Ez jî namzed im!..

Di van rojên ku ji bo hilbijartinên 2015´an namzêd ketine rêzê de, min jî biryar da ku bibim namzêd…  Baş dizanim ku eşkere kirina namzêdiya min reytingan nake; lê di çarçoveya medya alternatîf û enformasyona civakî de wê bandorekê bike. Bêyî ku gotinên retorîk bikar bînim, hevokên reklamê bikarbînin, sloganan biqîrim, namzêdiya min wê deng vedê. 

Ez jî namzêd im!…  Lê ne di partiyeke siyasî de,  di eniya medya alternatîf de… Medya alternatîf, pêvejoya “enformasyona civakî” zemt kiriye. Lê tenê enformasyon têra bersiva “şoreşa gel” nake. Ji ber ku  “medya fezlekê” jî pîvan û radeya demagojî zêde kiriye.

Di van rojên ku rûpelên HAWARA KOBANÊ, di çapxaneya dijîtal de li pey hev dibine şelîpan;  di parlamenên welatên Ewropa de qedexeya li ser PKKê dengeya mêjiyê desthilatdariyên Ewropa serûbinî hev dike; eşkere bû ku cûdatiya doh, bandorê li îro dike. Cûdatiya doh, Koban e!… Rastiya îro jî Şingal e!… 

Ez jî namzêd im!…  Namzêdiya min ji bo sosyo-polîtîk,  dîtin û kifşkirina cûdatiya dengeya navbera doh û îro ye.  Dema ku Ocalan fêrbûna felsefê pêşniyazî siyasetmedarên Kurd dikir, ev rastî  dianî ziman. Namzêdiya min jî rastiya vê cudatiyê ye…  Eger cudatiya doh û îro neyê kifşkirin, sibe nayê  dîtin. 

Ez jî namzêd im!… Divê  labîrentên dîroka Kurd, edebiyat û demokrasiya Kurd,  bi ferhenga Kurd, (ne reqik û kêvjal) û ferîştehiya hogicên ku “metafizîka Kurd” dinivîsîn, werê dagirtin. 

Ez jî namzêd im!… Di nava namzêdên dewleta AKPê de, êdî   baskên leviathanên nû derdikevine holê. Baskên nû yên  îdeolojiya dewletê yanî. Li hemberî nosyona nû ya îdeolojiya dewleta AKPê,  muxalafetek xurt a felsefîk, îdeolojîk lazim e!.. 

Ronakkirina civakan, demê digire û gihiştina mirovên ronesansê ne hêsa ye… Lewra, her biwêja ku ji dîtin û hişmendiya Ocalan werê vegotin,  wê kefika mîzêna ronîkirina civakê,  bi hêz bike.  Ocalan bû hawariyê ku demokrasiya   parçekirî, ji mirinê rizgar bike. Îro demokrasiya yekpare û rast tê axaftin. Ji Eflatun û Arîsto, ji sîteyan  ber bi bajarvaniyê giha derguşa şaristaniyê;  di şerê 40 salî û encama şerê sêyemîn yê cîhanê de, ji Magna Carta zêdetir,  “Fermana Mezin ya Azadiya Gelan” derkete holê. Nûnerên Suryaniyan birin parlamena Tirkiyê… Yekemîn car (piştî 1923´an) li parlamena Tirkiyê navê Kurd û Kurdistanê û zimanê Kurdî hate axaftin û di belgeyan de cih girt.  

Ez jî namzêdim!..  Dewşirmeyên xwe wek Kurd (!) didane xuya kirin û wek “gula ekranên dewleta AKPê”  şabaşvaniya “erêniya şaşiyan” dikirin zêde bûne.  Van kesên ku rojekê di  pratîka civakî de cih negirtin; di afûr û nafûra li çar parçeyên Kurdistanê de, keysa xwe xerab nekirin; îro jî namzêdên parlamenteriya AKPê ne.  

Yek rastiya Kurd heye û yek rastiya  dagirkeran heye. Rastiya Kurdan azadî û enformasyona civakî ye; ya dijmin jî dagirkerî  û negatîf enformasyon e…  Rastiyên li hundir û derve hesab nakim û îlan dikim ku ez namzêdê rastiya Kurd im, dixwazim  di “Parlamentoya Civaka Kurd” werim bijartin… 

Dibêjin, aktorên civakî, berî biryarê bidin  du caran  bi xwe dişêwirin; kes nebe jî bi kumê xwe dişêwirin; ez du caran bi xwe şêwirîm, bêyî ku rexne û reşkirinên zikêşî-kumreşî bikim kefikên mîzênê, wek sunda ciwanên ku  “metafîzîka KurdKurd dinivîsin” dubare dikin, biryara xwe dubare dikim û namzêdiya xwe ji bo “parlamenteriya civaka Kurd” îlan dikim. 

Ez nabêjim “ev quloçê kesekî”,  lê ji bo pêşbaziya  sosyo-polîtîk  û kolektîvîzma rastiya civakî  va ye meydan.