Helbest û roman

Rexnegirê Fransî yê navdar Jean-Yves Tadié di pirtûkekê de bi sernavê “Çîroka Helbestê” dibêje, “Her romanek bi hêza qesîdeyekê ye. Her qesîdeyek jî di astekê ji astan de çîrok e.”

Helbest û roman bi gelek şêweyan ji hev cuda bin jî di wê xalê de digihin hev û tu wê nikaribî wan herduyan ji hev cuda bikî, û xala hanê jî warê wan ê hevpar edebiyat e. Ango ser bi yek kokê ne û mala herduyan jî wêje û edebiyat e.

Peywendiya di navbera roman û helbestê de peywendiyeke heta dawî hevbeş e. Roman bêyî helbest nikare bibe roman!

Di heman demê de jî helbest jî bêyî hûner û rêbazên romanê nabe helbest. Helbet, heger helbesta rasteqîn be.

Jixwe, heger em hinekî vegerin çanda xwe ya zargotinê, em ê vê baş destnîşan bikin. Di civat û rûniştinên me Kurdan de dema ku helbest dihatin xwendin, gelek caran çîrok û serpêhatî jî bi helbestan re dihatin hûnandin. Dûre, ev çîrok û serpêhatî dibûn mîna heyvanê çîrok, roman û destanan.

Yanî helbest her gav di nav civakê de li pêş û amade bû, bi taybetî di dîroka edebiyata Kurdî de, dîroka helbestê pirr li pêşiya dîroka romanê ye. Destanên mezin yên dîroka me wek Mem û Zîn û çîrokên qehremaniyê jî bi helbestê hatine gotin.

Ji helbestê  serpêhatî, çîrok û destanan çarçove girtine û helbest estetîk û bedewiyeke mezin û  zêdetir dide wan. Ango ew çîrok, serpêhatî û romanên ku îro bi şêweyê pexşanê têne vegotin, berhema wan destan û çîrokan in ku helbest çavkaniya wan e.

Em li vir dikarin bibêjin, vebêjerê çîrok û romanê, bi awayekî ji awayan hoste ye, şirovekarê helbestê bi xwe ye û di heman demê de ji giyanê helbestê çîrok û romanê berhem tîne.

Mînaka vê yekê di gotinên romannivîsê Spanî Ernesto Sabato (2011´am wefat kiriye) de heye: “Pexşan roj e,  helbest şev e.” Ez vê yekê vekirî dibêjim, romanek nîne ku bi hestên helbestê nehatibe hûnandin.

Heger em bala xwe baş bidinê, di nava lêger û tevgerên romanê de hertim derbirîna helbestvanî amade ye û zimanê helbestvanî li pêş e, û mijara herî sereke ye. Ji ber wê nebûna vî zimanê helbestvanî de jî, hunerê vegotinê nîvco û seqet dimîne. Ji ber ku roman dikare bi riya van îfadeyên helbestvanî xwe ji zimanê devokî û rojane rizgar û cuda bike.

Esas, helbest zimanekî têrwate ye, hêzê û derbirînê dide romanê. Wêneya hunerî ku mîna wênegirekî fotografî bi kameraya xwe digire, romannivîs wê diguhere bo wêneyekî dahêner û bi peyvan, wêneyekî cuda ji realîteyê jê çêdike û tîn û germiyê dide wateya peyvan.

Li wir xwînêr dikare wê hişyariya helbestê tê de bibîne ku di naveroka pirraniya romanan de tê dîtin û timî helbestvanî di romanê de reng dide û li ser wê serdest e. Lewra em dikarin bibêjin, helbest peyvan li ser romanê ferz dike. Ev jî dema ku konteksta vegotina bûyeran û pêvajoya vegotinê hevahengî, rewan û zelal bike, dibe. Îca, li vir ew zimanekî rewan û xwerû dide romanê.

Helbet pêwistiya romanê bi çîrokbêjiyê heye da ku bûyeran vebêje. Divê hin caran ev çîrokbêjî winda be û rê bide dengekî din di nav metnê de vegotinê ragire û hest, helwêst û karvedanên xwe nîşan bide. Rengek ji helbestê û awazek ji vî dengî distîne, pêkan e têgiheke wek “ez a lîrîkî” ji bo vî dengî bê bikaranîn ku rê xweş dike ji bo amadebûna lîrîkbûna helbestê di hûnandina metneke romanê ya vegotinê de.

Herçî asta têkildariya roman û helbestê di hundirê metnan bi xwe de ye, ev girêdayî metnan bi xwe ye û pêkan e helbestvaniya teksta romanekê zêde be û di teksteke din de helbestvanî kêmtir be. Ev li ser hunerê romannivîs û mijara romanê jî dimîne. Ango heta çi radeyê û çiqasî mijara romanê rê dide helbestê ku ew serdest be.

Pêkan e nivîskar bi huner be, lê wek mînak, babeta romaneke dîrokî rê nade zimanê helbestvanî serdest be. Yan nivîsandina romaneke sozdarî eşq û evînî bi zimanekî hişk û ziwa nayê nivîsandin û heger wiha be, girîngiya romanê kêm dike.

Lê li vir em qet ji bîr nakin ku çarçoveya romanê berfirehtir e û jiyanê bi hemû aliyên wê yên cuda li xwe digire. Yê romannivîs bi riya dîtînên xwe yên takekesî hişyariya kolêktîf û nêrîna giştî yên ew bi metna xwe derdibire, nîşan dide.

Yê helbestan jî, herçî ew e, ew xeyala xwe fereh dike û dest davêje hunerê xwe yê taybet û peyvan li dûv hev rêz dike û dixemilîne.