Helwêst û Muzîk

Gelek hunermendên navdar ên Kurdan li şûna ku pêşengiya dewlemendiyê muzîka Kurdî bikin, ji bo xwe bidin îspatkirin û qebûlkirin, diçin dikevin bin siya hunermendên serdest. Yanî retorîka gelê serdest û gelê bindest dewam dike. Hin muzîkjen û hin jî şanogerên me, heyrana muzîkjen û şanogerên serdestên xwe ne. Hinek ji wan wek dinyanedîtiyan li dika wan cih digirin ji kêfa difirin.

Serhat TEMEL*

Di van demên dawiyê de, li ser rewşa dawî ya muzika Kurdî gelek nivîs û nîqaş hene. Her kes li gorî fikra xwe tiştinan dibêje û bi ya min demek direj e di van nirxandinan de kemasiyeke mezin heye. Di muzîka Kurdî de platformeke profesyonel û rexnegiriyeke objektîf hîn jî nîne. Mixabin kêmasî ye, saziyek, akademiyek yan jî înstîtuyeke bi vî rengî hîna nehatiye damezirandin û ji ber vê kemasiyê her kesek li gorî xwe nirxandinên subjektîf dike û ev nirxandin jî bi pirranî ne li gorî rêbazên zanistî ne, û bi vî şeklî di ser re derbas dibin. Lewma Kovara Ziryab hinekî xwest vê valahiyê dagire û bi çend nivîsan xwest derî li nîqaşê û rexneyeke karîger veke. Divê bi awayekî giştî û akademîk li vê mijare were nihêrîn û bê nîqaşkirin.

Mîsal hinek hunermendên ku stranen gelêrî bi guhertinên piçûk ji nû ve şirove dikin û ev yek dibe problem? Ji ber ku bi awayekî bi rêkûpêk li ser muzîkê nîqaş nayên kirin. Ti kes nabêje, standad û pîvanên vê meselê wê çawa bin? Di ve mijarê de otorîte û rexnegir kî ye û dê bibe kî, gelo pisporiyek heye?  Hîna nediyar e.

Meseleyeke klasîk heye ku herkes pê dizane. Di pêşangehekê de generalekî Elman nêzîkî Picasso dibe û jê dipirse; “Ev wêneyê xweşik te çêkiriye?” Picasso bersivê dide, dibêje; “na, we çêkiriye!” Tabloya ku qala wê tê kirin “Guernica” ye… Xêzkirin bi tena serê xwe kesî nake hunermend. Divê pê re jî helwêstek hebe ku mirov karibe bibêje, ev hunermendî ye. Çi dem û dewran be jî, pêdiviya hunerê bi ‘heqîqetê’ hebû û wê hebe. Jixwe, ya ku Picasso dike hunermendekî mezin, ev rastî ye ku di her şert û mercî de hatiye ser zimên. Ger heqîqet ji nav hunerê were derxistin, wê her tişt bibe wek behreke ne şor, daristana ne kesk û hwd. Ev yek, belkî ji bo hemû warên hunerê jî lê be.

Dewra muzîkê û Tevgera Azadiyê

Îro, dema em bi taybetî li hunermend û helwêsta wan dinêrin gelek gazin, rexne û nîqaş dertên pêş. Hunermendên Kurd, hunera wan û helwêsta wan, li hemberî jiyan, civak û têkoşînê çawa ye û divê çawa be? Ya din jî nêzîkbûna wan ya li hemberî hunermendê Tirkiyê divê çawa be? Berî ku em van bibersivînin, divê ewil, em hinekî qala muzîka Kurdî û piyaseya wê bikin.

Piştî destpêka Tevgera Azadiyê, çawa di her warên jiyanê de bipêşketinen berbiçav derketin holê, di warê çand û hunerê de jî bipêşketinên berbiçav çêbûn. Ev bipêşketin wekî bipêşketinên din ên cîhanê rû dan.

Gava komunîstên Rûs, Çar ji desthilatdariyê daxistin, hem beriya şoreşê hem jî piştî şoreşê bi sedan roman hatin nivîsîn. Her wiha di Ronesansa Fransî de jî, disa gelek hunermend û wêjekar di ve pêvajoyê de bi roleke mezin rabûn. Di pêvajoya Kurdistanê de em dikarin bibêjin, ev yek bi giştî li ser muzikê meşiya. Gelek sedemên vê yekê hene, lê ev ne mijara vê nivîsiye. Di vê nivîsê de ez dixwazim bi kurtasî rabihuriya muzîka Kurdî, ji salên 1990’î û heta 2000’î û piştî salên 2000’î binirxînim.

