Faşîzma Hîtler li Tirkiyê

Diktatoriya Erdogan û AKP’ê, di qonaxa sêyemîn de ye. 

Hîtler jî di sê qonaxan de sîstema Nazîzmê li Almanya îlan kir. 

Dema ku lîder û desthilatdariyê, kolan ji destê gel xesp kirin, diktatorî dest pê dike. Qonaxek din ya faşzîmê, kontrola gundî û feodalan e. 

Dema ku Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan, muxtar li Qesrê komkirin, faşîzma spî ya Nazîzma Alman hate bîra min. Hîtler, bi faşîzma spî, feodal û gundî teva kirin bin kontrola xwe.

Lê, mînakên wekheviya Erdogan û Hîtler, ji girtîgehê dest pê dike, di xespkirina kolanan de bi hevûdin ve tên îşkdan ji bo wan, demokrasî ne bû armanc, bû alav… 

Hitler, di 10 Nîsana 1924’an de hate girtin û piştî salekê derket. Dema di 20 Adara 1924’an de ji girtîgehê derket, pirtûka navdar  “ŞERÊ MIN” jî temam kiribû.

Digot: Emê sîstema ku dixwazin biguherin, ne bi zorê, bi îdealên sîstemê biguherin. Emê îdealên sîstemê bikin bin kontrolê û ewê xizmeta me bikin”. Erdogan jî di destpêkê de, îdealên demokrasî û cemahirî teva bikaranîn. Di koalisyona Teşkîlata Gulen û AKP’ê de jî, rewşenbîrên liberal, çepgir û demokratên liberal teva di vê hêlê de û di kesayeta Erdogan de, destekvanê desthilatdariya AKP’ê bûn.. 

Di destpêka desthilatdariya Erdogan de, Teşkilata Gulen bû malbata Elsa û Hugo Bruckmann. Elsa û Hugo Brugman, xwedanê Koma Çepemeniya Almanya teva bûn. Piştî Hitler ji girtîgehê derket, destek danê û bune sedema ku derdora 2 hezar nivîskar, feylesof, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedar wî destek bikin. Di nava çend rojan de, li tevahiya Almanya populerîteya Hitler zêde bû. 

Erdogan, berî bibe desthilatdar, li hundir û derve weke serokwezîr hate pêşwazî kirin. Fermiyeta wî nebû, lê wek serokwezîr li derve hevdîtin dikirin. Tevahiya entelektuelên lîberal, hunermend, demokratên lîberal û rojnamevanan ew destek dikirin.   

Ji aliyekî ve mizgeft lê xwedî derdiket, ji aliyê din ve dêr û ayingehên wek deregulasyon û leviathan kar dikirin. Erdogan jî, ev baskên li ser civakê xwedî bandor, baş bi kar anîn, di pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyê de, Kurd, Elewî, Romen û hwd. axivî û got “ezê çareser bikim”. 

Di wê dema ku Erdogan ev mijar teva dikirin pêpelûka bi hêzbûna xwe, tenê birêz Abdullah Ocalan got, “AKP’ê, ji tevahiya desthilatdariyên berê metirsîtir e.” 

Dîse jî rewşenbîrên lîberal, li erbana Erdogan dan. Heta ku ew bûne hedefa Erdogan û ji teva xwest ku “bîadî” wî bikin. Wê demê, teva li kaboka xwe dan. Nû nû vijdanê razayî şiyar bûn û “aidîyeta olê, îradê” anîne ziman û gotin „em biadî kesî nakin, di navbera Xweda û beniyan de kes nikarê bibe navbeynkar.“ 

Balkêş e, di nava kesên ku Hitler destek kirin de yek Alman tenê jî nine, teva Cihu ne, entelektuel û dêr e.   Nivîskarê navdar Bernard Shaw jî di nava van entelektuelen de ye. Li Tirkiyê jî entelektulên liberal teva, digotin, Erdogan “dewlet û gel anîne cem hev, pira navbera wan de rakir.“ 

Niha jî di hedefa Erdogan de Kurd hene. Kurd bizina  nojek in. Eger behsa Teşkilata Gulen-Paralêl bike jî, bîadê dixwaze. Lê plane stratejîk ji bo Kurdan “kûrra bûkê” ye, yanî qirkirin.  

Ji bo vê jî, kontra, segvan, panzer, balafir, top, muxbir, dadgerî, cerdevan, tank, bomba, medya, dîplomasî,  şantaj, her cûreyê tûnekirinê bikartîne. 

Ji bo ku kiryarên faşîzan ji raya giştî veşêre jî, Medya Alternatîf ya Kurd û ne Kurd bêdeng dike.

Berdevkê desthilatdarî û alîkarê serokwezîr Bulent Arinç, di bernameya HaberTurk de, Evrensel û Ozgur Gundem hedef nîşan da û got: “Ev makîneyên suc in. Pesnê rêxistina terorê didin.” 

Piştî van gotinan bi çend saetan, Ajansên Kurdan ANF, DIHA, Ozgur Gundem Internet jî di nav de 9 site hatin girtin.  

Nazîzma AKP’e Tirk-Misilman, beşekî baş ji civakên Tirkiyê, bi ideolojiya îslama tirk û berjewendiyan dorpêç kiriye û kirine nava seferberiyê. Hinek ji kategoriyên taybet, wek medya duopolîst, saziyên deregulasyon, lîberalên xayin jî, Nazîzma AKP-Tirk  destek dikin. 

Abdulkadir Selvi, berdevkiya Nazîzma AKP’ê dike, di nivîsa xwe ya dawî de mikur hat û planê qonaxa sêyemîn eşkere kir. Muxbiriyê û suîqastên mezin!.. Ev dide xuya kirin ku Nazîzma Erdogan û AKP’e, planê qirkirina Kurdan ji sinorên Tirkiyê jî derxistiye. Efkan Ala, ketiye dewsa Yeşîl kontra. 

Di encamê de Hitler, Almanya û Ewropa kire kavil.

Di encamê de Erdogan jî, wê Tirkiyê û Rojhilata Navîn bike kavil.