Filmên jinan darîçavtir dibin

Ji sedî 38´ê 385 filmên ji 77 welatan ku îsal wê 12 rojan ji 10 ta 21´ê Cotmehê di Festîvala Filman a Londonê ya BFI bê nîşandan, yên derhînerên jin e.

Ev jî diyar e bi tesîra wê çalakiyê qewimî ku 82 derhêner, filmçêker û sînemavanên jin ên ku Cannesê di dema nîşandana filma Keçên Rojê de piştî meşa li ser merşa sor, li ser dikê sekinîn û kêm darîçavbûna filmên derhênerên jin û di sînemayê de kêmdarîçavbûna jinê protesto kiribûn.

Bê guman serdestiya deng û çîrokên mêran di îndustiriya sînemayê de dewam dike.  Lê dîsa jî dema ku Festîvala Filman a Londonê ya BFI´yê 2011´an festîval organîze kir rêjeya filmên derhênerên jin ji sedî 19.9 bû û di festîvala îsal de ev rêje 38 e.

Di vê festîvalê de wekî din em dibînin ku ew monokultura zimanê Ingilîzî, bi kêm perspektîfa gerdûnî û helbet gelekî kêm derhênerên jin jî bi van aliyên xwe hemûyan şikestiye.

Di beşa minaqeşeyê ya festîvalê de weke mînak filma Keçê Rojê ya li ser şervanên jin ên Kurd, filma Unsettling a li ser wan Îsraîliyên ciwan ên ku li Şerîa Rojava dixwazin bi cih bibin, filma STYX a li ser rêwîtiyeke bi keştiyeke babirk a bi tena serê xwe jî vê yekê îsbat dikin.

LONDON