Gelo ji xwedê tirsiya?

Mohra gundorî ya Kuroşê 2’yê ya li Babîlê hat dîtin, yek ji metnên nivîskî yên herî muhteşem e. Ew cara yekê behsa maf û azadiyên ji bo welatiyan hemûyan, mafên gerdûnî yên azadiya dîn û baweriyê dike, û Kuroş jî weke parêzerê van mafan nîşan dide. Lê ka bi rastî metn ji bo welatiyan yan ji bo xwedayan bû, li serê îxtîlaf gelek e.

LUQMANGULDIVÊ

Sala 1789’an gava Şoreşa Fransayê çêbû, yek ji destketiyên wê yên herî mezin Danezana Mirov û Welatiyan bû. Lê ev li Ewrûpayê bi vî rengê xwe tiştekî nû û şoreşger be jî, di serdema antîk de şahekî Axamenî, ya rasti şahê damezrîner ê Împeretoriya Axamenî, neviyê împeretorê Medan, Kuroş (Kîrosê Mezin yan jî Kîrosê 2’yê, neviyê Şahê Medyayê Syaksares e), piştî ku Babîl bi dest xist, danezaneke ku mirov dikare weke Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirov û Welatiyan şirove bike, da nivîsandin. Ev jî 2 hezar û 300 salan beriya Şoreşa Fransî kir. Erê em behsa mohra gundorî ya Kuroş dikin. Gelekî muhtemel e ku ev maf û azadiyên di metnê de behsa wan tê kirin qismî ji çanda Îranî tên û qismî jî bi mitaleyên li ser kontrola deverên fetihkirî hatibin misogerkirin. Lê hin rexneyên li van şiroveyan jî dibêjin, metn ne ji bo mirovan e lê ji bo xwedayan e. Li gorî van rexneyan sedema nivîsandina metnê tirsa ji xwedayan e.

Mohra gundorî ya Kuroş, Adara sala 1879’an di nava xirbeyên Babîlê de hat dîtin. Ev berhema antîk yek ji metnên hîmî yê îbadetgeha sereke ya bajêr bûye, yanî ya îbadetgeha Êsagîla. Mohr ji axa pijandî hatibû çêkirin, 22,5 santîmetreyan fireh bû. Li ser mohrê bi awayekî berfireh û kite bi kite behsa bi destê Kuroş fetihkirina Babîlê tê kirin ku sala 539’an beriya mîladê qewimiye. Bi vê fethê re împeretoriya herî mezin a hingê tê damezrandin. Ew behsa êsîrkirina melikê dawî yê Babîlê Nabonîdûs jî dike. Metn bi tîpên bizmarî hatiye nivîsandin û teqrîben di navbera 539 û 530’ê berî mîladê de hatiye nivîsandin.

Parêzerê azadiya dîn û ziman?

Nivîsa li ser mohrê gava behsa Kuroşî dike, weke parêzer û teşwîqkerê azadiya dîn, nijad û zimanî behsa wî dike. Di metnê de her wiha tê gotin, ew destûrê dide wan kesên Babîliyan ji welatên din êsîr kirine û kirine kole jî vegerin welatên xwe. Metn Kuroşî weke qencê ji welatiyên Babîlê re dide nasîn, ew kesê ku jiyana wan baştir kiriye, îbadetgehên wan, ziyaretên wan ên pîroz li seranserê Mezopotamyayê û deverên din sererast û çêkirine. Ji bo ku em hinekî din ber bikevin ka metn ji bo serdema xwe, xasma ji bo Mezopotamyayê pirr ecêb xuya dikir, em li beşên wî yên li ser azadiya welatiyan binihêrin:

“Ez radigihînim, ez e rêzê bigirim ji rêûresm, adet û baweriyên (dînên) miletên împeretoriya xwe re û heta ez sax bim, ez ê ti carî nehêlim ku waliyek yan jî fermanberek ji jor ve li wan binihêre, û heqaretê li wan bike. Ji niha û pê ve …, ez ê hîç nehêlim kesek zilmê li kesên din bike, û heger ev biqewime, ez mafê wî yan jî wê lê vegerînim û zalimî ceza bikim.”

