Em Tirkiyeyê red dikin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan, Senherîb Bersûm bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe rabe, zextê li tevahiya aliyan bike ji bo pêkhatina çareseriya siyasî li Sûriyê bi garantoriya NY`yê.

EHMED MIHEMED / ANHA / QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Senherîb Bersûm bûyerên siyasî yên dawî yên Sûriyê, bandora berjewendiyên herêmî û navneteweyî li ser çareseriya aloziyê û mekenîzmeya dûrxistina destwerdana derve nirxandin.

Bersûm destnîşan kir ku destwerdana herêmî û navneteweyî xizmeta gelê Sûriyê û daxwazên wê yên azadî û demokrasiyê nake. Bersûm got, “Siyasetên Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd, tenê siyasetên mêtingerî ne û xizmeta gelê Sûriyê nakin. Berovajî vê, ew azar û aloziyê zêde dike.”

Bersûm li ser meseleya rola civaka navneteweyî jî gotinên xwe wiha dewam kirin: “Ji aliyekî ve civaka navneteweyî, ji aliyê din ve rejîma Sûriyê û hevalbendên wê li dijî destwerdanên Tirkiyeyê bêdeng in. Kiryarên Tirkiyeyê yên li herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrînê ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û navneteweyî pêk tên. Lihevkirinên ku herêmên Sûriyê kirine hedef, yên mîna Astanayê, berjewendiyên Tirkiye, Îran û Rûsyayê li ser hesabê gel û xaka Sûriyê pêk anîn û wan ti çareserî bi xwe re neanî ku xizmeta gelê Sûriyê bike.”

Şikestina DAIŞ´ê têkçûna AKP´ê ye

Bersûm derbarê mijara israra Tirkiyeyê ya ji bo avakirina herêma “ewle” de jî wiha axivî: “Israra Tirkiyeyê ji bo avakirina herêma ewle, wek encama şikestina DAIŞ`ê ye. Ev serketina li dijî DAIŞ´ê tê wateya serketina gel li dijî planên AKP`ê. Her wiha tê wateya têkçûna projeya Tirkiyeyê ya li Sûriyê.”

Li ser herêma ewle ya bi dilê Tirkiyeyê Bersûm axaftina xwe wiha dewam kir: “Herêma ku Tirkiye ji Koalîsyonê dixwaze ku ava bike, bi armanca hêsankirina dagirkirina xaka Sûriyê ye. Me berê teqez kiribû ku em hebûn û rola Tirkiyeyê li herêma ku qala wê tê kirin, red dikin. Tirkiye gelek maf û hiqûqan li herêmên wê dagir kirî de bin pê dike. Li ser gelê herêmê siyaseta asîmlasyon, mêtingerî û koçberkirinê dide meşandin. Ji gelê Sûriyê û tevahiya aliyên opozîsyonê tê xwestin ku li hemberî siyasetên Tirkiyeyê yên mêtingeriyê bisekinin.”

Bi pêkanîna biyarên navneteweyî

Bersûm bandora hevpeymanên di nabera Tirkiye û Rûsyayê de û nakokiyên di navbera Tirkiye-Emerîka-NATO’yê de, li ser Sûriyê wiha nirxandin: “Tirkiye hewl dide bi rêya têkiliyên xwe yên bi NATO`yê re ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve bi Rûsyayê re mîna lihevkirina Astanayê, sûdê wergire. Her wiha Tirkiyê bi rêya vê siyasetê û projeyên bi her du aliyên Rûsî û Emerîkî re hewl dide desteketiyan li ser hesabê gel bi dest bixe.

Lê Amerîka û Rûsya ji siyasetên Tirkiyeyê yên dualî ne razî ne, heta gelê Tirk jî ne razî ye. Mueyîdeyên Emerîkî, serhildana gelê Tirk, partiyên siyasî û têkçûna AKP`ê di hilbijartinên herêmî de bibinketina vê siyasetê nîşan didin.”

Bersûm teqez kir ku Tirkiye derbasî rewşeke aloz bûye û wiha pê de çû: “Dê bi awayekî yekser bandorê li Sûriyê bike. Ji ber ku Tirkiyê hewl dide bi rêya siyasetên xwe yên li Sûriyê aloziya xwe ya hundirîn û aborî veguhêze derveyî sînorên xwe.”

Bersûm li ser siberoja Sûriyê jî wiha peyivî: “Rewşa Sûriyê li gel ewqas destwerdanên herêmî û navdewletî girêktir dibe û li pêşiya çareseriya siyasî gelek astengî hene.”

Di dawiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan, Senherîb Bersûm got, “Em bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li tevahiya aliyan bikin da ku bi garantoriya NY’yê çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bibînin. Aloziyê bi pêkanîna biryarên navneteweyî çareser bikin.”