Faşîzma Qesrê têk diçe

Zanista mirovaniyê ya herî kevin, herî pêşketî  dîrok e. Dîrok, bi destanan derketiye holê. 

Kurd dîrokê dinivîsin. Ev dîrok, bi destanên li dijî faşîzma sedsalê tê nivîsandin. Cografyaya Kurdistanê bûye çavkaniya şoreşan. Yek ji şoreşên ku di raya giştî ya cîhanê de zêde tê axaftin Şoreşa Rojava ye. 

Bi xetên qalind em dikarin bêjin, asoyên paşerojan ronî ne.

Faşîzma sedsalê herî zêde di tecrîda li hemberî Birêz Ocalan de, hêrs û kîna xwe diverîşe. 

Roja ku bi têkoşîna gelê Kurd tecrîd hate şikandin, Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, “Faşîzma Qesrê” gavek gunehkariyê avêt. Di vê gunehkariyê de Xwedayê Mezin jî kire hevparê xwe. 

Qesrê û AKP ê, di wê rojê de, şaredariyên DBP ê desteser kirin. Qeyyum-Qayyim erkdar kirin. Gotinek Erebî ye, wateya wê navbeynkarî, dilsozî, durustî ye. Yek ji 99  navên Xwedayê Mezin e. Qiyam… Rabûna ser piyan, serhildan e.

Di pratîkê de, qeyyum-qayyim, ji bo navbeynkariya nakokiyên  hevparan tê erkdar kirin. Qiyam jî, li dijî zilm û zordestiyê serîhildan e.

Erdogan, qeyum-qayyim di çarçoveyeke siyasî de, wek parçeyek ji şerê giştî yê qirkirina Kurdan bi kar anî. Di lîteratura siyasî de, ev kiryar tê wateya “kalpazanî”, “sextekarî”yê. Di lîteratura olî de, tê wateya gunehkariyê. Erdogan, wek Saddam û “enfalê” Xweda kire hevparê gunehkariya xwe. 

Desteserkirina şaredariyên DBP ê, tunekirina edaleta civakî, tunekirina demokrasî, destdirêjiya li erka parlamenê ye. Ji ber ku erka qeyyum-qayyim wilo bi hêsanî çênabe. Li bajaran “defterdar”, li navçeyan jî “malmudur” qeyyum in. Eger ev her du odeyên erkdar, raporên aborî amade nekin û nebin gilîkarê şaredaran, ne desteya wezîran, ne jî serokkomar dikare qeyyum-qayyim erkdar bike. AKP ê û Kulliya Erdogan, qanûn, peyman, îrade, demokrasî, sendoq, exlak, rêbaz teva berteref kirine.

Balkêş e, Erdogan her roj, di her cîvîna di kulliyê de, di axaftinên mitîngan de anarşiyeke taybet dike. Bi vî rengî, rêkûpêkiya civakê xerab dike; di çarçoveya siyaseta qirkirina gelê Kurd de anarşiyê dike û faşîzmê dadixe kolanan. Anarşiya Erdogan, anarşiya Itîhadiyan e û encama wê jî qirkirin, tunekirin e. 

Li cîhanê sê cure anarşîzm hene; Anarşîya Ewrûpa, ya Emerîka û ya Tirkan… Ewrûpa anarşîst li derî sîwana siyasî hiştine. Emerîka anarşî bi şoreşgeran re motive kiriye. Li Tirkiyê jî her dem bûye bingeha derbeyan… Her darbeya li Tirkiyê, piştî arnarşiya bi destê dewletê çêdibe. Erdogan bûye pisporê bikaranîna anarşiya kolanan,  biqasî Gobels jî buye hostayê propagandeya nîq, teşqele, derew û şantajan. 

Herî dawî, xwestin  serketina gelê Kurd ya li dijî tecrîdê xumamî bikin. Piştî peyama dîrokî ya Ocalan, dest bi derewên reşkirinê kirin. Divê gelê Kurd zanibe, Itihadî, Erdogan, kulliye û AKP xencera her du aliyên wê tûj e, bêbextiya şol xişxişî xencer e…

Demokrasî, rêveberiya ji aliyê gel ve ye. Şaredarî jî rêveberiya gel e û dîrekt îradeya gel e. Erdogan ê ku pesnê xwe bi sendoqa hilbijartinê dide, di nava bêşermiyeke mezin de, îradeya gelê Kurd ya sendoqê xesp kir. Erodgan, wek generalên derbekar, qeymeqam, yan jî alîkarê walî erkdar kirin. Li gorî qanûnên  Tirkiyê jî, eger şaredar sûc bike, dadgeh biryarê dide û ji Meclîsa Şaredariyê kesek tê erkdar kirin. Qeyyum-Qeyyim di şaredariyan de çênabe. Sûcekî kalpazanî ye, di çarçoveya şerê qirkirinê de sûcekî civakî ye. 

