Gurxenêq

Kurd hesab dipirsin, Gurxenêq hesab pirsîn e. 

Li hemberî olîgarşiya neo-osmanî û hiyerarşiya faşîst îslama-tirkî hesab pirsîn e. Li Tirkiyê faşîzma îttihadî hebû, lê bingeha wê ya aborî nebû. Konferansa Abrorî ya  Izmirê jî nebû bersiva vê lêgerînê. Lewra, gelek aborîzan û sosyologên Tirk,   aboriya  îslamî wek “tilmiska” komara destpêkê bi nav dikin. Ev tê wateya ku du komarên cûda, ya berê û ya îro hene. 

Ev, ji bo lêpirsîna Kurdan ne girîng e, her du komar gunehkar in. 

Ya girîng; Erdogan û tayfeyên wî, bingeha faşîzma îslama-tirkî li ser ola îslamî danîn. Îro hiyerarşiyeke faşîst heye û di derya sûcan de diferfite. Zarraf Selefî têk çû, dora monarşîkên Hicazê ye. Erdogan û tayfeyên wî, niha dest avêtina monarşî-selefiyên Siûdî. Konferansa Îslamî li Stembolê tê pêkanîn, ji aliyê Sûriyê jî, fuze û bombeyan diavêjin aliyê Serxetê. 

Faşîzma  Qesrê û  îslama-tirkî bi xwînê tê xwedîkirin.  Koban yekemîn bû, Bakurê Kurdistanê duyemîn e, car din berê xwe didine Rojava!… Di van rojan de, gelek fuze û top ji Binxetê, diavêjin Serxetê. Lîstik heye û encam nêzîk e.  

Hedonîstên Kurdên ne Kurd, normên sosyolojîk teva berteref kirine.  Di çîroka Gurxenêq de, bavê Şêrizdîn di rewşeke wiha de ye, ji dijmin rizgar nebûye. Hinekî tirs e, hinekî hedonîstî ye… Psîkolojiya şikestiyan e. Hawara Bavê Şêrîzdin, “keftarek” e. Keftar dijmin e, lê bavê Şêrizdîn li Keftar ewle dibe. Keftar mirovekî ketî ye, li nava çavên mirovan nanihêrê, ji Şêrizdîn jî dixwaze ku xiyanetê bike. Taktîk û îdeola şikeftê ye.

Kurd hesab dipirsin, Gurnexêq hesab pirsîn e. 

Gurxenêq, pirtûka Rêşad Sorgul e, 4 çîrok in!…  Bi bêhna şoreşê hatine hûnandin.  Çakûç û miqar  bikar aniye, her çiqasî şaşiyên teknîkî hebin jî, dide xuyakirin ku çakûç û miqar ne tenê sembola peykerçêkeran e.  Ev gotinên min dikarin, bibin bersiva rewşenbîr, nivîskar û rojanmevanên Kurd ên hedonîst û keftar. 

Rêşad Sorgul, di çîroka Kurdî de, serî li rêbazên nû jî daye, navên klasîkan bi kar anîne…  “Ya hebîbê Necar” yek mînak e,  duyemîn terîqata Guşeniyyên baskekî terîqata Halwetiyan e…  Di romana  Pêjna Feqî de heman rêbaz bi kar anîbû. Rêbaza Honore de Balzac e, serketî ye. Ji bilî jiyana rojane û lehengên rojane, serlêdana berhemên klasîk, ji bo edîsyona nû girîng e.  Bêguman armanca min ji gotina edîsyonê ne aliyê teknîkî ye,  "edîsyona krîtîk" e.  Rêşad Sorgul ne aliyê krîtîkal, aliyê têgihiştin, fêrkirinê jî girtiye dest. Erênî ye. 

