Fîlma Zer an jî bide dû stranekê

‘Haya te ji tiştekî nîne xorto, şerên dîroka mirovahiyê diguherînin li vê erdnîgarê diqewimin.’

Filma Zer a Kazim Oz pêr li Berlînê di sînemaya Babylonê de gihişt sînemahezan. Di van filman de ku heta niha hatîn nîşandayîn, bi taybetî li Berlînê peywendiyeke germ ji derhêner û hunermendan re dihê nîşandayîn. Temaşevan bi temaşekirinê tenê qayîl nabin, her wisa beşdarê gotûbêjên piştî filmê de jî dibin û nihêrînên xwe jî dibêjin.

Helbet ev bi pirranî li ser ziman, naverok û peyama siyasî-civakî ya filmê ne. Kêm kes dikarin derbarê hunerê sînemayê de ku fotograf-dîmen, efekt, sembol û metafor jî di nav de gelek bi berfirehî dikarin bên nirxandin, nihêrînên xwe diyar bikin. Lewre hunerê sînemayê pir estetîk û kûr e, ji bo nirxandin yan jî rexnekirineke di cih de divêtî bi têrgihiştineke ji karê filmçêkirinê û ya sînemayê bi giştî heye. 

Lewre ne hêsan e ku her kes bi aliyekî ve babide û vekişîne. Lê aliyê ku bala me jî kişandî ya temaşevanên filmên Kurdan ev e ku êdî kes û derdorên sînemahez ne ji bo xatirê çav û birûyên belek yên sînemavanên Kurd, lê ji bo temaşekirina berhemeke bi kalîte jî berê xwe didin salonan. Baş dihê bîra mirovî ku ji bo peyveke Kurdî yan jî semboleke Kurdînî jî gelek Kurdan pirr nirx û buha bi berhemên sînemayê yên miletên din didan. 

Helbet demek dirêj bû haya sînemahezên Kurd jî ji fîlma Zer hebû û bê sebir çaverê dikirin. Ev jî ji navê filmê heta bi serpêhatiyên wek sansûr û rêlibergirtina nîşandayîna li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî mirov dikare wek sedem bihejmêre. Rastiyeke din jî ev e ku derhêner Kazim Oz wek encameke ji xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê ye û ji niha ve cihekî taybet ji xwe re di nav rêza derhênerên sînemaya Kurd de girtiye.  

Filmên derhêner her çiqas leqayê rexneyên çê û neçê jî bên, aliyê serdest teqdîr û pesindan e. Pirsa yekem û ya herî zêde cihê meraqê jî bû, alîkarîgirtina Kazim Oz ya ji Wezareta Çandê ya Tirk bû. Derhêner di vê derbarê de got, "Ew demeke hinek taybet bû û rayedarên Tirk jî bi lîstika xwe demokrat nîşandayînê re mijûl bûn. Di wê navê de sûdek wiha bi para me jî ket." Lê pê ve girêdayî jî got, "Li gel wê jî, mixabin, belkî di dîroka dinê de jî yekem mînak be ku dewletek filma bi xwe fînansekirî, sansûr bike."

Li gel wan gotinên derhêner jî nebûna şopên şer ên wek şewitandina gund û daristanên herêmê, zulm û êşkenceya leşkerên Tirk bala mirovî dikişîne. Xortê serlîstikvan carek jî li rastî seytereyeke dijmin nayê. Eger panzer û maşîneyên zirxî jî nebin Dêrsim wek cihekî betlaneyê li ser perda spî xuya dike.

Di encamê de arşîva sînemaya Kurd gihiştiye berhemekê. Dewleta Tirk her gav têketa van şaşiyan! Ya rastî ji bo Kurdan ne xerab dibû. Lê lîstikên Romiyan naqedin û eger ew ji xwe re feydeyeke mezintir nebînin, zû bi zû tevlê karên wiha jî nabin.

Filma Zer wek naverok û çîrok girîng e. Komkujiya Dêrsimê di dîroka Kurdistanê û ya mirovahiyê de rûreşiyeke mezin e. Ne filmek û deh film jî têrî nakin mirov wê barbariyê bîne ser perdeya spî. Jixwe, ya em jê têgihiştin jî ev e ku temeşavan bi pey doza Dêrsimê bikevin û bêhtir li babetê vekolin. 

Helbet ev ji bo bi sed hezaran Dêrsimiyên li Ewrûpa û deverên din belav bûyîn jî peyamek e. Derhêner Oz, di babeta nasnameya Dêrsimê de xwedan hişmendî û zanyariyeke zelal e. Lewre, berhemên wî li dijî lîstikên parçekirina bîr û baweriya neteweyî ya Dêrsimiyan jî dibe bersiv. Ya mirov ji berhemên wî têdigihije ku Zer jî di nav de ye, Dêrsim herêmeke ji axa Kurdistanê ye û yên li wir dijîn jî, li gel baweriyên cihêreng jî bin, Kurd in.  

Xortê bi navê Jan yê li Emerîkayê dijî, dil dide strana dapîra xwe û dilevîniya wî di lûtkeyên bilind û serhildêr yên Dêrsimê re derdikeve. Di filmê de babeta bitenêmayîna Jan û vegera li Dêrsimê, cihê niqaşê ye, lewre jina ew jê hez dike Jan  diterikîne û strana dapîrê, xwe digihîne nalîna wî ya ji firqetê. 

Di filmê de erdnîgara Dêrsimê ya fewqulade jî baş dihê nîşandan. Kevneşopên Kurdên Elewî jî temaşevanan agahdar dikin.

Derhêner li gorî babeta filmê û serpêhêhatiya komkujiyê filmeke aram kişandiye. Eger mirov gotina, "Li van deran şerin diqewin ku dikarin dîroka mirovahiyê jî biguherînin û Emerîkaya te jî di nav de!" nebihîse û dîmenên koma gerîlayan jî nebîne, wê xeyalşikestineke mezin encam bide. Jan ji gerîlayan re dibêje, "Ev cihûwar çiqas xweş in, çiqas delal in!" Gerîla jî dibêje, "Ma ne, em jî ji bo van xweşikî û delayiyan li van çiyayan in." Gotina navdar a hunerî ya "lêxistina derba zêrîn" jî ev e û berhema hunerî ji têkçûnê rizgar dike.

Herçiqas di nasnameya filmê de sê ziman cih girtibin jî, zimanê serdest Tirkî ye. 

Di filmê de keda gelek kesan heye, li gel Kazim Oz, lîstikvanên wek Nîk Xhelîlaj, Fusûn Demîrel jî di nav de ji bin barekî giran serketî derketine. Helbet gelek kesên amator jî bêyî ku bi mirov bidin hîskirin di filmê de dilîzin. Zûlfîye Akkulak jî wek tekane produktora jin a Kurd, navê xwe di kunya filmê de nivîsandiye. 

Filma Zer wê hefteyekê li sînemaya Babylonê ya li Berlînê li benda temaşevanan be.