Helbesta Elman

Dîroka nûjen a Antolojiya helbestên Elman ji destpêka sala 1984ʼan vir ve di nav klasîkên bernameya weşanxaneya Reclam de cih digire. Ew 100 helbestvanên herî girîng ên Elman ji serdemek 12 sedsalan ve hilbijartineke zindî ya nûjen û nûner helbestê pêşkêş dike.
Nivîskarê pirtûkê ya li ser helbesta nûjen helbestvan û wergêrê wergera Elmanî ye: Michael Hoffman ku ew di 25.08.1957 de li bajarê Freiburg ê Rojavayê Elmanyayê hatiye dinê.
Ew li Ingilistanê mezin bû. Wî li zaningeha navdar û mezin Oxford û Cambridge beşa edebiyata ingilîz xwendiye. Piştre wekî nivîskarekî serbixwe û wergêr xebitiye. Berî ku bibe profesorekî zanyarî li hin zanîngehên Emerîkî kar dike. Lê niha ew li Londonê dinivîse û dijî, û gelek xelat ji bo wergera xwe ya edebiyata elmanî li Ingilistanê girtiye, her wiha xelata Bertield Brent, Kafka û gelekên din jî wergirtiye.
Di vê pirtûka nû de ew hilbijartinek ji helbesta elmanî ya sedsala 20. pêşkêşî hezkiriyê helbestê dike. Helbestvanên din ên demên berê ji bilî wek George Trakel, Paul Ceylon û gelekên din. Derbarê Rainer Maria Rilke de, nivîskar dibêje:
“Ew di sala 1875ʼan de li Pragê hatiye dinê û gelek zû dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Lê wî berê helbestên xwe yên pêşî neweşand. Ew li welatên din geriya di lêgerîna xwe de li Elmanyayê, bi taybetî li bajarê München bi cih bû û bi Andrea Salome re çû Rusyayê, li wir ligel wî di pêşbirkan de bi Tolstoy re hevdîtin pêkanî. Di sala 1902 de, Rilke çû paytexta huner û wêjeyê Parîsê. Li wir wî bi peykertraşê naskirî Rodin re dostanî danî û bû sekreterê wî û duwanzdeh salan li Parîs ma.
Li wir, Rilke dest bi nivîsandina pîroz û karên xwe yên mezin kir, di nav de berhema xwe ya bi sernavê “Malt of Lords Berg” (1910) ku ev her du nîşanên rasteqîn û xeyalî ne, li pirtûka xwe kir. Di sala 1912ʼan de, wî dest bi nivîsandina nivîsên navdar ên helbestî kir û heya 1922ʼan ew gihîştî asta nivîskariya helbestvanî û rewşenbîrî.
Ji ber vê yekê rexnegirê Elman Kasner wiha digot: “Ew helbestvanê herî mezin ê paşîn, yê herî paşîn ê helbestvanên nemir di nav demê de ye.’’
Helbestvan George Trakl di 1887 de hate dinê û di 1914ʼan de, di 27 saliya xwe de, mir. Lê belê, wî navê xwe li ser rûpela edebiyata Elman hişt. Ew yek ji wan helbestvanên mezin e. Ew li Salzburgê tê dinê û xwendina xwe ya navîn diqedîne. Piştra ew fêrî pîşeya bijîşkî û dermanxaneyê dibe. Piştî ku koçberî Viyana paytexta Avusturya bû, ew di 1912 de wekî alîkarê nexweşxaneyê tevlî artêşê bû. Li wir, li ser tiştên di wê dema kurt de jiyaye helbestên xwe nivîsand. Bi vî rengî jiyana wî ya edebî pir kurt bû. Di helbestên wî de mijarên wek xweserî, tenêtî û mirinê derdikevin pêş. Di Payîza 1914 de wî gelek hebên tiryak û derman hişbir bikartanî, bi awayeke xwekujiyê dimire. Bi mirina wî re, li Elmanya yek ji stûn û helbestvanên mezin wenda dibe. Dibe ku ew di helbestê de doktrîna präempirîst be ku di wê demê de di hunera rengbêjiyê de bi pêşxistiye. Di heman demê de jî xwezalîstek e. Nûnerên vê beşê yên herî navdar ev in: Manet, Monet, Degas, Van Gogh, Courbet.
Helbestvan Josef Weinheber di sala 1892 de ji malbateke resen e û li Viyana ji dayik bûye. Wî di sala 1945 de jî xwe kuşt. Roja ku leşkerên Rûsî ketin Viyanayê da ku wan ji Nazîzmê rizgar bikin. Vî helbestvanê hesas ji bûyera welatê xwe re ku pêşî ji dagîrkirina Hîtler û pişt re jî ji hêla Rûsan ve ew gihîşt wê xalê ku wê hemî êş û birîna şer karlêkek nerênî li wî dike. Di vê rewşa dagirkeriyê de ew di nava jiyaneke neçarî, bêpergal û xizaniyê de jiya û neçar ma ku ji bo jiyanê di kar û barên qirêj de bixebite. Gava wî dest bi weşana pirtûka xwe ya yekem kir, kesî ew cidî negirt. Ew hema hema gihîştibû keviya têkçûna jiyanê, lê ew ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike bi awayekî bêtirs dest avêtibû nivîsandina helbestê. Zanîngeha Viyena di sala 1933ʼan de giring dît û Xelata Mozart pêşkêşî wî kir. Ev payedayîna Zanîngeha Vîyanayê jiyana wî guherî, lewre paytexta navdar a Awûstûryayê di nirxdayîna hunerê de ji Parîsê ne kêmtir bû.
Josef Weinheber ji ber çarenusa xwe ya li keviya jiyanê, ji paytextê derket û çû gundekî biçûk ê ne dûrê Viyanayê. Wî xwe nêzî cewherê xwezayê kir ku ew ji her aliyî ve bêsûc, dûr bû. Helbestvan dibêje ku bi taybetî xwezaya Avusturyayê yek ji wan tiştên bedew e ku Xwedê li ser erdê afirand ye. Li wir, hûn tenê dikarin rêyên bejahî, daristan û bexşînek nûjen bibînin.