Gurxenêq!

Kultur hêz e, gotin şûr e. 

Kurd di qonaxek dijwar de ne. Gurên du lingî di stana Kurdistanê pîkolê dikin, li Bakur, Rojava û Başûr!.. Tenê gurxenêq dikarine guran. Manî dibêje, ne ji gurên çar lingî, ji gurên du lingî bitirsin. Dagirkerên Kurdistanê, ol kirine şerîata netewparêziyê, şûrê fanatîzmê kirina daqoqê tunekirinê. Bi gotina Honore de Balzac,  planekî tunekirinê hurik hurik hatiye amade kirin û cîhan bi kîndariya tolhildanê dagirtine. Lê mirovanî her dem nabe karwanê ku di heman rê de bimeşe. Kurd, mînaka vê rastiyê ne. Sosyolog, zilmê wek berhemê tirsê binav bikin jî, gurên du lingî, Bakurê Kurdistanê dikine kavil. Ev terez-perestî li Rojava jî azmune kirin. Koban bû gora wan…

Xwestin nexşeya paşerojên Kurdan xerab bikin. Hêz û çek, wek edaletê bikaranîn û xwestin talangerî û hovîtiya sedsala navîn paş de vegerînin. Di dîrokê de valahiyek derxistin holê. Kurdan ev valahî dagir!.. Dîse jî, aliyekî vala heye. Edebiyat!.. 

Her baskê edebiyatê, neşter e, ev neşter di otopsiya  civakan de têne bikaranîn. 

Gurxenêk, li bejna vê demê tê. Navê pirtûka Reşad Sorgul e. Çîrok in, çîroka Gurxenêq bûye navê pirtûkê. Ji gotina kolanan, ji kultura magazînal dûr e, li hemberî kujeriya rojane, li hemberî faşîzma berdewama 12´ê Îlonê, ku dêlkewa dadgehên dardekirinê di devê top û tenqan de şanî Kurdan didin,  ev gotin bikar aniye. 

Dem giran e, qonax dijwar e û gurên du lingî êrîşî Kurdan dikin,  bi namerdî dikujin, wêran dikin. Bi gotina nûçevaniya medya alternatîf, “polîsên kontra û çeteyên qesrê”,  ji wêrankirin, kuştin û şewitandina mirovan serxoş dibin, gur in û nexweş in. Li hemberî guran, gurxenêq, di efsane û çîrokên Kurdan de “darb-i mesel’ên” wiha pirr hene. 

Her darb-i mesel, her efsane rastiya gelê Kurd diqîre. Naşibin nivîsên nivîskarên “uvertur”ên demê. 

Şer, pêşî di gotinê de dest pê dike: Di edebiyat, nivîsandin û çapkirinê de. Kurd di vê eniyê de li paş in, di rastiya xwe de li paş in. Ketî ne, arzan in.  Balkêş e, nivîskariya “ uvertur” li pêş e û biha tîne. Davik û kemîn be jî, pênûsên arzan dikevinê wê xefk û kemînan.  Xazulk in!…

Xazulk gurover e, ji jêr ve tuj e û li ser wê tujahiyê li dora xwe dizîvire. Rengê nivîskariya uvertur e. Ev kultura  kevin ya Cagaloglu ye û  “terîqatek” e. Uvertur nivîskar jî, bi kurdî dinivîsin, zikir û selawetên bi tirkî  diqîrin. Ji rastiya kurdan dûr in. Dijmin, her fantaziya nivîskarên uvertur tînine cih. Ji bilî nasnameya Kurd, ji bilî paşerojên azad û bi rûmet, ji bilî alfane, neşxeya cografîk û dîrokê!..  Navê pirtûka Reşad Sorgul, “Gurxenêk”,  di zanista morfolojîk de ye û li bejna demê û qonaxa îro tê.  Reşad Sorgul, gurên du lingî  dîtin, qonax nas kir, di edebiyatê de şer da dest pê kirin. Edebiyat şer e, ev rastî jî dît. Edebiyat akademî ye, pêşî polîtîstan perwerde dike, piştre civakê. Polîtîst neyên  “edeb” kirin, civak nayê perwerde kirin. 

