Hesab wê  bê pirsîn

Dewleta Tirk di dema şerê Idlibê de digot; rejîma Esed goristanan bombe dike. Çapemeniya Tirk jî dîmenên mizgeftên hatine bombekirin, diweşandin. Bombekirina goristanan, bombekirina mizgeftan karên xirab in û li derveyî mirovahiyê ne. Li darê vê dinyayê heke dewleteke ku herî zêde êrişî goristanan dike hebe, ew jî dewleta Tirk bi xwe ye. Dîsa yê ku bi zanebûn mizgeft bombebaran kirin, dewleta Tirk bi xwe bû. Li Bakurê Kurdistanê hema bêje, êrişî goristanan hemûyan kir. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de wan negot, ev mizgeft e, ev hanê dêr e û hema êriş kirin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kêmanî du mizgeft bi bahaneya ku li wan deveran gerîla heye, bi bombebaranê wêran kirin. Hem jî ne carekê, gelek caran bi ser mizfetan de bombe barandin. Bi dewleta Tirk re ne nirxên mirovî peyde dibin, ne jî rêza wê ji dîn û baweriyan re heye. Hela li vê dinyayê dewletek ku dîn û îmana xwe tine hebe, ew jî dewleta Tirk e. Ji aliyê dewleta Tirk ve hemû rê û rêbazên tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û qirrkirina gelê Kurd guncaw e.

Dewleta Tirk a qirrker û mêhtinger rêzê ne ji sax ne jî ji miriyên Kurdan re nagire. Di salên 1990’î de serê gerîlayan jê dikir, pê li cenazeyên gerîlayan dikir, û bi vî awayî dîmen digirtin. Weke wan roj û salan îro jî bi tankan di ser cenazeyên gerîlayan re diçin. Rojnameyên weke Ozgur Ulke û Ozgur Gundemê ku rûmeta çapemeniya azad in, ev dîmen û wêne gelek caran weşandin û wan dewlet teşhîr kir. Îro jî dewlet heman tiştî dike. Îqtîdara AKP’ê bi taybetî jî Tayyîp Erdogan van kirinên li dijî mirovahiyê yên salên 1990’î carinan ne ji dil be jî rexne û teşhîr kirine. Lê îro AKP û Tayyîp Erdogan bi wan derdoran re ku di salên 1990’î de ev zilm li Kurdan dikirin, tifaq kirine. Îro ew bi xwe heman tiştan bi xemsarî û bi bêperwatî dikin.

Berpirsên şerê qirêj yê salên 1990’î îro bûne parêzvanên Erdogan; Erdogan jî ketiye milê wan. Îsbata vê yekê jî kesên weke Tansu Çîller û Mehmet Agar in, ên ku digotin; me ji bo dewletê hezar operasyon kirin. Jixwe Erdogan û eskerên xwedî hişmendiya Dogan Gureş, di milê hev de ne. Suleyman Soylu yê ku karên qirêj hewaleyî wî hatine kirin jî li ber destê Mehmet Agar mezin bûye. Ew li ber destê Velî Kuçuk ê kontrgerîla hatiye xwedîkirin. Suleyman Soylu çi pêkanîn ji bo qirrkirina Kurdan be, bi zewqeke mezin dike. Ew çiqas xwîna Kurdan vedixwe, çiqas zilmê li Kurdan dike ji zewqê dike bifire. Di hin filmên Tirkan de rolên wisa li Yewman, Bulxarr, Xirîstiyanan dikirin. Niha Suleyman Soylu tam jî weke wan karakterên di wan filman de zilm li Tirkan dikirin, bi awayekî rastî zilmê dike. Wan çete û kujerên di salên 1990’î de jî bi qasî vana xwe eşkere nedikir. Ev kujer bêyî ku rûyê xwe bi rûpoşekê bigire, dijminatiya Kurdan dike.

Ev îqtîdar rêzê nîşanî ne sax ne jî miriyê Kurdan nade. Bi salan zilmê li malbatên gerîlayên şehîd dike. Van hemûyan bi zanebûn dike. Diçin ji malbatan re dibêjin; kur û keçên we çima bûne gerîla û zilmê li wan dikin. Li gelek goristanan ji bo ku êşkenceyê li cenazeyên gerîla bikin, ew ji gorê derxistin. Bi salan e cenazeyên gerîlayan teslîmî malbatan nakin. Bi bahaneyên vala, radibin wan li goristanên bêkesan vedişêrin. Îro cenazeyên ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin jî nadin malbatan. Derxistina cenazeyan ji gorên bêkesan, hilgirtina darbestên wan bi bahaneya qedexeyê nadin malbatan û zorê li malbatan dikin.

Ew tolê ji cenazeyên gerîlayan û malbatan hiltînin. Dibêjin, sedema vê jî ew e, bi ser wan re tevgera azadiyê bi pêş dikeve, Kurd xwe heyî dike û hatiye wê astê ku doza azadiya xwe dike. Ji ber van sedeman tolê hiltînin. Li vê dinyayê rêbaza herî îptîdaî a tolhildanê ji aliyê vê dewletê ve tê bipêşxistin. Ji bo merasîma cenazeyên şehîdan nahêlin ku ji bilî 3-4 kesên ji malbatê beşdar bibin. Bi vî awayî dixwazin îdraqeke wisa çêkin; yanî çi ye, kes li gerîlayan xwedî dernakeve. Cenazeyên gerîlayan bi dorpêça bi sedan polês û eskeran li goristanan tên definkirin.

Rewşa dewleta Tirk û îqtîdara Tayyîp Erdogan ê ku dibêje; Beşar Esed û dewleta Sûriyê êrişî goristanan û mizgeftan dike, wisa ye.  Dijminatiya wan a li dijî goristanan, dijminatiya wan a li dijî cenazeyan û heqareta ku li cenazeyan dikin jî karaktera dewleta Tirk datîne holê. Herî dawî malbata gerîlayekê, dema cenazeya wê werdigire, lê dinihêre ku serê wê tineye!

Dewleta Tirk niha dibêje; ez ê bikim û wê kesek jî hesab ji min nepirse. Dibêje, min kir û bû. Lê gotinek heye, dibêje; axîna kesî ji kesî re namîne. Wê hesabên van kirinên dewleta Tirk jî ne parçe parçe lê wê bi awayekî topyekûn û bi lezgînî were pirsîn ku dinya li ser serê wan bigere. Kes bi zilmê abad nabe. Taliya dewleta Tirk û îqtîdara wê jî wê wisan têkçûn be. Bi gotineke ku ji bo zilma Osmaniyan dihat gotin, em şîroveya xwe bi dawî bikin; zilma xwe zêde bike da ku dawiya te jî nêz bibe!  Bi baweriya ku dinyayeke dijminatî li goristanan, li cenazeyan neyê kirin, nêz e…