Eytanê

 Çar pênc caran li hawîrdora xwe meyzand tivîlkê, serê wê bi kîjan alî ve diçû hema sûkra wê jî bi pê re dizîvirî. Ji nişka ve, weke ku tirsahabe kire firrîn û çû. Dengê firrîna wê hate guhê Eytanê.

Nûcîhan HÊZA

-Keça min ka wan şimikên limêjê bide dest min.

Dengê wê nizm bû, heçku ji xwe re diştexilî. Bi vê gotinê re jinikê devlingê kirasê xwe hinekî dî bi hewa xist. Her du kevîkên çarika xwe ya spî xiste pişta gûhê xwe. Ji bêvila wê û ji hinarokên wê ya sorik dilopên avê diherikîn; bi destê xwe yê rastê ava li ser wechê xwe paqij kir. Serê xwe ji ber deriyê hemamê, ber bi odeyê ve dirêj kir;

-Eytanê, wa Eytanêê!

Dengê wê hinekî dî bilintir bûbû. Ji metbexê dengê xirexirekê hate guhê wê, lê pêjna kesî nehat.

-Estaxfirulla, estaxfirulla… Rebbê alemê hefza me ji ya mezintir bike.

Di ber xwe de, fena minminekê çend gotinên wilo kirin. Dît ku pora wê di ber çarikê re derketiye. Çarika xwe jê kir û kevîka çarika xwe kire devê xwe. Lastîka xwe ya spîçolkî ku li ser pora wê jidandî, bi destê xwe yê rastê derxist. Pora xwe ya ji nîvî bêhtir spî (Xwedê dizane ku ji mêj ve hene nekeribû) bi her du destan li ber qemçika xwe kom kir; ew lastîka xwe ya spîçolkî dîsa li pora xwe bada û çarika xwe li serê xwe pêça.

Vê carê bi dengekî hê bilindtir bang kir;

-Keçê Eytanê, lawo ez li hêviya te me. Hey la agir bi dijminê te ketê! Hema carê ji ber xwe ve bîra tiştan bibin.Ma qey her gavê em ê şîretan li we bikin.

Hê xebera wê di devê wê de,dengekî ziravok û melûl ji metbexê hat;

-Va hatim yadêpîrê. Xaltîka Fatîmayê beroşa me ya bafûnî xwestibû, gote ez ê mehîrê çêkim, min ew dayê.

-Ê de bera be.De ka lawo,de ka bilezêne..

Hê wilo, di destê wê de tevî cohtek şimikê şînik û lastîkî ber bi hamamê ve hat Eytanê. Di bin etekê wê yê qehweyî de ku heta bi gwîzeka wê xwe diberda, bêcemeyê wê yê pembayî xuya dikir. Her du milên xwe ber bi pêşiya xwe ve qof kiribûn. Di bin fanêreyê wê yê penyeyî, xemrî û fireh de sîngê wê weke du xarikan hema hema xuya dikirin. Kezîka wê ya reş ku xweşik hatibû hunandin, ji ser milê wê yê çepê ber bi jêr ve xwe berdabû. Lêvên wê yên ziravok terikîbûn, sor dikirin. Sê çar pirzik li êniya wê xuya dikirin, yek jê jî bi xwînî bûbû. Çavikên wê yên hûrik û qehweyî melûl melûl bûn. Bi carekê xwe tewand ku şimikên limêje deynê ber lingê yadêpîra xwe;

-Ha va ye yadêpîrê!

Yadêpîrê lingên xwe yên şil, dikir ku têxe şimikan;

-Ma keçka min, hewce ye ku ez her car bêjim te? Hema carê ku te dît ez destilmêj digirim, bê çipûçip û here şimikên min bêne devê derî. Yadê qubanê, ma ne tu êdî ne biçûk î; tu kamil î.

Keçikê dengê xwe nekir, ti tişt negot, mehdê xwe jî tirş nekir; hema wilo bê his û bê deng li pîrika xwe guhdarî dikir. Na na, guhdarî nedikir, hew li nav çavê pîrika xwe dimeyzand. Pîrika wê çima her gav heman tişt digotin?

Heta ku pîrika wê gotinên xwe qedandin, ew jî çû wê odeya ku somya lê.

Wexta ku bi hêdîka çû ser somyayê, hema zîqzîqek ji textixên wê hat. Heta ku her du kabokên xwe ber bi zikê xwe ve kişandin, her du çengên xwe li dora kabokên xwe zîvirandin û serê xwe danî ser kabokên xwe, dengê zîqzîqê dewam kir. Berê xwe da ber şibakeyê. Şibakeyek girtî bû, yek jê jî li piştê vekirîbû û perdeyeke spî li pişt şibakaya vekirî kom kirîbû. Di şibakeya vekirî re çavê wê li dara gwîzê ket. Dengê wîçewîça çûkekê jî dihat; dibe ku ne çûkek be, du an jî sê… Çavê xwe li gwîzan gerand, qaşûlên wan hê jî şîn bûn. Gwîzeke cêwî hate ber çavê wê, bişirî. Wexta ku zaro bûn, ew gwîzên ku du an sê bi hev ve bûn ji wan re digotin ‘Gwîzên cêwî’. Çiqa kêfa wan dihat ,wexta ku gwîzên cêwî didîtin. Nexasim wexta ku sê gwîzên bi hev ve didîtin ji eşqa difirin, ew û hevala xwe Esmakê. Lê êdî ne zaro bûn; pîrika wê wilo digot. Bi carekê dengê pispista pîrika wê hate guhê wê;

-Siphanalla, siphanalla, siphanallahh. Rebbil ‘ezîm.

