Her Kurd dengbêjan nas dike

Malpera li ser mûzîka World a ku xwe weke “Têkiliya we bi muzîka world a hevçax û ya ji rêûresmê, tevî mûzîka folk, roots û global fusion” dide nasîn, World Music Centralê, bi hunermend Aynûr re hevpeyvînek kir. Li ser navê malperê Angel Romero hevpeyvîn kiriye. Ew bi bîr dixe ku muzîka Aynûrê bi Xelata Muzîkê ya Berklee College hatiye piştrast kirin û albûma wê ya dawî Hedûr jî weke albûmeke serketî bi nav dike. Li ser pirsa wî ya “stran û melodiyên pêşî yên tu hîn bûyî kîjan in”, Aynûr dibêje, “Di çanda ez pê mezinbûyî de ev lorîn û destan in bi pirranî. Min yek ji wan di albûma xwe ya dawî Hedûr de jî got. Navê wê Lure ye, lorîneke naskirî ya Kurdî ye li devera ez jê.”

Ceribandin a nû

Albûma wê ya nû Hedûr di nava Transglobal World Music Chart de weke albûma herî serketî ya Adara 2020’an xuya dikir. Ji bo vê serketina albûmê ew dibêje, “Ez timî hewl didim tiştekî nû û guhertî bixim albûma xwe da ku tiştên dişibin hev, hestên di navbera muzîkjen û çandên wan de peyda bikim. Lê di heman demê de armanca min e pirekê ava bikim di navbera muzîka ji rêûresmê ya Kurdî û nifşên nû de da ku wê zindî bikim. Sedema ku kir ez hewl bidim formên nû bi ceribînim, muzîka ji rêûresmê ya Kurdî û tahma jazzê û hêmanên muzîka klasîk bînim cem hev. Sê salên min lê çûn heta min albûma Hedûr bi dawî kir. Û min ev albûm bi wê koma ku ez pê re derdikevim ser dikê, qeyd kir; ev yek jî vê albûmê ji yên min ên din cihê dike.”

Hest û dîroka hevpar a Kurdan heye

Ji bo meseleya xwe gihandina civaka Kurd li çar parceyên Kurdistanê Aynûr dibêje, “Me albûm destpêka Sibata 2020’ê derxist. Hingê hema hema li seranserê dinyayê xwe li malê asêkirinê dest pê kir. Yanî fizîkî me nekarî albûmê li ti derî belav bikin. Tevî ku civaka Kurd li herêmên cihê parçebûyî ye jî, xwedî his û dîroka hevpar in. Ew hemû muzîka ji rêûresmê nas dikin û dengbêjan nas dikin. Ji ber vê yekê ne zehmet e mirov xwe dîjîtal bigihîne Kurdan, helbet heger hilkûmetan qedexeyeke taybet danenîbe ser platformên dîjîtal û înternetê.”

NAVENDA NÛÇEYAN