Geliyê Dîcle tine nekin

Parlamentera Ewrûpî Julie Ward ji Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re bi nameyekê fikarên xwe yên li ser Bendava Ilisû ya nêzî Germava Hezexê îfade kirin. Hikûmeta Tirk dabû zanîn ku ji 10´ê Hezîranê û pê ve ew ê avê li Bendava Ilisu bigewimîne û pê re jî Heskîf jî di navê de geliyê Dîcle bi temamî di bin vaê de bihêle. Înîsiyatîfa Parastina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî vê yekê banga lezgîn a çalakiyan kiribû ji bo 7 û 8´ê Hezîranê.

Parlamentera Ewrûpî Julie Ward, endama Komîteya Çand û Perwerdeyê ye û bi vê sifetê xwe ji erdogan re nivîsî. Di nameyê de wê got, “Weke çalakgereke çandî û endama Komîteya Çand û Perwerdeyê ez gelekî fikaran dikim ku pirraniya Heskîfê wê bê xirakirin. Heskîf mîrateyeke navneteweyî ye ku divê ji bo mirovahiyê hemûyî bê parastin.”

Ew wekî din îşaret bi encamên civakî û insanî jî dike û dibêje, bi vê projeyê tehlûke heye ku 80 hezar mirov ji cih û warên xwe bibin. Aliyê ekolojîk jî ji bîr nake û dibêje, li Iraqê û Tirkiyeyê wê sîstema ekolojîk a geliyê Dîcle, peravên wê û avzemên li BaşûrêIraqê jî xira bibe. Bi vê ew banga rawestandina gewimandina avê dike.

LONDON