“Ez ê ti carî nehêlim kesek mal û milkên kesên din bi zorê yan jî bêyî ku heqê wê bide bistîne. Heta ku ez sax im, ez ê pêşiyê li xebitandina bi darê zorê ya bê heqdest bigirim. Roja îro, ez radigihînim ku her kes serbest e dînê xwe bineqîne. Mirov serbest in ku li hemû herêman bijîn û kar bikin, bi şertê ku ew heqê kesên din binpê nekin.”*

Hinek dibêjin ji xwedayan tirsiya

Çawa em dibînin, fikrên azadiyên sereke yên mirovan ên di serdema rohnîbûnê de li Ewrûpayî bûn sereke, eşkere li vir ji bo welatiyên Împeretoriya Axamenîyan hatine misogerkirin. Em li vir ji serê pêşî ve bibêjin, yek ji sedeman, çanda guhertî ya Îraniyan bû. Li Mezopotamyaya hingê gava Akada, Asûr û Babîlê deverek dagir dikir, wan xweda û diyaneta xwe jî bi xwe re dibire wan deveran û li wan deveran ferz dikir. Yanî bi wan re, xwedayên mîtolojiyên wan jî ji serketiyan bûn. Lê herçî Med û Axameniyên piştî wan in, ew li gorî çanda giştî ya Îranî, qebûl dikin ku her civak xwedî baweriya xwe ye û bi vê baweriyê dibe civak. Yanî ew dîn û baweriya xwe li ser deverên fethkirî ferz nakin.

Kuroş ê ku dawî li Împeretoriya bapîrê xwe Med anî û împeretoriya xanedana Axameniyan damezrand jî weke xelkê xwe kir. Lê dîsa jî hin kes di gotinên wî yên li ser mohra gundorî de li tirsa wî ya ji xwedayan digerin. Li gorî wan ev metn di peywenda hingê de bi tirsa Kuroşî ji xwedayan hatiye nivîsandin û gava ku wê li ber danezana mafê mirovan bigire jî ev dibe anakronîzmek, yanî tişteke ku li wê demê nayê. Çawa me li jor behsa çanda guhertî ya Îraniyan kir, ferqa helwêsta giştî ya beramberî baweriyê, jixwe nîşan dide ku sedem bêhtir çandeke giştî ya hingê ye. Lê em dîsa jî bi wê rexneyê dakevin û li delîlên wê binihêrin. Li gorî van rexneyan, Kuroş ev danezan kiriye, û gav avêtine tenê ji bo ku xwedayan nerm bike û ne ji bo xwe,shaliya mirovan. Helbet li vir gumana giştî dimîne, çima melikên din ji bo xwedayan nerm bikin tiştên bereksê vê yekê dikirin? Axir em berê xwe bidin delîlan. Weke mînak xwediyên van rexneyan vî beşê metnê weke delîl nîşan didin:

“Xwedayên welatê Sumer û Akadê yên ku Nabonîdûs – xezeba xwedayan lê be – biribûn Shuannayê, bi fermana Mardûk, rebê mezin, min ew bêyî zirar li wan bibe birin hicrikên wan, birin wan ziyaretên ku wan ji nû ve bextewer dike.”

Li gorî wan, Kuroş li bendê ye beramberî qenciya wî qenciyê bi wî bikin:

“Hêvî ye ku xwedayên min ew li ziyaretên wan vegerandin, her roj beriya Bel û Nabu, doza umrekî dirêj ji bo min bikin, behsa qenciyên min bikin û ji Mardûk, rebê min re  re vê bibêjin, ‘Kuroş, şahê ji we ditirse û kurê wî Kambîses bila bibin dabînkerên îbadetgehên me heta wan rojên dûr, û bila xelkê Babîlê duayan ji şahtiya min re bike. Min kir ku welat hemû aram bibin.”

Wekî din ew îdia dikin, ji ber ku mohra gundorî weke metneke damezrîner a îbadetgeha sereke a bajarê babîlê hatiye nivîsandin jî, bi ya wan nîşan dide ku ev metn ne ji bo mirovan e, lê ji bo xwedayan. Lê em baş dizanin ku Kuroş ji çand û dînekî tê ku rêzê ji baweriyên din re digire. Wê demê, bêhtir biaqilane ku em bifikirin, wî xwest fethkirina Babîlê bi qebûlkirina baweriyên wê û bi misogerkirina azadiyên welatiyên wê daîmî bike, hem ji bo xwe û hem ji bo xanedana xwe. Jixwe, gava ku Misrê jî feth dikin, terzê şahên Axamenî naguhere.

Bi her halî mirov ji ku ve jî li meseleyê binihêre, mohra gundorî ya Kuroşî ya berî bi bêhtirî 2 hezar û 500 salan, metneke nivîskî ya muhteşem e.

* Werger ji ber Geoffrey Nice (Profesorê Hiqûqê li Greshamê) hatiye girtin; li lînka li jêr peyda dibe: https://s3-eu-west-1.amazonaws.com/content.gresham.ac.uk/sites/default/files/2014-2015_1_human_rightsfinal.pdf