Muzîka Kurdî ne xetimî ye lê giran bûye

Berî salên 1990’î Kurdekî nikaribû li mala xwe bi dengekî bilind li muzîka Kurdî guhdarî bike. Ji ber ku ziman û muzika Kurdî ji hêla dewleta dagirker ve qedexekirî bûn. Yên ku li muzîka Kurdî guhdarî dikirin jî ji neçarî û xofa dewletê kasetên xwe di bin erdê de vedişartin. Piştî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dest bi Serhildana 1992’yan kir, dewleta Tirk neçar ma û bi kêmasî be jî pêşiya muzika Kurdî vekir. Dawiya dawî, li her deverên Kurdîstanê dengê stranên Kurdî wê demê hîn bilindtir bû. Piştre girêdayî vê rewşê, saziyen wekî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hatin vekirin. Pêre jî êdî bi awayekî nûjen, derfet û teknîkeke li gorî berê baştir, muzîka Kurdî gihişt asteke baş. Hilberînen wê demê (komên mûzikan) heta salên 2000’î em dikarin bibêjin, tevî kêmasiyen xwe, bi tekoşînê re giredayî gihîştin armancên xwe. Gelek album û stranên nû hatin çêkirin.

Gava em tên salên 2000’î, di hêza muzîka Kurdî de giranbûnek peyda dibe. Ez naxwazim bi gotineke ku di van demên dawiyê de bûye mode bibêjim, ‘muzîka Kurdî xetimî ye’. Muzîka Kurdî ne xetimî ye, lê giran bûye hinekî û helbet gelek sedemên vê giranbûnê hene. Li gorî min, sedema herî mezin ew e ku, gava tekoşîn û pirsgirekên civakî sist dibin, ewil têsîrê li hunerê dikin lê mixabin ev yek ji rastiya hunerê pir dûr e! Rastî ew e ku huner ji bo çareserkirina pirsgirekên takekesî û civakî heye û li hemû dinyayê jî ev yek wisa ye. Lê mixabin ev yek di nav Kurdan de hinekî çepûrast e û dîsa mixabin huner hay ji hêza pêşengîtiya xwe dûr e, ji ber vê sedemê armanc û kapasîteya hunerê tê piştguhkirin. Mijara wê ya sereke azadbûn û hêza mudaxeleya gerdûnî, nayê fêmkirin yan jî kêm tê fêmkirin.

Piştî salên 2000’î komên ku di bin banê NÇM’ê de ava bûbûn, ji hev belav bûn. Hinek ji wan mecbûr man derkevin derveyî welat, hinekan bi biryara xwe dev ji muzîkê berda û hinekên din jî bi serê xwe muzîk û hunera xwe dewam kirin. Ya balkeş ew e ku di vê demê de, di muzîka Kurdî de rengên cuda cuda jî çêbûn; gelek kom û hunermendên serbixwe peyda bûn û ketin nav deryaya muzîka Kurdî.

Retorîka gelê serdest û gelê bindest dewam dike

Baş e, em vegerin meseleya esasî; niha rewşa muzîka Kurdî çawa ye û bi ku ve diçe? Divê hunermend, sazî û dezgehên berpirsyar ên vê meydanê çi bikin û çawa tevbigerin? Her wiha helwêsta hunermendên Kurd divê çawa be? Çima piyaseya muzîka Kurdî ewçend qels e?

