Êrişî rojnamevanê Kurd kirin

Faşîstên Tirk li Viyanayê şemiya bihurî bi şev êriş birine ser rojnamevanekî Kurd û ew birîndar kirine. Li gorî nûçeya orf.at’yê di dema çalakiya li dijî faşîstên Tirk ti bûyer neqewimiye, lê belê piştî çalakiyê êrişek çêbûye. Li gorî nûçeya behsa wê kirî, rojnamevanê Kurd Nurettin Civandag gava ku ji xwepêşandana li Favoriten a li Viyanayê vedigeriya mala xwe , gelek kesan bi hev re êriş biriye ser wî. Polêsê Viyanayê jî êriş piştrast kir û got, ew lêpirsînê dikin. Polês got êrişkar gelek kes bûne –qederê 30-35 kesan – û ji ber ku sûc siyasî ye, saziya parastina destûrê ketiye dewrê. Nurettin Civandag ji ber derbên xwarî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Polês dibêje, hîna ne diyar e ka ciwanên Tirk ên êrişkar ji komeke diyar a weke Gurên Boz in yan na; lê navê wan çi dibe bila bibe, faşîstên Tirk ji êrişê berpirsiyar xuya dikin.
Nurettin Ciwandag ji destpêkê ve nûçeyên xwepêşandanên li Favoriten a Viyanayê di kanala xwe ya înternetê ya bi navê Wien TV de didan. Li ser hesabê kanalê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, “em hêvî dikin êrişkar zû bên girtin” û ji bo vê jî vîdeoyeke 20 deqîqeyan a ku Nurettin Civandag girtibû hat weşandin, bi hêviya ku êrişkar li ser vîdeo bên naskirin. VIYANA