Faşîzma Erdogan cuda ye

Tayyip Erdogan, di şerê li dijî gele Kurd de, general e, îşareta wî RABIA ye, palyaçoyên vandalên mogolî ne, dewşirmeyên Osmanî ne, muzika mehteran e… 

Çar amurên orkestra faşîzmê li cem Erdogan kom bûne.  Li gorî îdayên têne kirin, RABÎA navê bavê Muawiye ye. Ev îşaret jî, ji aliyê hêzên Muawiye ve dihate bikaranîn. Muawiye navê faşîzma piştî mirina cenabê Muahmmed e. 

Vandalên mogolî jî, di dîroka mirovaniyê de, wek hêzên tunekirina mirovanî û cîhanê têne naskirin. Dewşirmetî,  sîstema kuştina bav û bira, zarok û xizman e… Dewşirme pêşî êrîşî binyata xwe dikin, koka xwe tune dikin. Koka wan jî bav, bira û xizmin, wan tune dikin ku neyên  naskirin. Hêzên Sêva Sor in. Ev biwêj jî tê wateya qikirin, wêranî û talankirinê. Koma mehteran jî meşa seferê  ya bi dahol e. Dema dengê dahola mehteran dihat, sefera „xezû“, talankerî û wêraniyê  dest pê dikir.

Balkêş e, çar hêzên faşîst û kujer, çêkirina nifşê pîrûpak nekirin armanca xwe. Lê Erdogan ev rêbaz ji Hîtler girt û li rêbazên faşîzma  4an zêde kir.    

Rêbazeke din ya  Erdogan cûda heye, êrîşî  Bakurê Kurdistanê dike, wêraniyan dike, dikujê, lê tevahiya Tirkiyê talan dike.  Sîstema Qesra Erdogan, faşîzma ku hîna nav lê ne hatiye kirin e. Sîstema kontrayên ku bi sloganên DAIŞê,  ciwanên Kurd dikujin, di sendoqa  kaosê de wek meşrû xuya dike. Lê,  desthilatdariya AKPê ne meşrû ye. Kurd jî serokkomartiya Erdogan û sîstema Qesrê meşrû qebûl nekirine. Rêveberiya Herêmê bi vê mebestê hatin îlan kirin û li hemberî kuştin û wêrankirina faşîzma Qesrê diparêzin.  Êdî Kurd teva sîstema Qesra Erdogan wek faşîzmê bi nav  dikin. Ev pêşketine. Kurdan faşîzma DAIŞê li cîhanê belav kir. Kurd wê faşîzma Erdogan û Qesra çete û kontra jî, li cîhanê belav bikin.  AKP û Erdogan, di kesayeta Kurdan de, mirovaniyê dikuje. Kuştina Kurdan jî wek serketina xwe  ji raya giştî re deklere dike.  Ev trajediya mirovaniyê ye. Cûdatiya dorpêçana Farqîn û navçeyên li bakurê Kurdistanê jî êrîşên DAIŞê yên li dijî  Kobanê nîne. 

Ha Farqîn, ha Koban!…  

Ha çeteyên DAIŞê, ha çete û kontrayên AKPê û leşkerên dagirker… 

Çete û kontrayên Erdogan, tekbîrên çeteyên DAIŞê bikar tînin û ciwanên Kurd dikujin.. 

Hîtler, dixwest nifşê ARÎ çêbike,  Erdogan jî dixwaze nifşê ecdadên dewşirme çêbike.  Dewşirmeyên Osmaniyan teva bûne tirk. Erdogan jî dixwaze  vê sîstemê bidê rûnandin, nifşê nû yê tirk jî di kirasê xelîfetî û padîşahtiya xwe  de  bi cih bike.  Ji bo nifşekî nû, tirk yan jî arî, tenê dikare bi riya faşîzmê pêk werê. 

Ji bo vê jî divê dîrok, cografya û kultur werin dagirkirin. Erdogan jî ji sê aliyan ve êrîşî Kurdan dike. Li gel  şerê giştî bi kontra û çeteyan, balafirên şer jî xaka Kurdistanê bombarduman dikin. Ji aliyê din ve bi riya „gidî, û xayin“ên Kurd êrîşan dike. Baskê sêyemîn jî bi medya  duopolîst  e. 

Malbata Erdogan, ji gundê Potamya ye û Gurcu ye. Dewşirme ye. Misilmantiya wî jî du bavan derbas nake.  Dîse jî îşareta RABIA daniye pêşiya xwe, palyaçoyên vandalan danîne dora xwe.

Faşîzma Erdogan,  wek destpêka şerê Suriye, Tirkiye kiriye nava şer. Bi vî rengê dewam bike, şer wê li tevahiya Tirkiyê belav bibe. Mîratzadeyê ittihadiyên ku li pey ecdadên turan digeriyan, wê Tirkiyê ber bi tunekirinê bibe. 

Faşîzma cîhanê, bi serketinê „abad“ nebûye. Faşîzma Erdogan jî “abad” nabe. 

Lê divê di teşhîrkirin faşîzma Erdogan de derengî çênebe. Kobanê faşîzma DAIŞ li cîhanê belav kir. Divê faşîzma AKP û Erdogan,  ya li  Bakurê Kurdistanê, ku îro herî dijwar li Farqînê tê meşandin werê teşhîr kirin. Li Kobanê Tirkên Erdogan ligel çeteyên DAIŞ’ê cih girtin, di şerê dagirkirina navçeyên Bakurê Kurdistanê de çeteyên DAIŞ’ê  cih digirin. Erdogan xwe wek serfermandarê giştî yê şer ilan kiriye.  Kontrola xwe jî  winda kiriye. Ji bo talangeriya malbata xwe, komkujiyên ku wî dane kirin, sergirtî bike, şer dijwar dike. 

Şer, xwîn, wêrankirin bûye parastina Erdogan û malbata Erdogan. Di vî şerî de, biqasî Erdogan, çepelên kurdên xayin jî gunehkar in.