kemaçê hê eyb û şerm dibînin; ji ber wê jî fedî dikin lêxin. Lê wilo xuya dike ku hindik maye ev avantaj jî ji destê Mitirban biçe. Ev nêzî deh salan e, xortên Êzîdî yên li Elmanyayê dest avêtine kemaçê. Heta niha 30-40 kemaçevan ji nav wan derketine û niha hemî diçine dawetên Êzîdiyan li Ewrûpayê. Ne hewce ye bêjim, berî vê, muzîkjenên perîpatetîk diçûne dawetên wan. Gelek guhertinên ku li nava civaka herêmê pêk hatin, kokên wan ji Kurdên li Ewrûpayê dihat. Heke rêya ku wan xortên Êzîdî vekir, tesîrê li Nisêbînê û derdorê jî bike, ez yeqîn nakim ku Mitirb êdî karibin nanê xwe ji lêxistina kemaçê û çûna dawetan bixwin.

* Di vê nivîsê de Kurmanc bi maneya kesê ne perîpatetîk hatiye bikaranîn. Perîpatetîkên di vê nivîsê de jî ku para bêhtir weke Mitirb hatine binavkirin, bêhtir yên wê devera Torê, hin qismên Beriya Mêrdînê û heta hin deverên Rema û jê û wêde ne. Di nivîsê ev nav jî weke navlêkirinên etnîk bi tîpa destpêkê mezin hat nivîsandin.