Gelo haya hikûmetê jê heye?

Parlamnetera Partiya Çep (Die Linke) li Parlamena Federal a Elman, Gokay Akbulut li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyazpirsek da hikûmetê.  Di pêşniyazpirsa xwe de Akbulut ji hikûmetê dipirse ka haya wê ji xwepêşandanên Kurdan li Elmanyayê yên ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê heye yan na. Wê wekî din pirsî ka gelo alîkariyeke konsolosiyê heye bi welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê di hepsê de di greva birçîbûnê de û weke mînak jî navê Erdener Demirel hilda. Akbulutê wekî din ji hikûmeta federal pirsî ka heta niha li ser grevên birçîbûnê wê çiqasî peywendî daniye bi nûnerên Tirkiyeyê yên fermî re û xwest heger peywendî hatiye danîn li ser mijarê, kesên peywendî bi wan re hatiye danîn, bi tevahiya funksiyonên wan bi nav bike. n BERLÎN