“Xwezî nihakê ez ne di sinifa 7’an de bûma; me yê xeta bilîstana bi Esmakê re” digot di dilê xwe de Eytanê. Lê na, nabe. Ma ne pîrika wê digot, tu êdî kamil bûyî. Heke li derve bilîsta yê xelkê bigota bavê wê nîne, li derve ewaretiyan dike. Dîsa pispista pîrika wê hate guhê wê;

-La îllaha îllalah, Muhammed Resurullah. Estaxfirulla estaxfirulla…

Tiştekî, xwe li cama wê şibakaya girtî xist, hema hema dengê wê hat. Eytanê berê xwe da aliyê şibakeya girtî. Tivîlk… Tivîlkeke reşik. Na, ne tenê reş; dûvikê wê spî. Çar pênc caran li hawîrdora xwe meyzand tivîlkê, serê wê bi kîjan alî ve diçû hema sûkra wê jî bi pê re dizîvirî. Ji nişka ve, weke ku tirsahabe kire firrîn û çû. Dengê firrîna wê hate guhê Eytanê. Qederekê, hema wilo çavên wê li dû tivîlkê man. Piştre dîsa çavê wê çûn ser dara gwîzê; lê şewqa tavikê li ser darê çûbû. Wîçewîça çûkan, belkî jî çûkê, firk bûbû. “Xwezî nihakê di sinifa 5’an de bûma; ez ê çûbana serê dara gwîzê” ji xwe re digot Eytanê. Lê na, nabe. Ma ne pîrika wê digot, heke ji darê bikeve yê keçkaniya wê jî xera bibe. Yê xelkê jî bigota bavê wê nîne û nizam çi… Ma qey keçikên kamilbûyî qet diçin ser darê? Na!

-Ya rebbê ‘alemê, tu hefza me ji neqancan bike, tu me neke direka bêbavan, bêbextan.Ya rebbî tu me hefz bike…

Bi dengê pîrika xwe, ji cihê xwe hindikî lebitîbû Eytanê. Lê dîsa jî serê wê li ser kabokên wê bû. Dizanî hê diayên wê neqediyane, hê jê re heye. Na na, ne diayên xwe; hewarên xwe. Ma ne pîrika wê digot, diayên kezebşewitiyan nînin, hewarên wan hene.

-Hewara min li te ye ya Xwedayê mino, bi xatirê peyxemberê Resûlullah, ehlê Xwedê! Tu ji sersebeban re nehêlê, xwîna çavreşê min li erdê nemêne.Ya Şêx Evdilaqadirê Geylanî, ya Xoceyê Xizir, herin ricayê ji Xwedayê min re ku heqê me li dijminê bavê Eytanka min nemêne. Waa Eytanê! Keçê lawo, bavê te pêlawan bû, çawa wan şîrheraman ew kirin bin erdê?

Dengê pîrika wê kelogirî bûbû.

-Ew bejna bilind xistin bin axa sar. Axa sar… Ew çavên reş wenda bûn keçê Eytanê! Ya Xwedayê mino, ya Rebbê ‘alemê tu dengê hewara min bike, tu heqê me ji zaliman re nehêle.

Dengê giriyê pîrika xwe bihîst Eytanê, weke wan rojên dî. Ew ji cihê xwe nelebitîbû, hê jî serê wê li ser kabokên wê, çavên wê li dara gwîzê. Carekê weke pistepistekê ji devê wê pekî;

-Bes, bess…

-Ma çi sûncê berxê min hebû? Ya Xwedayê mezin, tu dengê hewara min bike, heqê me nehêle, çawa ku kezaba min şewitî tu kezaba wan jî bişewitêne. Negihijta miradê xwe berxê diya xwe. Keçê waa Eytanê, lawo bavê te pêlawan bû, nestêleh bû! Ya Resûlê Ekrem here hewara min, bera xwîna berxê min li erdê nemêne.

Çavên Eytanê li dara gwîzê, serê wê li ser kabokên wê. Wilo hêdî hêdî dihejand serê xwe. Di neqeba lêvên wê yên terikî de pistepisteke hûrik hebû, weke hilmeke ku hema bêj nedihat bihîstin;

-Bes, bes, bes, bess…

Dengê pîrika wê qut bû. Bayekî nermik xwe li wechê wê xist, biska wê ya reş û dirêj hat ser çavê wê; lê neediland. Çembilê şibakeyê hêdîka li dîwêr ket, dengê wê kir. Bayekî dî xwe li bedana wê pêça, wek ku hînkayiyek hîs kir. Lerizî..

-Bess…

Serê wê li ser kabokên wê, çavên wê li dara gwîzê. Bawerzînekê bêhna dara gwîzê anî ber bêvila wê; bêhn kir, bêhn kir… Keserek berda, bêyî ku zanibe keser çi ye.

…..

-Ya rebbî hezar bar şikir ji te re… Eytanê, rabe lawo rab! De ka em kara şîva xwe bikin.

Dengê pîrika wê ne bi girî bû, ne jî bi kelogirî; ne bilind bû ne jî nizm bû. Hew zelal bû. Tu dibê qey, ew dengê wê yê hewarî wenda bûbû.

Ma gelo hewarên wê gihiştin Xwedê?