Êdî diyar e ku desteserkirina şaredariyan, parçeyek ji şerê giştî yê li dijî gelê Kurd e. Bi fermana Erdogan pêk hat. Dengê Erdogan jî ne dengê rastiyê, ne jî dengê ilahî ye. Îdeala yekparêzî di kesayeta Erdogan de bi kiryarên faşîzan di pratîkê de ye, ev jî sûc e. Erdogan Tirkiyê wek çiftlikê bi rê ve dibe, Kulliye jî kiriye hefşî, yan jî gov, her kesî, her çînî li kulliyê kom dike wek pezê mexel, her kesî bêdeng dike û ha ha ha diaxive.

Di elastîkiyeta romanê de ez bêjim: Demokrasî ne ribat e, yanî ne çêriya şevînî ye. 

Li gel dagirkeriya Rojava û Cerablusê, dagirkirin û desteserkirina şaredariyên DBP ê, ne tenê minîmalîze kirin, bizatîhî kuştina demeokrasiyê ye, faşîzma li hundir û îxraca derve ye. 

Hîtler jî, pêşî li hundir Cihu safî kirin, piştre faşîzm îxracî derve kir.

Armanca Erdogan, ji nû de dagirkirina Kurdistanê ye, ji nû de dîlgirtina gelê Kurd e,  tunekirina destketiyên gelê Kurd e, li derî dîrokê hiştina tevahiya Kurdan e; li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhelat. Erê, Başûr jî di nav de, di fiîliyatê de faşîzma Erdogan Başûr dagir kiriye,  rêveberên ku wek muxtarên Erdogan hereket dikin, ketine riya ku oxira wan bûye kefzêya li ser avê, bi ku de diçin ne diyar e. Siyaseta bi nexweşiya “sara-edrê” dimeşînin. Kî çi dike ne diyar e, tovê waweylê!… 

Erdogan jî dixwaze gelê Kurd li derî dîrokê bihêle. Faşîzma Qesrê di rojên dawî de, êrîşî girseyê ku cenazeyên şehîdan radike jî dike. Ev êrîş jî bi armanca şikandina îradeya gel têne kirin. Dixwazin herka çemê dîrokê bidin rawestandin. 

Gelê Kurd serketî ye, faşîzma qesrê û yekparêzî kiriye qevezê û difetisîne. AKP û Qesr ketine pêvejoya têkçûnê. Ev teqeze ye û misoger bûye. 

Faşîzm her dem bûye welatê derew û propagendeya qirêj. 

Erdogan û AKP derewan dikin: Dagirkeriya xaka Suriyeyê kete 22 rojan,  bi hezaran esker, tanq, top û balafir şandine, dibêjin 6 çeteyên DAIŞ ê hatine kuştin. Melayê Cizîrî dibêje “malik wêran im” hey looo! Hûn dikarin cîhanê bixapînin, lê Kurd êdî naxapin. Tirkiye û Erdogan, bi dagirkirina Cerablusê çeteyên DAIŞ ê ji tunekirinê rizgar kirin.    

Tecrîd dewam dike; tecrîd, tê wateya şerê giştî yê qirkirinê. Divê li hemberî vê buxzî û xezeba mezin, têkoşîna Kurdan jî dijwar bibe. Divê gel li ked û xwîna xwe xwedî derkeve. Divê gel eniya demokratîk ya Tirkiyeyê, li şaredariyên xweseriya demokratîk xwedî derkeve. Şaredariyên xweseriya demokratîk, bingehên  demokrasiyê ne.

Di dîrokê de mucîzê nînin. Di şerê 40 salî de, hate xuya kirin ku azadî û demokrasî, destketiyên pîroz û bi nirx, bi ked û têkoşînê, bi berdêl û xwedî derketina li mîrateya lehengên dîrokî têne bidestxistin. Têkbirina faşîzma sedsalê, bi azadkirina Ocalan mumkun e. Divê gelê Kurd, li welat û derveyî welat, xwe bi azadkirina Ocalan re  kilîd bike, li dora şaredariyan, ji bedanan dîwaran çêbike. Her çalakiya Kurdan, hinekî din fetisandin û tunekirina faşîzmê ye.