Filma tirsê û modela Srî Lanka

Li Tirkiyê, filmeke tirsê dilîze û haha tirsê belav dike; li kolanan, li malan, di buroyên dewletê de, di tevahiya televizyonan de, ev film tê tameşekirin. 

Senaryo: Modela Srî Lanka… Senarîst: Odeya şerê taybet û stratejîk…

Mekanê destpêkê Girava Îmralî… Zemîn û bingeh: TECRÎD!

Film, bi dîmenên birîndarekî dest pê dike. Fîgurê li pêş Erdogan e û birîndar e, ji bajarê wêrankirî yê Kobanê derdikeve. Pejmurde ye, binçavên wî werimî ne, bêxew e û mikûsdayî ye. Piştî ku ji binxetê derbasî serxetê dibe, li Pirsûsê têqîn çêdibe. Teqînên li kolanan zêde dibin. Peh-peh-peh, Dawudoglu wek rambo di mitingan de dibêje, renoyên spî wê derkevin kolanan. Bi gotina dawî re, birrêk jeep ên landrover xuya dikin, ji egzoz û camên jêêpan agir difûre. Dîrok 24´ê Temmûzê, cih Enqere, wargeh serokwezaret e, û şerekî giştî tê ilankirin. Belge jî nameya bê imze û tehdîdkirina Ocalan e! 

Di filmê de veger heye, êrîşa fizîkî, bi zorê qusandina porê û gotina, “Em 150 metreyî dûrî te ne”, teliya hejandî û awira tuj “himmm, em ê te bikujin haaa”, wek zarokên di lîstika “benikê lingo” de. Di tecrîdê de, tehdîd! 

Fîgur û lehengên filma tirsê, civaka ji yek bingeha sosyolojîk hatî jî di nav de, general, fermandar tev nas in. Di komkujiyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopî û Geverê de, li Roboskê, li Mereş û Erzînganê, tev nas in. Piştî hewldana leşkerî, komên faşîst êrîşî Elewiyan kirin. Rengê faşîzmê nayê guhertin.

Di filmê de, cenawarê Auschtwitzê, li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê digerin: Tenê li Cizîrê 6 general û 10 hezar leşker hebûn; serfermandarê artêşa Tirk Hulusî Akar jî 2 caran çû Nisêbînê. 

Hevkarî û koalisyona dost û yaran: Bank Asya; li milekî wê Erdogan, li mile din Gul heye. Bank Asya ya Fetulllah Gulen e. Vêca îro, her kes, bi lanetkirina Fetullahiyan xwe paqij dike. Di reformên AKP´ê de, nexweşiyên sosyokulturel hene. Encama vê jî darbeyên siyasî û leşkerî ne. 

Balkêş e, fîgurên hevkariya dîrokî û cenawerên li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê; di dîroka lewitî û qirêj de tev yek in. Tankên li kolanan, Serokwezîr Binalî Yildirim û veşartina di tunel-xeşima nêzîkî Trabzonê de. Film dewam dike, cewherê filmê li Serfermandariya Artêşa Tirk bi qîrêna “Allahuekber” derdikeve holê. 

Dost û yarên doh, dijminê îro ne, hikmet-î Xuda. Rektorek dibêje, darbe li dijî xweda ye! Heylooooo, di filmê de, ev beş, xewneke din dide dest pê kirin. Vegera berî sedsalan, dema ku qiral û siltanan xwe dikir dewsa Xweda û ji komên xelkê re digot, “em, Xwedayê we ne”. Îro, rektorên ku doh daw û delingên Kenan Evren maç dikirin, ji bo Erdogan palûteya xwedatiyê dane destpêkirin. Pehhhh!

Di her palûtê de, serpale hebûn û stran digotin. Niha jî, “dar xizêma” demokrasiyê heye. Cenawarên bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, banga nobeta demokrasiyê dikin. Kesên yekparêziyê dikin, di her firsendê de yek-yek, wek lîstika “hingêliyo” dilîzin, bûne demokrat, her kesê li derî xwe, kafir û munafiq, Zerdeştî û firawunî ilan dikin. 

Dîsa jî nikarin destên xwe ji xwînê bişon. Ji ber ku her rojnamevanê, hevpeyvînê bi Erdogan re dike, behsa komkujiyên bakurê Kurdistanê û rewşa awarte dike. Rewşa awarte, kampa Auschtwitzê. Mînak jî Bakurê Kurdistanê ye, rewşa awarte her dem li herêmê heye. Gelo cûdatiya firinên Hitler û jêrzemînên Cizîrê çi ye? Her du agir in û şewitandina komên mirovan e.

Tirsa filmê zêde dibe, pirtûkên Fetullah Gulen, Qur’ana pîroz dişewitînin, diavêjin ser ting û sergoyan. Digotin, kesên ku eniya wî li secdê bikevê ziyanê nade. Lê bûne “dabbe’t-ul arza” Kurdistanê; bûne “dabbe’t-ul arza” hev.  

Film, bi hesabê hevpar yê dost û yaran, di xeşîmeke reş de dewam dike. Cih cihan film diqete, makînist ji “odeya kozmîk” şerîda film bi hevûdin ve dizeliqîne, filma tirsê dewam dike. 

Ew xwedayê qesrê, Kurd bi zerdeştîbûnê tewanbar dikirin, lê ew zikrê Muawiye dike. Bi vî zikrê reş jî, dixwaze endezyariya civakî û siyasî bike. Divê werê zanîn, heta tecrîd li Imralî heye, ne demokrasî û ne jî serdestiya hiqûqê li wî welatî çêdibe, filma tirsê û xeşîma têba jî, wê dewam bike. 

Di filma tirsê de, çêkirina diwarê şermê, di navbera serxet û binxetê de li Nisêbînê dewam dike. Cih cihan, bûyerên li ser dîwarê Berlînê jî di film de xuya dikin. Kemasiya van kiryaran teva Xaça Gamayî ya Hitler e. Lê silava Rabia cihê wê digire. 

Kew Kemal digot, lilleh-billeh naçim qesrê, bi xişxişî leylano çû. Bila kirasê reş-î “taasub”ê li xwe bike û bi “qapqapk”ê beyanatan dide. Ew qîrêna “allahuekber” li holên Serfermandariya Artêşa Tirk, berî niha li kolanên bajarên Kurdistanê diqîriyan.

Xwedayê Qesrê, bangî lîderên muxalafetê kir, lê bangî hevserokên HDP´ê nekir, kew Kemalê ku polîsê xizmê wî, di filma tirsê de li Marmarîsê hate kuştin, newêrê behsa êrîşa li dijî Elewiyan bike. Tirsa ji faşîzmê, ji bilî gunehkariyê, mirov minafiq jî dike.

Gotina dawî: Artêşa Tirk, çavkaniya tirsê ye. Vê care tevahiya “sensor”ên xwe bi kar neanîne. Hinek ji “sensor”an xerabûyî derketin. Ev yek, faşîzm û paletiya Xwedê; ji sedema ku prof. Dr. Nurşen Yazici, banga Erdogan a 15ê Temmuzê û derketina kolanan rexne kir û got: “Canê wan kesên di wê şevê de hatin kuştin, herî kêm bi qasî canê Tayyip Erdogan bi nirx bû” ji bernameya televizyona Haberturk hate qewirandin. 

Balkêş e, Hesabê kolanan jî şaş derket, pozê hev difirkînin. Her du bask faşîst in, paranoyakên darbeyan in û dîn-dijminê Kurdan in.