Doh da Sedam îro dide Esed

Derket holê ku tevî ambargoyê jî şirketên Elman madeyên kîmyewî yên bi kêra çêkirina sîlehên kîmyewî tên, firotine rejîma Sûriyê. Ev madeyên hanê dikarin ji bo çêkirina gaza sarînê û ya VX bên bikaranîn.

Yanî şirketên Elman ambargoya Yekîtiya Ewrûpayê jî binpê kiriye û di dema şer bi xwe de ev made firotine rejîma Sûrî. Şirketa ji Essenê ya madeyên kîmyewî “Brenntag AG” sala 2014´an bi rêya şirketa xwe ya li Swîsreyê madeyên Îsopropanol û Dîtîlamîn firotin şirketeke dermançêkeriyê ya nêzî rejîma Esed. Belgeyên vê yekê jî li ber destê ARD-Politikmagazin û “Süddeutsche Zeitung”ê bûne.

Dozgeriya Essenê li gorî agahiyan 3 lêpirsînan niha li dijî şirketê bi rê ve dibe. Sedem jî giliyê sê rêxistinên civaka sivîl ên bi navê New Yorker Open Society Justice Initiative, Berliner Syrian Archive û Trial International e. James Goldston ji Open Society Justice Initiative a li New Yorkê dibêje, “Armanca me ew e ku rastî bê ronîkirin.”

Berê jî kiribûn

Elmanyayê salên 1980 û 1990´î jî bi awayekî îsbatkirî madeyên kîmyewî yên bi kêra çêkirina sîlehan tên, firotibûn rejîma Sûriyê. Elmanyayê berê hem teknolojî, hem madeyên kîmyewî û hem jî parçeyên fabrîkayan ji bo çêkirina sîlehên kîmyewî dabûn Sedam Huseyn. Ji ber wê jî bi israr qirrkirina Enfalê ya li dijî Kurdan weke qirrkirin qebûl nake. Di rûniştina li Parlamena Federal a sala 2013´an de jî ji bilî Die Linke (Partiya Çep), nûnerên partiyên din hemûyan bi îhtîmam got, bûyereke nexweş bû, lê gunehê Hikûmeta Federal tê de nebû. Em nizanin ka piştî evqas sal neguherandina qanûnan ji bo astengkirina firotina madeyên bi vî rengî, wê siyasetvanên Elman hîna jî bibêjin, ti gunehê hikûmeta federal nîne.

BERLÎN