Gerîlla ket kozikên dagirkeran

Gerîllayên HPG’ê li Heftanînê 13’ê Çile li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kirin û di encamê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê:

“13’ê Çile hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, avêtin ser leşkerên li ser girekî li nêzî Girê Partîzan. Hêzên me ketin çeperên li ser gir û ji cihekî nêz ve li leşkerên dijmin xistin. Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên 5 leşkeran û 2 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), bombeyeke destan, rextekî HK-33 û gelek alavên leşkerî ji ser leşkerên dagirker rakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên êrişê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkopterên Skorsy ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.”

Di vê navberê de çavkaniyên herêmê ragihandin, doh balafirên şer ên dewleta Tirk bi dijwarî li herêma Biradost a ser bi Hewlêrê gundê Sinînan bombebaran kirin.

ANF/BEHDÎNAN