Gotinên bedew ji hepsê

Weşanên Aryen 2 ji wan bi Kurdî 4 kitêbên nû weşandin. Remezan Çeper vê carê bi 10 çîrokan û Kenê Anahîta silavê li xwînerên Kurdî dike. Cengîz Eker piştî Meytê li ser rê ya serketî, xwe li Mirov ceribandiye.

Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû yên nivîskarên li hepsan weşandin. Didu ji van bi Kurmancî ne û diduyên mayî jî bi Tirkî ne. Kenê Anahîta (çîrok) Mirov (cerebandin), Ezman ruyê xwe rijand (Gok Yuzunu Doktu (cerebe), Stranên di xweliyê de xwelîgirtî (Kulde Kullenen Şarkılar -helbest) bi vî awayî gihiştin ber destê xwîneran.

Weşanên Aryen, 2 pirtûkên Kurdî û 2 pirtûkên Tirkî bi giştî 4 pirtûkên nû yên nivîskarên hepsî çap kirin. Weşanxaneya Aryenê heta niha bi dehan pirtûk çap kirin û gihandin ber destê xwînerên xwe. Wê nexasim jî kitabên niviskarên li hepsan weşandin.

Kenê Anahîta ya Çeperî

Pirtûka Kenê Anahîta ji 10 çîrokan pêk tê. Niviskar Ramazan Çeper, di 3 çîrokan de çîroka hevalê xwe yê têkoşînê dinivîse. Bi zimanekî rewan û xwezayî ew serpêhatiyan vedibêje. Çeper, ev 19  sal in di hepsê de ye. Hê jî li Hepsa Edirneyê ragirtî ye. Heta niha wî pirtûkên “Yazde Rondikên Tenînî (helbest) “Etîmolojiya Çiyayên Kurdistanê” (Etîmolojî), “Şervanek Dimeşe Di Dilê Me De” (Helbest), “Ziryan im”, “Zimanê Îktîdara Mikro” (lêkolîn) “Dema Beybûn xwîn dibin (Çîrok) “Ferhenga Mîtolojiya Kurdî”, “Felsefeya Nirx û Sekna Sincî û Politik” û “Ferhenga Mîtolojiyê” nivîsandine.

Mirov a Cengîz Eker

Nivîskar Cengîz Eker berê pirtûkên “Meytê Li Sir Rê” û “Kînor” nivîsî. Niha jî  pirtûka “Mirov” ji weşanên Aryen derçû. Cengîz Eker sala 1964’an de li Îdirê ji dayik bû û ji sala 1993’an ve di hepsê de ragirtî ye.

Di vê berhema xwe ya nû de, ew wisa nivîse: “Jixwe em ji gewlaziya têkiliyan a piralî û pircureyî re dibêjin civak û dîsa em ji rastiya jiyana civakî dizanin ku hemû merhaleyên danûstandin û têkiliyan tenê bi rêya ziman pêk tên. Ma ne wisa ye gelo, heke ziman nebûya, bo gotineke din heke axaftin tune bûya me yê îro nikaribûya behsa têkiliyên civakê bikira.”

Ha bergê vê kitêba hanê ya bi navê Mirov jî ji Hepsê ye, Menaf Osman resmê wê wê xêz kiriye.    

Ezmên rûyê xwe rijand 

Nivîskar Comert Bozkurt bi pirtûka Ezman ruyê xwe rijand derket pêşberî xwînerê xwe. Bozkurt, sala 1971’an li Xozat a Dersimê ji dayik bûye. Ev 27 sal in girtî ye. Bi pirtûka “Ezmên rûyê xwe rijand (Gök Yuzunu Doktu)” ya cerebe, ew jî derket pêşberî xwîneran.

Stranên dixweliyê de xwelîgirtî 

Nivîskar Ferhat Mordenîz vê carê bi pirtûka Stranên di xweliyê de xwelîgirtî (Kulde Kullenen Şarkılar – helbest) derket pêşberî xwîneran. Berê jî bi pirtûkên “Birîna vekirî” û “Rojên Neava” nivîsandibûn. Mordenîz sala 1978’an li Lice ya Amedê ji dayik bûye ji sala 1999’an ve di hepsê de ragirtî ye.

AMED