Di edebiyata Kurd de, di estetîzekirina Kurd de, valahî heye, eniyek lewaz e.  Divê werê dezenfekte kirin.  Gurxenêq, dezenfekte kirin e. Divê dezenfaktesion bi dijwarî dest pê bike… “Turkîst”edîsyon  zêde ne, ev jî birînek mumarî ye, divê werê derman kirin. Ji bo şerê edebiyatê, nivîsdandina bi zimanê kurdî tenê ne bes e. Eger felsefa kurdî di bedena kurd de cih negire, beden “salih” nabe; mêjî bi ava zemre nayê şiştin, dil ji xwîna pingihayî û qamûşkgirtî rizgar nabe. Nivîs jî nikare bibe “sikûneta” canê Kurd. Her bedena Kurd berhemê erda xwe ye. Axa mirov û bedena mirov têkildarê hev in. Uvertur nivîskar, ji wê berhemdariya axa xwe  xalî bûne, bêpar in. Cawê sifir in. 40 sal şerê estetîzekirin û tenduristiyê heye, eger di bedena kurd de, hê jî “turkîst”emisyon  hebe, rewşek “weytî jarê” ye û  dezenfektesion pêwist e!..  

Dezenfekte, wê ji bo dîroka edebiyatê, ya herî giring ji bo dîroka rewşenbîriya Kurd baş be. 

Nivîskariya uvertur, ji otopsiya civakî dûr e, kurmê darê ye, estetîka Kurd dimerêse. Duyemîn rastî; şerê çil salî, hişmendiya Kurd paş de stand, li xwediyê xwe vegerand. Sêyemîn rastî: Di gora betonî de ne tenê bedena kurd, mêjî û hişmendiya kurd jî hatibû veşartin. Cizîr, bêndera hişmendiya Kurd e, vegera li rastiya xwe ye. Tejî cengawerî ye û li hemberî gurên duling,  gurxenêq e. Mêjî, hişmendî û hewngiriya Kurd bi bedena Kurd re bû yek. Dîroka vê hişmendiya bi beden, qonax bi qonax pêşket, ji kû giha kû, ji çi bû çi? Pêvejoya embiriyomê û gihiştina bûyîn û mezinbûnê!..   

Wêje, projeyek pirr bi xeyal û “xulasa” ye!… Hewngiriya veşartî û zindî ye, dema kete pratîkê bi can û cewher dibe. Can û cewherê hewngîriya  kurd, wek nexeşeya cografya Kurdistanê, hilu kiribûn, ciwanan car din rengîn kir.

Ciwan û nujenî her dem baş in û li pêş in. Enerjiya civakî ne, dema ev enerjî bû çavkaniya hêza kulturî, hêza gotinê jî derdikevê holê. Gotin şûr e, kultur kalan e… Reşad Sorgul bi Gurxenêq şûr ji kalan kişandiye.  Dergehê, edebiyata zexel, ne baş û edebiyata baş û sexî hatiye vekirin. 

Emê  di vî dergehî re bikevin hundir. Arêna gotinê ye û  bêndera edebiyatê hem dewlemend e, hem rengîn e, emê dasa xwe bihejînin. Bêyî quncir û dasiyan di di nava dexlê de bihêlin, emê dêranê bikin. Di edebiyata Kurdî de qurm-kok heye, beden jî heye, talana gur û geş nîne, korîk e… Di demeke ku text û mizgefta Tirkîtiyê bûye hevkarê hev û kujeriya Kurd dike, divê pênûsa Kurdî, hem gul be, hem jî dirrih, hem kulîlk be hem strî û bibe otopsiya dema xwe.