Fîlm: Ji Bo Azadiyê

Ji Ken Loach re dibêjin: “Tika ye, tu heta mirinê dev ji çêkirina fîlman bernedî.” Wisa jî babeta kevnar a hunerê vedibe. Huner çi ye? Ji bo çi û ji bo kê ye? Ken Loach di vî warî de zelal e: “Eger huner ne ji bo civakê be, nexwe çi wateya wê heye?” weke tê zanîn Loach di nav cîhana sînemayê de ango sînemaya cîhanê de navekî girîng e. Ji bo wî sînemager an jî derhênerê şoreşger jî tê gotin. Wî berê kameraya xwe tim da ser rastiya çînî ya civakê. Di fîlmên wî de qehremanên bingehîn kesên hejar lê bi namûs in. Piraniya wan ji çîna karker û kedkar in. Di kesayetiya lehengên wî de mirov dikare beş bi beş an jî bi awayekî tevahî xwe jî bibîne, lewra ew derdê me dibêje.

Di dema temaşekirina fîlma ‘Ji Bo Azadiyêʼ de yekser ew berhemên wî hatin bîra min. Li aliyê din jî nivîskar Howard Fast di bin bîra kûr de zindî dibû. Ji bo wî jî pênaseya ‘Nivîskarê Şervanên Azadiyê’ navdar e. Fast ê esilcihû yê Amerîkî jî di navenda berhemên xwe de behsa reşikên bi wehşetê re rû bi rû mayî û kesên bindest dike.

Di van rojan de ku mirovahî ji nû ve bi bobelat û ezmûneke dijwar re rû bi rû ye, fîlma Ersîn Çelîk a bi navê Ji Bo Azadiyê xwe li rojeva me ragirt. Ji mêj ve ye weke gelek kesan em jî çaverê bûn. Ya rastî di wê serdema Liberxwedana Xweseriya Demokratîk de dilê min gelek jan dabû, gelek caran ji hêrs, kerb û bêçaretiyê ez di halê xwe de giriyabûm. Gelek caran jî min ji xwe û ji bêdesthelatiya xwe jî şerm kiribû. Lewra hîna di destpêka fîlm de kela dilê min radibû û min xwe bi kotekî zeft dikir. Lê rastiya fîlm wisa derneket. Em li benda vebêjeke weke fîlma Çagan Irmak a bi navê ‘Bavê min û kurê min’ bûn. Ew fîlm jî bi îdiaya sînemaya demokrat hatibû çêkirin lê bûbû sedem ku bi mîlyonan kes rondikên xwe bibarînin. Karesat e. Helbet şoreşger jî mirov in, hestên wan jî hene û heta dibe ku ji kesên ji rêzê pir germtir jî bin. Lê nabe ku çîrok û serpêhatiyên wan bi dilojarê û bi ‘Hey wax li min waxê’ bê gotin û bibîranîn.

Derhêner Çelîk di berhema xwe de neketiye wê dafika hestiyariyê. Ew şahidiya serdemek û beşek ji dîroka liberxwedana şervanên azadiya Kurdistanê dike. Di rastiya wê têkoşînê de cih ji dilojarê re nîne. Ew şervanên xwe bi tîlîliyan dispêrên axê. Heqîqeta wê derê pir dijwar e, eger dijmin li ser hinarikên te dilopek histêr bibîne, jê re dibe xelat an jî perûya herî nirxbilind a şerî.

Di fîlm de em rastî çîroka jineke ciwan a daye dû şopên birayê xwe yê pakrewan tên. Babet li dora wê hatiye honandin. Piştre ji nişke ve xwe di navenda liberxwedana navçeya Sûrê de dibîne. Jina ciwan a xuya ye ku li bajaran mezin bûye, ya bi berçevika nazik û bi lebatên nazenîn di demeke kin de vedigere şervaneke azadiyê ya bêtewîz û bêtewandin. Ji ber ku fîlm behsa pêvajoyeke rastîn û pêkhatî dike xwe dispêre rojaneyên şervanên azadiyê. Lê derhêner wêne bi xeyal û fanteziyan ve jî xemilandiye. Komeke şervanên ciwan, li gel wan jî beşek ji gelê navçeyê bi derfetên pir teng û kêm li ber xwe didin. Ew awa yê liberxwedanê cara yekemîn bû dihat ceribandin. Heta wê demê şer li çiyan bû û çiya ji bo gerîla hevrêyên herî dilsoz bûn. Lê li navenda bajêr, çar alî dijmin û di mercên hîç ne wekhev de ew liberxwedan ne îş û karê êqil e. Dil û mêjiyê mirovî radiweste. Her wisa fîlm jî di kesayetiya fermandar Nûcan û Çiyager de bi hosteyî behsa serpêhatiya wan dike. Kedeke çend salan û ya bi hezaran mirovan e. Ji bo wê li Kobanê bajarekî mîna Sûrê ava kirine. Cara yekemîn e ku di fîlmeke Kurdî de hinde alav û efektên şerî tên bikaranîn. Helbet beriya vê fîlmê jî berhemên hêja yên Kurdan hatin çêkirin, lê bi rastî hema bêje di hemûyan de jî bêhna bêderfetî û hejariyê ji wan dihat. Di fîlmê Ji Bo Azadiyê de mirov wê hestê hîç hîs nake. Di dawiya fîlm de pisporên sînemaya Kurd rexneyên xwe jî gotin, lê tevahiya rexneyên wan ji sedî deh bûn, wekî din tevan jî bi çavên heyranmayî behsa fîlm kirin.

Xaleke din a girîng a derhêner jî peyamnêriya wî ye. Pîşeya wî ya esasî rojnamekarî ye. Ew karê ragihandinê dike. Berhema wî jî ragihandina peyama şervanên azadiyê ye. Lewra gava her kes ji qada şerî derdikeve û ew koma fedayî li wir dimîne. Dibêjin: “Vê berxwedana dîrokî ji gel re ragihînin, bila bizanin li vir çi bûye û çi qewimiye.” Ew jî li gel hevalên xwe wê wezîfeyê pêk tîne û bi wêrekî dike. Gotina wî ya destpêk û dawî jî ev e: “Divê hunermend û ronakbîrên Kurd jî bi qasî şervanên azadiyê wêrek bin.”