Ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim

Gerîlaya HPG´ê Zehra Eryilmaz li herêma Mûşê Şenyaylayê di şerê bi artêşa dagirker a Tirk re jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wê Kudsiye Eryılmaz ji ber ku cenazeyê keça wê nadine, da xuyakirin ku ew ê dest bi greva biçîbûnê bike. Kudsiye Eryilmazê got, êşkence li cenazeyê keça wê hatibû kirin û wiha peyivî: “Ez çûm morgê, gava min devê turikî vekir, min keça xwe nas nekir. Êşkence li cenazeyê keça min kiribûn. Mirov hinekî hemberî miriyan bi ihtîram dibe. 

 AMED