Faşîzm û civak

Bi Erdogan re, hişmendiya li Tirkiyê rawestiya ye, civakek kor, sifir caw derketiye holê. Gotina “her Tirk esker tê cîhanê” derkete pêş. Esker îzolekirina ji nirxên civakî ye. Ev hişmendiya anakronîzmê ye û civakek paşverû-bawerhişk e. Erdogan jî xeşîm e, nezan e, wek hemû dîktatoran, civak bi biwêj, hest, rant û tirsê dorpêç kiriye. Diktatorî jî, empozekirina faşîzmê ye.

Faşîzma Erdogan, ji ya dîktatorên cîhanê cûdatir e. Ber bi faşîzma Hitler ve diçe, hinekî Saddamwarî ye. Hitler, ne malbata xwe, nifşê serdest diparast. Saddam malbata xwe diparast. Erdogan jî, malbata xwe diparêze. Malbata her dîktatorî talanger û kujer e. Erdogan, ji bo vê jî şer kûr dike û fereh dike. Şer, êriş, kuştin, teror, wêrankirin û xwîn, bûye zirxê desthilatdariya Erdogan. 

Erdogan, ne mirovekî bi aqil e. Di tevahiya jiyana wî ya siyasî de, di tevahiya axaftinên wî de, aqilmendî, hişmendî, qendîtî nîne. Felsefe hîç nîne. Li ser îdeolojiya Ittîhadiyan rûniştiye, hinekî ji Moxolan, hinek ji Osmaniyan, hinek ji îttîhadiyan, hinek ji ixwaniyan, hinek ji Îslamê girtiye; çirav û teqanek anakronîst derxistiye holê. Digevize, civaka Tirkiyê jî bi xwe re digevizîne. Qeşmerên li ser pêpelukên qesrê û kursiya ku di hevdîtinan de bikar tîne, nîşaniyên vê ne. Di axaftinên wî de, aştî nîne, xêr nîne, êrişker e, teror heye û şer jî, êrişkeriyê jî bi navê Xwedayê Mezin dike. Bûye şûrê Xweda… Di her axaftinê de, dixwaze Emerîka û YE jî di nav de, tevahiya cîhanê weke xwe bike û li dijî Kurdan bidê şerkirin. Ev tirs e! 

Ev tirs e, ku Kurdan cinê wî girtine, ew bi zincîr û leleyên tirsê dîl girtine.

Di kesayeta Erdogan de xeşimî, paşverûtî heye. Lewra faşîzma Erdogan wek nexweşiya weba-qotikê tê binavkirin. Rastî û ne rastiya dîplomeya wî ya zanîngehê ne giring e, lê Erdogan ji xwendina pirtûkan jî dûr e. Niha edra-sara pêxemberan pê ve dizeliqînin. Ne mirovekî weha ye ku ji hişmendî û hewngiriya kûr, tefekurê xir bibe û bikeve. Rastiya nexweşiya wî vedişêrin û payeyekê didinê. 

Bikaranîna olê û dijberiya li hemberî laîsîzmê jî, hêviyên eniya Îslamî zindî dike. Bangî hestên wê eniyê dike. Civînên Qesrê jî, siyaseta mizgeftan e, Cubelî Ahmed û Xoce Ednan, muxtar, paçxwer-luxwerên Kurd û cerdevan, di yek kirasî de ne, zincîr û lelekirina civakê ne. 

Ji aliyekî ve dagirkirina Konstantinepolîs wek cejna sedsalê derdixê pêş, ji aliyekî ve Qut-ul Amara wek armanca dagirkirina herêmê (Bi taybet Başûrê Kurdistanê) derdixe pêş; li aliyê din kongreya salnameya hicrî li Stembolê pêk anî û derdorê 50 nunerên welatên Misilman beşdar bûn. Biryara “yek salnameyê” hate dayin, gava yekemîn ya pratîze kirina “salnameya hicrî” ye. Tirkiye ber bi cîhaneke din ve diçe.

