Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê

Cîhana helbestavanê Kurd Ehmedê Huseynî di warê xwendin û nivîsandinê de heta radeyekê em dikarin bibêjin ew cîhana afirêneriyê û berhemdariyê ye, her wiha ew di warê şêwe û danasîna helbesta rasteqîn de bi taybet xwendin û nivîsandina helbesta kurmanciyê de xwedî rengekî teybet û cîhaneke servekirî ye.
Li vir, dema em bi vê cîhana qalkirî dadikevin helbet wê navê Ehmed Huseynî were bîra me.
Ehmed Huseynî di ragihandina xwe ya wêjeyî de û di velerzîna danasîna helbestê de ew xwedan cihana xwe ya taybet a di bin asîmanê wî yê servekirî de û di asoyên wî yê bilind de bi pênûs û tiliyên xwe vejandina xalên veşartî ji me re îro radigihîne û li ber çavan ronî û zelal dike.
Ehmed Huseynî di helbesta xwe de me digihîne asta şaristanî û bejna hişiyariya bi hişmendiya rewşenbîriya îro û me dibe wê nasnameya me ya winda. Tevî hin xalên rewşenbîrî, helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî bi hiş, bîr û bûçûn, lêger û nasname, xeyal û afirandina giyanê rewşenbîrî me dibe hembêza peyvan û derbasî dilê danasîna helbestê dike.
Di vê çarçoveyê de!
Pirr pêwist e ku di nava danehev û danasîna hin ji pirsên me yê ku li keviya dîroka wêjeyê dereng mane; a rast ku ew xalên em behsê dikin paşguh bûne, ev pirrs divê di hin waran de û di hin qonaxan de bersiva wan bêne dayîn, ya herî girîng wê hêdî hemî ferheng û pirtûkên di vî warî de li ber şîrove û bersivên Huseynî werin ronîkirin.
Helbestvan Ehmedê Huseynî di xebat û ezmûna xwe de me dibe cîhana helbesta rasteqîn a ku em lê digerin, her wiha me davêje ser şop û sîbera peyvê, rol û misyona rewşenbîriya Kurdî (Kurmancî) li ser baskên xwe me bi erk û wijdan derbasî dilê rewşenbîriya resen dike.
Lê tişta balkêş a di ezmûna Huseynî re derbas dibe, weke serencam di naverokên rêzimanî û hin ji taybetmendiyên girêdayî helbestê hene, ku ew jî di nava helbesta Huseynî de bi cî dibin.
Li vir, Ehmed Huseynî dema ku dibêje xwe bixwînin û xwe nas bikin, wê demê gerek em ji bîr nekin ku weke rewşenbîr êdî em bikaribin ji hin çewtiyên xwe yê heta radeyekê bi me ve bûn nasname jê dûr bikevin. Ma gelo helbestvanî tenê hest nivîsandine û xeyal hûnandine? Yan helbest êşnameya peyvê û lêgerîna wijdan û zeftkirina giyanê wêjeya windaye?
Di nav ezmûn û xebatên Ehmed Huseynî de ev bîr ramanên wî wek gelek serencaman di nav naveroka lêkolîn û di nava geşta wî ya helbestê de em ê bigihîjin rawestgeh û îstegeha wêjeya ku em lê digerin.
Li vir dema em di nava daneheva Huseynî re geşta xwe ya rewşenbîrî bi cî bînin wê demê em ê bikaribin ji çewtiyên xwe rizgar bibin û dûrî wê nasnameya sexte bikevin û ji çewtiyan azad bibin.
Li milê din, dema em wek despêk hin gavan bavêjin, wek serencam li hin ji xalan serwext bibin, wek lêkolîn em xwe vekolin, û wek nasandin û naskirin em xwe nas bikin. Em ê êdî mebesta Huseynî di warê dîrok û teoriya helbestê de bilind binirxînin.