Faşîzma plankirî û komkujiya Sultanahmet

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê trejediya mirovaniyê heye. Cîhan jî li hemberî vê trajediyê kerr û lal e. Sucê şer tê kirin, cîhan jî li hemberî van sucan lal û ebkem e. 

Ev trajediya ku bi planên stratejîk ketiye pratîkê, balkêş e ku ji bo diktatoriya Tayyip Erdogan û berdewama faşîzma yekparêziya Îttîhadî ye. Yek ji xilsetên diktatoran, xeyalên ecdadan e. Qesra Erdogan jî,  ketiye dewsa Bab-i Alî. Valahiya dîrokê mezin bûye û hişmendî ketiye xeşîmê, îlizyon heye. Êdî olîgarşikên faşîst û stratejistên inzîbatî li ser kar in. 

Komkujiya li Sultan Ahmed, xeleka komkujiyên berî xwe ye. Her cara ku, dever li AKP’ê û Erdogan teng dibe, komkujiyekê dikin. Berxwedana gelê Kurd li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, dever li dewleta AKP’ê û diktatorê di nava palyaçoyên ‘qesrê’ de teng kiriye. 

Komkujiya Sultanahmet jî encama vê tengasiyê ye, faşîzm xwe bi xwînê xwedî dike.

Di pêvejoya hilbijartinên 1’ê Mijdarê û 7’ê Hezîranê de, dîse dever li Erdogan û AKP’ê teng bûbû: Ji bo vê jî, li Amedê komkujî, bi sedan êrîşên li dijî HDP’ê, li Pirsus û Enqerê jî komkujî kirin. 

Îro jî berxwedana gelê Kurd, berxwedana eniya siyasî, Kurd û demokratan, dever li Erdogan û AKP teng kirine. Û komkujiya li Sultanahmed! 4 komkuji  encama yek planî ne û  kiryar jî  ya yek navnîşanê ne. 

Plan jî balkêş in. Planê Pirsus û Enqerê li dijî enerjiya civakê ciwanan; ya Enqerê li dijî vijdanê cîvakê eniya demokrasî û aştîxwazan; ya Sultanahmed jî, li dijî raya giştî ya Ewropa ye. Mesaja Sultanahmed, dewama komkujiya dawî ya li Parîsê ye, hem maxduriyet, hem propagendeya stratejîk e.  Ya balkêş, delêliya gizîrtiya komkujiya Sultanahmed, kete ser milê Erdogan. Çawa komkujiya Sultanahmed çêbû, Erodgan derkete ekranên televizyonan û kunya kujer eşkere kir. 

Erdoganê, li hemebrî hemû komkujiyên Bakurê Kurdistanê, li hemberî faşîzma tofanî ya li Kobanê, ku cîhan rabû ser piyan, digot,  “ wê sibe dusibe bikeve”, îro jî,  ji bo Bakur dibêje, “heta  yek terorîst heye emê şer bidomînin, wan tune bikin”, pê re pê re kunya êrîşkerê li Sultanahmed fêm kir û eşkere kir ? Baş e, çima qedexeya edlî  danîne ser komkujiyê ?Ji bo rastî neyê fêm kirin, kes çûkê davikên we nîne !.. 

Gelo  delêliya gizîrtiya Erdogan, mesaj da kê? Di heman axaftinê de, Erdogan zêdetir ji hezar rewşenbîr, akademisyen û nivîskaran, ji sedema gotin, “ şer bidin rawestandin, hun sucê mirovaniyê dikin”, xayin ilan kirin. Ulema-î bîadîst yên rektor jî, piştî fermana Erdogan, li dijî mamostayên zaningehên xwe lêpirsîna îdarî dane dest pê kirin. Fermana siltan-diktator di ser qanûnan re ye.  

Balkêş e, piştî komkujiya Sultanahmed, wek ku Erdogan êrişker nas dike, li salona şîvê (Hitler li salonê partî didan, ew xwarinê dide) wek aktorê teatro derkete ser dikê û delêliya gizîrtî kir, kunye û navnîşana êrîşker eşkere kir. Ev jî pirsek e.

Ev wek “sefaleta faşîzmê” tê bainakirin, lê  faşîzma Erdogan,  biqasî  faşîzma diktatorên  navdar bê îman û bê exlak e. Li Geverê bi TOMA serê mirovekî  hate perçiqandin,  berê jî cenaze li pey wesaîtan kaş dikirin. Roma,  Cenabê Îsa li çarmixê da, Spartakus û hevalên  wî li çarmixê dan, ne birin arêna û  li pey hesp û erebeyan ne kişandin. Lê faşîzma Erdogan dike.

Di demeke ku Enqera û Erdogan, li derve û hundir ketiye tengasiyê : Li derve  Emerîka, Yekîtiya Ewropa banga rawestandina şer û vegera ser maseya aştî û çareseiryê li Erdogan û AKP’ê dikin, medya cîhanê li dijî kiryarên faşîzan tofanê radikin; li Bakurê Kurdistanê jî li hemberî berxwedana gel û YPS’ê têkdiçin,  du  tişt kirin: 

Yek: Girtiyên ji Îmralî  sirgunî girtîgeheke din  kirin û mesaj dane gel û tevgera Kurd. 

Du:  Çeteyên “paralîze” kirin nava haraketê, komkujiya li Sultanahmed kirin, mesaj dane Ewropa. 

Balkêş e, dewleta AKP’ê, di her komkujiyê de dibêje çeteyên DAIŞ’ê kirine, lê DAIŞ‘ê hîna ev komkujî ne girtine ser xwe. Ev jî pirseke? 

Bêguman, diktator teva otorîter in û ji hev  cuda ne, lê Erdogan ji otoritê derbas kiriye, sîstema faşîzan bi oligarşîk û prens Ehrimanên li dora xwe, faşîzm kiriye pratîkê. Li Bakurê Kurdistanê faşîzm di pratîkê de ye, înkara vê nabe! Li Tirkiyeyê jî gav bi gav dike pratîkê. Erdogan ne generale û nikare wek Kenan Ewren faşîzma bi apolet bike pratîkê. Sivile û mînaka Hitler da. Ev jî hest û dixawaze wî ya diktatoryal eşkere dike. Dixwaze artêşê jî bike destên xwe. Artêş-yenîçerî, hîna bi giştî teslîmî Erdogan nebûye. Erdogan baş dizane ku ocaxa yenîçerî çavkaniya faşîzmê ye û dijminê gelê Kurd e, lewra çete, kontrayên xwe û artêş ligel hev berdaye nav serûguhên gelê Kurd. 

Yek “waad-soza” Erdogan ji bo Kurdan heye, DOJEH.

Vêce: Kurd û gelên li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhan li hemberî diktatorekî nû, aktorekî lewlebaz, efsunbazekî ilîzyonîst û muawîyeîst-makyawelîst gunehkar e. Pêşî divê Kurd, dev cudatiyên ideolojîk berdin, hestên “ez-tu” terk bikin, di xendekan de li dijî faşîzma sedsalê têkoşînê bikin. Piştre Ewropa û Emerîka, divê bi komkujiya Sultanahmed neyên xapandin û wek faşîzma sedsala bîstan, faşîzma bîstûyekê mahkum bikin.

Kurd bi çek û desteja Yekîtiya Ewropa têne qirkirin.