Çapemeniya qesrê jî, kişûmat manşêtên xwe “Ji bo salnameya hicrî gava yekemîn”, “salnameya umetê” nivîsin. 

Bi vî rengî, laîsîzmê berteref dike. Bi rakirina mafê destnedana parlamenterên HDPê, demokrasiya parlamenterîzmê dikuje. Nunertiya gelan berteref dike û gelan bêdeng dike. Bi kaset û siyaseta parçekirina MHP´ê û CHP´ê, partiyên sîstemê jî berteref dike. Ev siyaseta kolanan e û faşîzma reş e. 

Lewra dibêjin, anakronîzmek webayî û di radeya paşverutî ye de heye. 

Di ekranên televizyonên Qesrê de, cubeliyên ku destdirêjiya li zarokan “mubah” dibînin, Îslamzade yên ku bazirganiya bi şerîeta selefkarî dikin, dagirtî ne. 

Artêşa Hulusî Akar jî, bûye parçeyek ji paşverûtiya Erdogan. Diktatorî, bêyî genaralan çênabe. Dema, li Hicazê, biryara “artêşa Îslamî” hate dayin jî, Gn. Hulusî Akar bi Serokwezîrê kevin Dawudoglu re li wir bû. Ocaxa Yenîçerî û mîrateya Feyzî Çakmak jî faşîzm e. Zewaca Sumuş û weliahtê Teyyare Bayraktar jî, zewaca bi Ocaxa Yenîçerî re ye. Awdetiya Gn. Hulusî Akar ya dawetê jî temamkirina xelekên yobazîzm-qotika faşîzmê ye. Berdewama faşîzma 12 Îlonê yanî! 

Faşîzma Qesrê, ji faşîzma 12 Îlonê dijwartir e, hem kurdan dikuje, qirkirinê dike, hem bajarê Kurdistanê wêran dike. Xerab kirina demografiya Kurdistanê jî di pratîkê de ye. Di nava kevanan de dibêjim; (Ecdadên Erdogan Kurd tune nekirin û têk çûn, aqûbeta Erdogan, wê ji ya wan ne cûdatir be.) 

Erdogan, bûye bazirganê koleyan. Tirkiye wek çeteyên DAIŞ´ê, bazargeha koleyan ava kiriye. Ez behsa keçên Kurdan û keçên Ereban ku DAIŞ´ê revandine û li Tirkiyê têne firotin, nakim. Ez behsa koletiya modern dikim. 

Ez behsa endeksa Weqfa WALK FREE dikim. Navenda Walk Free, li Awûstralya ye. Di rapora koletiya gerdunî ya sala 2016´an de, dibêje: Li 167 welatan 46 milyon koleyên modern hene. Li Tirkiyê 480 hezar koleyên modern hene. BBC jî, bal kişande ser lêkolînên hevpara GALLUP û got: Pirraniya koleyên modern li Tirkiya -Erdoganê misilman, di fuhuşê de têne bikaranîn. 

Li gorî Weqfa Walk Free, Tirkiyeya di bin Serokkomartiya Erdoganê Misilman (!) de, di rêza gerdunî ya bikaranîna koleyan de, di rêza 20´an de ye. 

Koletiya karkerên penaber jî ne di nava vê endeksê de ye. 

Penaber, behişta patronan in. Penaber bê sendiqe ne, erzan in. Komkujiya Soma û veşartina penaberên karkerên ji Sûriye mînak e. Li pey biryara Erdogan a penaberan TUSIAD heye. TUSIAD û şêwirmendên li dora Erdogan, siyaseta penaberan li dijî YE´yê wek şantaj, ji bo patronan wek kole, ji bo şerê giştî yê Kurdan jî wek amûrê asîmîlasyon û xerabkirina demografiya Kurdistanê kirin pratîkê. 

Lewra di her axaftina Erdogan de şantaj, derew, demagojî, êriş hene. Lê naçê serî!Wek Birêz Murad Karayilan dibêje: Ew, nikarin herika çemê dîrokê rawestînin. Ev dema em tê de, dema azadiyê ye. Teqeze û teqeze, wê hesab bidin.