Di çîroka Gurxenêq de, lehengê herî balkêş Saroxan e. Nivîskar, bi gotina “Tu zanî, Nuh li cografya me bû. Ez jî gelek caran fikirîm, gelo mirov dikare mîna wî, qewmê xwe li kêştiyekê suwar bike û biparêze”, pêşengiya Nuh derdixê pêş. Kêştiya Nuhê hemdem Qendîl e!.. Kawayên hemdem jî di wê kêştiyê de melevanî kirin.  Dîsa bi gotina Rêşad Sorgul, “ji bo ku qewmê xwe bigihîne devereke ewle, riyeke wî hebû”, Ev rê Çiyayên Kurdistanê ne. Bi gotina Freud, windakirina aqil nîne, cewher e û hêz e.

Guman dikim ku lêgerîna li riya kêştiya Nuh û çarenûsa bi Çiyayên Kurdistanê ve girêdayî, di çîroka “Destavêtin” de, di gotina Narînê de,  ku di nava dudiliyan de dibêje “wê çawa  bikariya serpêhatiya xwe ya bedbext bianiya ziman”  dubare dike.   Dagirkeriya mêjî û bedena mirovên bindest, di  gotina John Paul Sartre de, “di vê gerêneka Ehremanî de, her niyeta paqij  jî, çawa dibê, têk diçe”, baş tê dîtin. Kurd ne tenê bindestên klasîk in, ji aliyê cografîk, kulturî, mêjî, dîrok, alfabe, ziman, edebiyat û bedenî ve jî hatine dagirkirin.  Di koloniyên klasîk de, navê welatan, navê gelan, ziman û kultur nayên qedexe kirin. Li Kurdistanê, her tişta têkildarî Kurdîtiyê qedexe ye. “Şerm û tirsê wisa kiribû ku ji xwe bireve û xwe nas neke”(Destavêtin rp.51)

Vêce: Çîrok jî, roman jî, li ser pêşketina mirov  tê vegotin; hişmendiya ji bo mirovê bê tekoşîn û bê berxwedan nabe û çênabe. Tîp û hunandin, dikarê bi teknîkên cuda çêbibe, lê di aliyê pêşketinê de mercê bivênevê ye.

Hişmendiya mirov, berhemê mîrateya civakê ye û gelê Kurd heta îro jî, nebûne dagirkerên mîratzade, li ser mîrateya pêşiyên xwe rûniştine. Gotina “pora xwe bi xwînê hine kiribû”,  vegotina “evîna li ser êş û azaran geş bûye” ev e. 

Rêşad Sorgul di bersiva vê pora bi xwîna hinekirî û evîna bi êş û azaran melûl bûyî de, di çîroka Destavêtinê de, bi çend gotinên dawî dide; “Evdal bi wan hestan destên xwe bi lerzokî dirêjî pora hinekirî ya Narînê kir. Paşê li destên xwe yê di nava xwînê de sor bûyîn nêrî û sûnda tolhildanê xwar. Rabû ser xwe, meşiya û meşiya, ber bi Çiyayên Kurdistanê ve çû.” 

Sûnda tolhildanê ne tenê  ya evîna Narîn e, kuştina welatekî, civakekê, kulturekê, dîrokekê û  şaristaniyekê ye. Sûr û Cizîr, jarê hawarê ye !.. 

Di  çîroka Gulê de jî, “kabeya Gulê,  kevirên reş-î bedena Amedê ne.  Ev tez û antîteza ku kevir jî di nav de, canê her tiştî heye, di çîroka  Rêşad Sorgul, Gulê de, bersiva xwe dibîne. “Kefa destê xwe di kevirên reş yên bedenê dida. Mîna pişta zarokekê bifirkîne….” piştre dibêje,  “Kevirên reş ên bedena Amedê jî bersiva destên wê didan.” Kurd êdî xwedî hiş û raman in, xwedî karaktêrekî têkoşîn û jiyana nû ne, nema karîkatura hiş û ramanê dijmin digirin û ji xwe re dikine mal.  Dîroka Tirkî û  kultura Tirkî dewşirme ye, lê hukumraniya bi zorê dike. Kurd ji wê xeleka gunehkariyê rizgar bûne. 

Kurd hesab dipirsin, ji bo azad bibin azadiyê dixwazin  û Gurxenêqa Rêşad Sorgul jî ev hesabpirsîna ji bo azadiyê ye.