Êrişên dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê

Êrîşên vê dawiyê yên dewleta Tirkiyê li ser Kobanê çiyayên Şengalê û kampa şehîd Rustem Cudî li Mexmûrê herî dawî li ser seyrangeha Kunemasî a Şarbajar ya girêdayî bajarê Silêmaniyê ye, û hin deverên din, bi armanca tinekirin û têkbirina îradeya gelê Kurd e. Jixwe dewleta Tirk bi serkêşiya serçete Erdogan, li hemberî yekîtî û tifaqa Kurdan çavsor bûye.
Di demekê de hêz û aliyên Kurdî li Rojava ber bi yekîtiyê ve diçin, êrişên dewleta Tirk jî dijwartir dibin. Dewleta Tirk a dagirker ku bi kirinên xwe yên bi giyanê nijadperstiyê perwerde bûye, ti sînoran û zagonan nasnake. Li dijî gelê Kurd, li dijî vîn û îrada wî ye. Jixwe dewleta Tirk a dagirker bi çavnebarî her ku partî û hêzên Kurdî nêzî hev dibin ew dest bi êrîşan dike. Êrişa herî dawî li Silêmaniyê li devera Kunemasî bû ku di encamê de 3 kes şehîd bûn. Di nava qurbaniyan de zarok jî hebûn. Lê heger em bi awirekî lezgîn vê şîrove bikin, em ê vê dest nîşan bikin; ev êriş di wê demê de pêk hatin, dema ku Rayedarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û rêveberên ji Hêzên Sûrya Demoqratîk (QSD) pêwendî danî bûn. Ev jî peyama serçete Erdogan a ji bo rayedarên (YNK) û hemî tevgera Kurdî ya xwedan îrade bû.
Dewleta Tirk, bi şerekî nû û qonaxeke xeternak dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne. Wan dûrî mafê jiyanê bike. Bi hemî awayan Kurdan bê maf bihêle. Yanî bi gotineke din Kurdan bê îrade bike.
Jixwe wek min di serî de gotî ev êriş ji despêka pêşkeftina di diyalogên Kurd-Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê, ev êrîş pêk hatin. Dewleta Tirk hewl dide ku bi hemî hêza xwe van nêzîktiyan bi tundî û bi hemî teknîka xwe ya pêşketî vê yekîtiya Kurdan hilweşîne.
Li milê din ev êrişên qirkirinê ku hê jî ji bo têkbirina îradeya Kurdan û rêveberiya wan di rojevê de ye, di bin çavdêriya gelek hêz û dewletên cîhanê de pêk tê. Pirsa ku em hemî ji xwe dikin ev e; li hemberî van êrişan dewletên pêwendîdarî mijarê çima bêdeng in? Ya rastî ev bi tena xwe bêwijdanî û bêaxlaqiya van dewlet û hêza ye.
Li vir heger em bi çavekî kûr mijarê şirove bikin û li ser van êrişan rawestin ku dewleta Tirkiyê naha dest pê dike di qonaxeke herî metirsîdar de ye, ma bi rastî kes nikare ji Erdogan re bêje di hedê xwe de raweste?
Li hemî herêman û deveran yên ku dike armanca bombardûmana xwe, sivîl dibin hedef û zirareke mezin digihîje welatiyên li wan deveran.
Di êrişa 23ʼê Hezîranî ya li Helenca Kobanî de xaniyeke sivîl hedef bû û tê de hejmareke jin şehîd bûn û di nava wan de ew jinên ku ji bo parastina jinê û mafên xwe yên demokratîk têdikoşin hebûn.
Li vir Erdogan û hevalbendên xwe rûyê xwe yê tijî nijadperestî nişanî cihanê didin û kîna xwe ya li hemberî jinê eşker dikin. Heger em van bûyeran şîrove bikin, bi taybet a gundê Helencê, em ê bibêjin, ev bûyer ne cuda ye ji ya ku di destpêka sala 2013an de li Parîsê li dijî sê çalakvanên jin pêk hat. Di heman demê de ev tirsa dewleta Tirk ji rêxistina jinê û îradeya wê ya azad e. Têkoşîn û rola wê di şoreşa demokratîk de vê tirsê li cem Erdogan û dewleta wî peyda dike.
Dewleta Tirk ji ber şerê xwe yê qirkirinê û îlankirina li hemû herêman bi taybet li dijî gelê Kurd, dixwaze ji tevahiya cîhanê re bêje ku wê biryara gurkirina şer daye.
Vê dorpêçkirina metirsîdar xetereyê dide her tiştê li Rojhilata Navîn û tevahî dinyayê. Ji bo nimûne tişta ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê diqewime nîşaneyên vê yekê ne.
Her weha dewleta Tirk hemî zagon û perensîbên exlaqî binpê dike, sînorên welatan derbas û dagir dike. Heman tiştî ne tenê li Sûrî û Lîbyayê, hewildanên wê yên bi heman rengî li Misrê û hetta li Afrîka jî hene.
Dewlet Tirk bi van êrişên xwe yên qirkirinê hewl dide ku herêmê bi temamî bixe kontrola xwe. Lê wê ev tenê ji bo Erdogan be û wê bi ser nexe.
Erdogan di dîroka xwe de ji hemû astên dîktatoriyê derbas kiriye û bi vî rengî ew ê ji dunyayê re eşkere û piştrast bibe ku dawiya wî wê dawiyek xerab be.