Fîlmên berxwedanê li Berlînê bûn

7. Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de heta niha gelek fîlm hatin nîşandan. Pêr jî du fîlmên li ser berxwedana li dijî DAIŞ’ê hatin nîşandan. 

7. Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê, bi nîşandana fîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Tevî nîşandana fîlmên li ser berxwedana Rojava, Şengal, Kobanê û zindana Amedê, li ser mijarên Yilmaz Guney û sînemaya Kurd gelek panel tên lidarxistin. Festîval wê di 20’ê Hezîranê de biqede. Doh du fîlmên girîng hatin nîşandan. Fîlma “Gulîstan” a derhêner Zaynê Akyol û fîlma “Bihuşta Min” ê ji aliyê derhêner Heydo ve li ser êrîşa çeteyên El Nûsra ya li dijî Serêkaniyê hate amadekirin, hatin nîşandan.

Berxwedana gerîlayên jin

Fîlma “Gulîstan” ê derhêner Akyol, li Qendîl, Kerkûk û Mexmûrê hatiye kişandin. Di fîlmê de qala perwerde û jiyana rojane ya gerîlayên jin ên ciwan tê kirin, ku wê ji bo rizgarkirina Êzîdiyan biçin Şengalê. Di fîlm de ku çîroka rêwîtiyekê ye, Akyol balê dikişîne ser piştperdeya şerê jinên Kurd ê li dijî DAIŞ’ê. Derhêner di fîlmê de destnîşan dike ku şer bi tena serê xwe nikare bibe çareserî û îşaret bi rola gerîlayên jin di avakirina jiyaneke nû de dike. Zaynê Akyol, bi rengekî eşkere û zelal têkoşîna gerîlayên jin ên Kurd radixe pêş çavên temaşekerên sînemaya cîhanê.

Fîlma jiyana hevbeş

Fîlmeke din a hatî nîşandan, fîlma “Bihuşta Min” a derhênerê ji rojavayê Kurdistanê Ekrem Heydo bû. Di vê fîlmê de derhêner qala êrîşa çeteyên El Nûsra ya sala 2012’an a li dijî Serêkaniyê dike. Di fîlm de, tevî berxwedana YPG û YPJ’ê, jiyana bi hev re ya Kurd, Ereb, Çeçen û Ermeniyên li Serêkaniyê tê nîşandan.

Derhêner Ekrem Heydo anî ziman ku ji bo kişandina fîlmê ew gelek caran çûye Rojavayê Kurdistanê û got, “Di dema şerî de min fîlm dikişand. Min hewl da bihuşta gelên li wê derê nîşan bide bê çawa ji ber êrîşan veguherî dojehê. Niha hemû kontrol di destê Kurdan de ye û gelên din jî xwedî mafên demokratîk û azad in. Di serî de perwerde, li hemû qadan dikarin bi nasnameya xwe bijîn.” 

 ANF/BERLÎN