‘Her kesî xebata Rêber Apo dît‘

NÎZAM BARAN / BASEL

Meşa dirêj a ji bajarê Cenevê destpê kir roja xwe ya 4ʼan jî li pey xwe hişt. Meşvanan piştî Cenevre, Lozan û Bernê, Basel jî li pey hiştin. Heyetek ji meşvanan bi şaredarên Cenevre û Lozanê re hevdîtin kirin û paşê jî bi nûnerên partiyan ên li Lozanê re jî rûniştin. Heyetê dosya dan nûneran û ji wan re qala tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Beşdarên çalakiyê li ser rêya xwe bi sloganan armanca xwe tînin ziman û belovakan belav dikin. Kurdistaniyên li ser rêya meşvanan destekê didin meşê û armanca wê.

Di mîtînga li Barfüsserplatz a Bernê de parlementeran jî destek dan çalakiyê.

Li Baselê êvarî bernameyeke dewlemend a çalakgeran hebû. Pêşî koma govendê li ser dikê cihê xwe girt. Paşê hunermendên Navenda Çanda Med a Baselê û hunermendên TEV-ÇANDê yên beşdarî meşê bûne Hozan Şemdîn, Xemgîn Bîrhat, Îdrîs Bagok, Bengî Agirî, Mehmedê Hezexî, Cemalê Rojhilat,  Zahir Loran, Seyîdxan, Ozan Cewad, Arya Şahîn û Yeqîn derketin ser dikê.

Em hestên welatparêziyê mezin bûn

Yek ji meşvanên ciwan ên meşa dirêj Leyla Gun a Êzîdî ye. Leyla li Elmanyayê ji dayik bûye û 4 zimanan dizane. Dibêje, bavê ji ber Leyla Qasim navê Leylayê li wê kiriye. Leyla tîne ziman ku ew di nava malbateke welatperwer de mezin bûye û got: “Malbata me em bi hestên welatparêziyê mezin kir. Em bi van hestan mezin bûn û ketin nava lêgirînê. Me hewl da em Tevgera Azadiyê û Rêbertiyê nas bikin. Her kesî xebata Rêber Apo ya ji bo aştiyê dît. Ez dîlgirtina Rêber Apo weke êrişeke li ser aştiyê dibînim. Ji bo ez komployê şermezar bikim û azadiya Rêber Apo bixwazim beşdarî meşa dirêj bûm.”