Hawar û Hêlê

Rojeva Kurdan dagirtî ye. Cejna Zimanê Kurdî, sedsaliya Peymana Sykes Picot û Şehîdên Meha Gulanê bi hev re ketin rojeva Kurdan. Sedem û encam!… 

Li Kurdistanê jî “hawar” daketiye, Kurd di “hêlê” de ne. Hêle karekî kolektîf e. 

Dagirkerên Kurdistanê jî ewrên reş li xwe pêça ne û dixwazin nêçîra Kurdan dubare bikin. Ûûû di vê qonaxa dîrokî de, Kurd, ji ber hinek Kurdan şerm dikin. Ew Kurdên bûne barana şermê, li ezmanê Kurdistanê  bûne dîlgirtiyên dilsoz û wek tilbêtên dijmin tevdigerin. Şermê dibarînin, ne dibine tava biharê, ne dibine barana Nîsanê. 

Kurd hene Kurd in, Kurd hene ne Kurd in. Şermî ji vir dest pê dikeû Kurd hene, ji ber Kurdan şerm dikin. Dîrok du alî ye, aliyek ferman e, aliyek jî qewêtî ye. Qewêtî:  Divê ji ber Kurdên ne Kurd, kesek şerm neke. Şerm,  parçeyek ji exlaqê ademî ye. Her kes nikare şerm bike, ji bo şermkirinê divê mêjî, dil û vijdan û exlak bi hev re kar bikin. 

Yek kêm be nabe! Kurd di "hêlê" de ne. Kurdên ne Kurd, di hêlê de nînin, ew hem şermok in, hem ji karê kolektîf direvin, hetikber in! Kurd hene yekîtiyê dixwazin, Kurd hene di yekîtiyê de şermok in, lal in, devê wan kilîtkirî ye. Lêêêê, Kurdên di yekîtiyê şermok û revok, di dubendiyê de har in, di nakokiyan de degel in, di dijberiyê de şêr in! Ew nifşê Kurd, ji karên kolektîf  ditirse, biçûk difikirin, nebûn û nabin xwedî qapan. Lewra, li dijî nifşê xwe tirsê belav dikin. Ev bazara kesnedî ye! Bi gotina J. P Satre; bazara firotina welat e! Li Kurdistanê, ligel axê ptrol jî heye û  biha tîne. J. Paul Satre û mîratzadeyên wî, hîna Kurdistan keşif nekirine, Qesra Elsy hîna komkujiya sê siyasetmedarên Kurd  ronî nekiriye! Şerma dewletî  ye! Kurdên tilbêt, evîndarê diktatoriyê ne, li devê diktatorên dagirkerên Kurdistanê, li devê monarşîkên xepskar dinêrin. Ji kisî xwe, bê mêjî ne. Ji kisî xwe, bê stratejî ne, lê êrîşî Kurdan dikin! Ev êrîş, ji bo dilê axayên xwe xweş bikin e. Kurdên tilbêt û bê stratejî, bê axa, mirî ne,  di mirina Kurdan de saxiya xwe dibînin! Şermî ev e!      

Dîrok çavdêr e: Kurdan statuya xwe standiye. Li Başûr û Rojava misoger bûye. Li Bakur defacto heye. 

Di vê kêlîka ku nivîsê dinivîsim de, encama darbeya li dijî demokrasî  diyar nebûye.  Li Tirkiyeyê, demokrasiya ne demokrasî, “kerhen yanî”, wesayeta eskerî ya sedsalî dikevê qonaxek din û ber bi dîktatoriya ecdadan ve diçe. Ecdadê diktatorê Qesrê ne Osmanî ne, Îttîhadî ne! Tevahiya siltanên Osmanî, ji diktatorê Qesrê demokratir in. Yek siltanê Osmanî,  zimanê Kurdî, nasnameya gelê Kurd, cografya Kurdistanê inkar nekiriye. Diktatorê Qesrê, geh postmen Talat e, geh kolagasi Enver e!  Darbekar in, desthilatdariya xwe bixwinê xwedî kirine. Diktatorê Qesrê jî heman tiştî dike, dixwaze pêşî bibe yek-ecdad, reîs! Ev bîrdoza Necîp F. Kisakurek e! Piştre wê bibe xelîfe, ev jî  bîrdoza  Seît Kutup û Ixwanî ye! 

Waqanivîs: Sumuş, bi welîahtê karsaza balafirên bê mirov çêdikê, Barkay Makin re zewicî. Zewaca bi artêşê re ye. Dibistana eskerî, “Harbokulu”, qewêtiya vê karsaziyê li xwendekarên esker dike. Dîktator, zirxekî din li xwe kir. Êdî li Tirkiyeyê “potansiyela desthilatdarî heye”, navend ne parlamento ye, Qesr e. Qesra bi palyaçoyan dagirtî ye. Hin peyker in, hin jî sax in û wek gurên du ling digerin! 

Ecdadên ku diktatorê Qesrê behsa wan dike, Îttîhadî ne! Qut-ul Amara jî, deng û  awaza Îttîhadî ye. Vê  hevokê not bigirin: Qewêtiya dîrokî ye,Qut-ul Amara, planê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Evîna diktatorê Qesrê, ya Qut-ul Amara, ji nişka ve derkete holê û piştî ku hêzên xwe şandin Başîqa, ev evîna bixwîn eşkere kir. Şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî, ewrên reş e. Îran û Tirkiye di parvekirina Başûrê Kurdistanê li hev kirine. Metirsî, Kurdên parastina Sykos Pîkot dikin e. Ev despotîzma kursî û bazirganiyê ye.

Li Başûr, sê nifşan xwe kire qurbanê azadiyê. Li Rojava du nifşan!  Xelekên hev temam dikine û bûne bingeha dîroka kûmûlatîf. Ne waqanivîs, belgeyên gelerî û dîroka giştî. Di vê dîrokê de gelê Kurd cihê xwe dîtiye, lê rêveberên hin partiyên siyasî cihê xwe nedîtine. Di cîhana nû ya Kurd û Kurdistanê de, cihê şermê nine, dive Kurd ji ber Kurdên tilbêt û bîadîst şermê nekin, şermê li rûwê wan bidin. 

Şingal estpêk e, cihê şermê ye, cihê darizandinê ye. Şerm û dilê daxdayî! Şerma li Şingalê, bi  şantaj û provakasyonan dewam dike. Şingal romana paşerojên Kurdistanê ye, ji nû de xwedî derketina li axa Ahuraî ye. Romana Şingalê bi du rengan tê nivîsandin; yek, ciwanên Ezdayî dinivîsin, ya din jî Selwa ye, keça ji destê çeteyên DAIŞ’ê reviya û Êzîdxanê diparêzê ye! Şerm, ya kesên li Şingalê reviyan û çek ne teqandin e! Rastiyeke din heye: Êdî Kurd nema dikarin her tiştî bikin sucê dagirkeran. Ev jî neynika dîrokê ye! Neynika dîrokê û sir û razên di fulyona pişta neynikê de her tiştî eşkere dikin. Hêlê û hawar li gel hev heye.  Hêlê hinekî deng e, slogan e. Her silogana Kurdan jî rastiyek e. Yek rastî hundir e, yek rastî derve ye!  Slogana li hundir, li dijî “kewê” dijminê nifşê xwe ye! Hawar daketiye, Kurd di hêlê de ne, hêlê kolektîvizm e! Dîrok, yekîtiya neteweyî ferz dike, girtina deriyê Sêmalka mahkum dike.