Futbol ne tenê futbol e

YEKO ARDIL

‘Futbol lîstikeke ji aliyê 22 kesan ve dihê lîstin, bi milyonan kes lê temaşe dikin û timûtim Elman bi ser dikevin.’ ev gotina navdar a derbarê tîma neteweyî ya Elmanya de hatibû gotin, îsal pûç derket. Ya rastî du bûyerên dilşadiyê yên kupaya cîhanê ya îsal yek jê beşdarnebûna tîma neteweyî ya Tirk e ku serkeftin û wendakirinên wan tevde belayê bi xwe re tîne û ya duduyan jî têkçûna tîma Elmanyayê ye ku derseke dîrokî ji wan re diva.

Çaxa em tê de dijîn mirov dikare wek serdema futbolê jî bi nav bike. Di dîroka dinê de bi qasî vê sporê ti diyarde hinde navdar, hinde belav û hinde nasyar nebûye. Sînema û siyaset jî bêguman di asteke bilind de navdariyê û dewlemendiyê bi xwe re tînin, lê bikî nekî bi qasî futbolê bandorê li civakê nake.

Niha siyasetmedarê herî navdar û yê bi dehan salan li ser desthilatê mabe jî ji aliyê tevahiya tebeqeyên civakê û piraniya dinê ve ne pêkan e were nasîn. Lê mezin piçûk her kes Crîstîano Ronaldo û Leonel Messî nas dike. Ji xwe dewlemendiya aborî ya lîstikvanên wek wan bi zelalî nayê zanîn.

B taybetî di demên kupaya cîhanê û ya Ewrûpa de di her malê de bi qasî çend car û danê lîstika futbolê heye, li ser gelek kolanan di ekranên qirase de futbol dihê temaşekirin, li piraniya xwaringeh, aşxane û qehwexaneyan de berê piraniya miletê li ekranan e. Ew jî qîmet û payeya vê sporê hîn pirtir bilind dike, êdî li cem gelek mirovan bi teşbîhê tiryakê ye, di nav xwîna wan de cih girtiye û gava dengeki wê lîstikê jî dibihîsin nema îdare dikin, bi lez didin pey wê dera ku ew lîstik li wir dihê lîstin. Helbet ji ber ku lîstikek giran e û li her derê jî derfeta lîstina wê nîne, piraniya gel wek temaşevan in. Li aliyê din bi riya vê lîstikê pareyên bêsinor di nav pergalekê de dizivirin. Ew jî li aliyekî wek lîstikên hêvîdariyê û bendewariyê ruhiyeta civakê xera dike, lê sermayeya dinê ji wê gelek sûdê werdigire, di serdema vê gavê ya cîhanê de guherandina wê jî ne pêkan e.

Ev lîstika ku cîhan ji xwe re kiriye dîl ji serdemên kevnar ve vedîtiye û her çiqas ne bi qayde û rêgezên îro jî be tim hatiye lîstin. Li Asyayê zêdedir di baregehên leşkerî de dilîstin, ew jî wek perwerdeyeke leşkerî ya sporê dihat dîtin. Her wisa li gelek deverên dinê di heman teşe û rengî de lîstik hatine tespîtkirin lê ya zelal li Îngîlistanê ye. Tevahiya dinê vê angaştê di cih de dibînin û futbolê wek îcadeke İngilizan qebûl dikin. Di demên berê de li wir futbol di nav gund û bajarokan de dihat lîstin, beşdariya lîstikvanan bêsinor bû. Lê demek hat ev pêşbazî vedigeriya alozî û tevliheviyeke civakî, wê demê jî lîstik hat qedexekirin. Li gorî daneyên dîrokî bi qasî sêsed salan ev qedexe domiyaye.

Hinde nasyarî û qîmetdayîna vê lîstikê di sedsala 20an de ye. Êdî di nav sinorê welatek an jî parzemînekê de namîne û dibe cîhanî. Rast e serkêşiya wê Ewrûpî dikin, lê li welatên dûr û parzemînên cihê jî pêşketinên gelek mezin pêk dihên. Niha welatên Amerîkaya latîn, Amerîkaya başûr û li Efrîka jî gelek welat hene ku zorê li Ewrûpiyan dibin. Ew jî mirov dikare bi kolonyalîzmê ve girê bide. Wek mînak İngiliz li ku hikûm kirine wê çandê jî bi xwe re birine.

Di kupaya ku Arjantîn û Îngilistan hatin hemberî hev û Arjantîn Îngilistan têkbir de jî lîstik wek lêvegera hesabên şerî hat binavkirin. Îngilizan giravên Falklandê dagir kiribûn, Arjantînê jî bi fermandariya Maradona tola xwe girt. Di wê lîstikê de Maradona bi destê xwe golek avêt û navê ‚Destê Xwedê‘ li bûyerê kirin.

Îsal gelek tîmên neteweyî nekarîn xwe li ser lingan bigirin, têk çûn. De were li şîn û girîna wan miletan binêre. Mîna ku di şerekî cîhanî de wenda bikin, wisa dilsojî ye. Ya rastî li cem gelek miletan wek şer jî dihê dîtin. Bi taybetî Elmanên ku di şerên cîhanî de têkçûbûn, dilê xwe bi serkeftinên futbolê şad û germ dikirin. Îsal ew jî bûn qurbana dîktator Erdogan. Her du lîstikvanên Tirk ku dîktator ziyaret kirin, li Elmanya bûyîne sedemê nerazîbûneke tund. Divabû mamoste Joachîm Low ew negirtiban kadroyê. Lê Low bi ya xwe kir, bi israr ew dan lîstin. Mixabin ne eşqa lîstikê di wan mabû ne jî lîstikvanên din yên Elman dilşad bûn. Di encamê de Elmanya wenda kir. Miletê Elman têra xwe giriyan, şîn kirin. Gava mirov li bûyerê dinêre dibîne ku çiqas dişûbe siyaseta dewleta Elman jî. Tirk bûn sedem ku şerê cîhanê wenda bikin, di gelek danûstandinên wan de jî tim Elman têk dixisirin, lê dîsa jî bi israr peywendiya bi Tirkan re diparêzin. Belkî ev bûyer cihê dersekê bigire û hişê Elmanya jî bê serî. Lewre ji dewleta Tirk ti feyde ji wan re nîne. Eger na wê Elmanya hîna di gelek eniyan de wenda bike.