Wekî tê zanîn bi saya bipêşketinên teknolojiyê, sektora muzîkê jî di van 20 salên dawî de bi pêş ket. Girêdayî vê yekê, muzîk bi awayekî hêsantir gihişt guhdarên xwe û her wiha parelelî vê, hinek rastî jî derketin holê. Em hemû, di van salên dawiyê de pê hesiyan ku gelek ‘hunermend’ bi eslê xwe Kurd in lê bi Tirkî distirên; bi sedan stranên gelêrî yên Kurdî wergerandine Tirkî û ew stran bi Tirkî gotine, her wiha ew kirine malên xwe. Vê diziya çandî û hunerî tiştek bi me da fêmkirin, muzîka Kurdî pir dewlemend e û wek behreke bêbinî ye. Gelo tevî vê rastiyê sekn û helwêsta hunermendê Kurd çawa bû û divê çawa be? Kevneşopiya dengbêjiyê ku derfeteke wek deryayê radixîne ber lingên hunermendên Kurd, çawa tê bikaranîn? Wek kaptanekî keştiyê derfeta te heye ku tu li ser vê gencîneyê rêwîtiyeke bêhempa bikî û xwe jî, civaka xwe jî têr bikî. Lê mixabin gelek hunermendên navdar ên Kurdan ji vê ferasetê dûr in. Li şûna ku pêşengiya vê rastî û dewlemendiyê bikin, ji bo xwe bidin îspatkirin û qebûlkirin, diçin dikevin bin siya hunermendên serdest. Yanî retorîka gelê serdest û gelê bindest dewam dike. Hin muzîkjen û hin jî şanogerên me, heyrana muzîkjen û şanogerên serdestên xwe ne. Hinek ji wan wek dinyanedîtiyan li dika wan cih digirin ji kêfa difirin. Hinek ji wan klîban dikşînin û di jêrenivisê de wergera stranên xwe bi Tirkî dikin. Hinek di albuma xwe de bi Azerîkî distirên! Hinek di albumeke xwe de cî didin 7 stranên Tirkî. Kesên nêzî bist sal in bi Kurdî distirên, dest bi gotina stranan a bi Tirkî dikin. Bûye moda, hema bêje ji sedî pêncî di albumên xwe de straneke bi Tirkî dibêjin. Ez li vir bipirsim; gelo çend Tirk li muzîka te guhdarî dikin? Li şûna ku tu dixwazî ji te hez bikin û xwe bidî qebûlkirin, bi zimanê xwe berhemên wisa biafirîne ku rêzê li te bigrin! Tu li dû wan neçe, bila ew te bi deng û rengên te qebûl bikin. Ji dêvla ku tu stranên xwe wergerînî Tirkî, wergerîne Ingilîzî yan jî zimanên din ên cîhanî da ku guhdarên te li seranserê dinyayê çêbibin. Xweşbûna dengî têrê nake, di warên jiyanê hemûyan de, divê sekneke te hebe! Muzîkjenên Kurd bi pirranî dengxweş in lê mixabin di afirîneriyê de, ji hêla tekst û muzîkê ve hîn jî gelekî qels in. Çima serê xwe bi nivîsandina gotinan, lêdana enstruman û çêkirina melodiyan re naêşînin?

Folklora zengîn û piyaseya feqîr

Li gorî min, du sedemên vê yekê hene; yek folklora Kurdan pirr dewlemend e û bi hezaran stran, kilam, hin tiştên hazir hene. Ya diduyan, ji ber ku piyaseya muzîka Kurdî ne baş e tê de pere û populerîte tine ye, ev nêzîkbûna qels û şaş mixabin hema bêje karîgerî li pirraniya hunermendan kiriye. Ya rastî problemên ku li jor hatin îfadekirin ne tenê yên hunermendên Kurdan in. Di vê meselê de berpirsyariya siyaseta Kurdan û têkiliyên civakî jî heye. Ji ber ku huner ne bi tena serê xwe diyardeyek e. Wekî mînak; heger di hilbijartina dawî ya Şarederiya Stenbolê de, siyaseta Kurdan bi hêza xwe hemûyî ji Ekrem Îmamoglu re nexebitîbûya, piştî hilbijartinê bi çend rojan stranbêjekî Kurd ji bo pîrozkirinê nediçû serdana Îmamoglu!

Wekî encam, ez dikarim vê bibêjim: Her hunermendekî Kurd gava dest bi karê xwe kir, divê zanibe û ji bîr neke ku ji Binxetê Mihemed Şêxo, ji Başûr Tehsîn Taha, Erdelan Zaxoyî û Eyaz Yûsiv û her wiha ji Bakur Mihemed Arif, Meryem Xan û Şakiro guhê wan li we ye; we dişopînin û li we guhdarî dikin.

* Muzîsyen û Endamê Lijneya Kovara Ziryabê