Elmanyayê dîsa sîleh dan Tirkiyê

Hikûmeta Elmanyayê, dîsa destûr da firotina çekan a ji bo Tirkiye, Qetar, Emîratên Yekbûyî yên Ereb (EYE) û Misirê. Partiya Çep, bi hinceta ew ê mudaxilê şerê li Lîbyayê bibin li dijî firotina çekan derdikeve.

Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Çep Sevîn Dagdelen, der barê firotina çekan a Elmanyayê de pêşniyar pirs da Meclîsê. Hikumeta Elman, bersiv da pêşniyar pirsa Dagdelen û got: “Wan ji 1’ê Çileya 2020 heya 4’ê Sibatê dest bi firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê, Qetar, EYE û Misirê kiriye.”

NAVENDA NÛÇEYAN