Facebook çima Kurdan sansûr dike!

Sarah Glynn a ku endama Scottish Solidarity with Kurdistan (Piştevaniya Skoçî ya bi Kurdistanê re) pisa, ka çima Facebook Kurdan sansûr dike, ji xwe dike û bersiva wê dide bi gotareke xwe. Gotara ku li ser platforma azad a bi navê CommonSpace de weşandî, îşaret bi wê yekê dike ku Facebook bi awayekî sîstematîk wan hesaban digire, ceza dike ku dixwazin rejîma Tirkiyeyê ya otorîter ji ber sûcên xwe hesab bide.

Ew dibêje, beriya bi demeke kurt hesabê wê jî hatiye astengkirin, û yên gelekên din ku piştevahiya Kurdistanê dikin jî bi vî rengî yan hatiye astengkirin yan jî betal kirin û got, tişta ku Facebook jê re dibêje, “binpêkirina standartên cemaeta me” ya rastî tenê “parvekirina wan wêneyan e ku rûyekî divê neyê nîşandan li ser wan heye, ev jî rûyê lîderê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Glynn dibêje, Facebook vê qedexe û tepisandina xwe ya li dijî aktîvîstên Kurd û piştevanên Kurd bi peyva Kurd bi dewletan rewa dike û ne xema wê ye ka ev dewlet çiqasî otorîter û zilm in.

Ew bi bîr dixe ku Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê par lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ku PKK´ê jî dihewîne, di biwara PKK´ê de ji sala 2014´an heta 2018´an betal kiriye. Ew biryara dadgeheke Belçîkayê ya ku tohmeta terorîzmê li dijî PKK´ê red dike û PKK´ê weke aliyê şer bi nav dike ji bîr nake, û dibêje, “Li nava Tirkiyeyê çapemenî û rojnamevanbi hişkî hatine astengkirin, Tirkiyeyê Wikipedia jî qedexe kiriye. Facebook wan naverok û hesabên ku li qanûnên Tirkiyeyê nayên yên ku giliyên wan tê kirin, dikare qedexe bike û jixwe dike jî.”

Berê me dan otosansûrê

Glynn meqaleya xwe wiha bi dawî dike: “Qewmînên pêşverû yên ku Abdullah Ocalan îlhama wan e û reaksiyona faşîst a hikûmeta Tirk, hin encamên tesîrê li me hemûyan dikin, derdixin holê. Lê ew pirr kêm di çapemeniya mainstream de tê nîşandan.Ya ku weke medyaya me ya alternatîf a civakî hatibû nîşandan jî niha îsbat kir ku ew pêlîstoka heman berjewendiyên elît e.

Êdî me dest bi otosansûrê jî kir. Ez ji Commonspaceê dixwazim ku wêneyekî ji bo vê gotarê bikar neîne ku Ocalan li ser xuya be, heta li ser alayekîê yan jî T-shirtekî jî; ji ber ku ez dixwazim karibim li ser Facebookê parve bikim.”

GLASGOW