Heta ku kujerê Halim hesab bide

Ciwanê Kurd Halîm Dener ku 30’ê Hezîrana sala 1994’an ji aliyê polîsê Elman ve hate qetilkirin, di salvegera 25‘an a kuştina xwe de li Hannoverê hate bibîranîn.

Halîm Dener beriya bi 25 salan di 30’ê Hezîranê de saet 21´ê dema ku afîşa ERNK’ê dadiliqand hatibû qetilkirin. Dewleta Elman berî salekê di sala 1993’an de PKK qedexe kiribû. Halîm Dener bû qurbanê destpêkê yê vê qedexeyê.

Çalakiya bibîranînê li meydana Steintor li devera ku Dener lê hate qetilkirin, pêk hat. Girseya gel find vêxistin, kulîlk danîn devera Halim Dener lê hate qetilkirin û bi projektorê wêneyê Halîm Dener nîşan da.

6´ê Tîrmehê çalakiya navendî heye

Di çalakiyê de pankartên ku Halîm Dener bi bîr tînin û şideta polîsan şermezar dikin, hatin hildan û belavokên ku ji aliyê Kampanya Halîm Dener ve hatin amadekirin, hatin xwendin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî, Alya Ekîncî li bibîranînê got, “Dewleta Elman Halîm Dener berî 25 salan bi rengekî hovane kuşt.”

Ekîncî da zanaîn ku heta ku kujerê Dener hesab bide, gelê Kurd û malbata Dener wê vê bûyerê bişopînin û nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên dewletên Ewrûpayê da.

Siyasetmevan Abdullah Efe jî anî ziman ku zext û zordariya dewleta Elman a li dijî Kurdan didome û bûyerên dema dawî jî mînak nîşan da. Polîsên Elman beriya bi çend rojan bi ser mala Efe de girtibû.

Di 6’ê Tîrmehê de saet 14:00 wê li meydana Georgsplatzê ji bo Halîm Dener wê meşeke navendî ji bo Elmanyayê pêk were.

HANNOVER