Hêviya bi têkçûyan kareset e

Têkiliyên serkariya Baûrê Kurdistanê û serkariya AKP di bingehê xwe de têkiliyê têkçûyan tîne bîra mirov, lew re hem dema dîktatoriyan û hem jî dema pergalala mîrektiya petrol û civaka berxwir derbas bûye. Em hinek vê rastiyê tevdin.

AKP û Erdogan; ji ber ku li aliyekî rêyeke din li pêş kemalîzmê nemabû, li aliyê din bi piştgiriya DYA ya ku dixwest Rojhilata Navîn bi nû ve dizayn bike, hat ser kar, bêguman wê piştgiriya YA û ya Îsraîl jî girtibû û wer hatibû .
Erdogan di her hilbijartinê de ket nav pozisyona mexdûrîyetê ku bikane reya hin aliyên civakê bigire, gelek caran di televizyonan de giriya. Wek mînak: Erdogan berê hilbijartinên heremî ya 2004 an di studyoya TV yekê de bi guhdarîkirina stranekê giriya. Di hilbijartina 2007an de jî di meclîsê de sirûda netewa tirk xwend û wek zarokan hêsir kire xwarê. Di dema hilbijartinên heremî 2009 an de li stûdyoya TV helbestek xwend û kire kûrekûr. Berê referandûma 2010 an di meclîsê de nameyekê xwend û vê re rondikên çavên xwe paqij kir. Di dema hilbijartinên 2011 an de parçeyek ji rojnamê xwend û bi dilhelûkî hêsir barden. Vê cara dawiyê jî di televizyonê de bi xwendina nameya Keça serokê Birayên Misliman yê Misrê giriya. Min bibexşînin, lê di nava gelê me de ji kesên wiha re „cazû“ dibêjin. Way ji hişê wan kesan re ku bi cazûyan dixapin!
Di şikandina vesayeta leşkerî de piştgiriya DYA ê hebû û ji bo serketina xeta îslamên sûnî jî her wisa. Li Misirê bi serketina Birayên Misliman re Erdogan gihîşte wê baweriyê ku dê êdî ti kes nikanibe pişta wan dayne erdê, jiwê hêdî hêdi rengê xwe yê rastîn nîşan da, di hin waran de gihîşte wê baweriyê ku, bikane bibe serkêşê hêzeke cihanî ya îslam, lema li hember rojava gav bi gav serî hilda.
Di mijara Surîyê de jî hem wer zen kir ku ewê bikane hêza El Qaideyê li wir pêşxe û ji bo xwe bikarbîne û hem jî bi navgîna wan pêşî li Tevgera Azadî bigire. Di vir de rengê wê yê rastîn hê baştir xuya kir, bi darbeya li Misirê re jî bi axayên xwe yê rojavayî re rû bi rû man, êdi tu qirediya wan nema.
Li ser hişarkirinên Amêrîkayê Erdogan xwe negirt û xwest enîşka xwe nîşanên wan bide, lema wiha gotibû: „Niha çi ji qesra sipî re, çi bi wan biye ku ew li ser vê mijarê dipeyivin!”
Lê rasatî tiştek din e. Wek mînak Bernard-Henrî Levyê fransî li ser mijara Misirê ku Erdogan rojavayî tewanbarkiribû, wiha nivisî:
“Birêz Erdogan xewn dibîne. Li Fransayê her kes li ser hişê xwe wandakirin û ji tengalê avêtina wî diaxivin. Êdî li Firansa û Amêrîkayê her kes bi wî dikene!”
Gideon Rachman di gotareke xwe ya  Financial Times de dide zanîn ku bendên hevkariya bi Erdogan re yek bi yek diqetin.
Baş tê zanîn ku di navbera Rusyaayê û Tirkiyê de her çendî Erdogan bi awayê lêborînê ew ziyaret kiribe jî, têkiliyek gelek sar di navbera wan de heye ku ev jî ji avakirina pireyeke baweriyê re gelek dûr e.
Dîsa ji berpirsên Qesra Sipî Michael Doran wiha ragihand: “Di rastiyê de stratejiyeke me ya têkoşînê ya li dij el Qaîdeyê heye, lê mixabin hevbendek me yê li Rojhilata Navîn ku di heman demê de endamê NATOyê piştgiriya El Qaîdeyê dike!”
Baş tê zanîn ku êdî li rojhilata Navîn jî tu welat polîtîkaya serkariya Erdogan cidî nagire. Lema jî li pey ku Erdogan çû Washingtonê hinek bendê wî hate kişandin. Ji ber van pêşveçûnan jî ew niha dixebite ku cardin têkiliyê xwe bi Îran û bi Irakê re dayne. Lê ev jî çar qurişên xwe nake, Amêrîka baweriya xwe bi wê nayne, lema jî di mijara atomê de Amêrîkayê ne bi navgîna Tirkiyê bi navgîna Umanê bi Îranê re têkilî danî.
Cengiz Çandar di gotara xwe ya dawiyê de wiha dinivîse: “Bi taybetî, li pey vê rûpela nû ya di navbera Îran û DYA ê de vebûye, tenê mayîna Tirkiyê û bi vê ve girêdayî bê bandorbûna polîtîka Tirkiyê ya derve telafî kirin gelek dijwar e û dem digire. Berdêla vê şaşiyê jî wê sedî sed hebe!..”
Ne tenê ev pêşveç^^un, ya herî girîng jî di Tirkiyê de şerê desthilatiyê gurr bûye. Ji ber van rastiyan jî gelek zelal xuya dike ku serkariya Erdogan êdî li ser xeta têkçûnê ye, têkiliyên bi vê serkariyê re tu bawerî nade.
Em li serkariya başûrê Kurdistanê dinêrin di pêvajoyeke wiha de têkiliya xwe bi serkariya Erdogan re xwirt dikin. Hêviya xwe bi hatinên petrolê ya li ser Tirkiyê re û bi wê ve têkildar bi serkariya Erdogan re girêdane. Hatin çûna Enqerê bi şova li Amedê re ev têkilî derket lutkeya herî bilind.
Baş xuya dike ku serkariya AKP- Erdogan di warê diravî de jî ketiye tengasiyê, li aliyekê dixebite ku bi riya pereyên kesên ta niha eskerî nekirine ku li dor 600 000 kesî ne, kaseya xwe dagirin û li aliyê din jî bi pereyê petrola Başûrê Kurdistanê. Serkariya başûr jî hêviya xwe bi hatina vê petrol û serkariya AKPê ve girêdane. Lê hêviya bi têkçûyan ne tenê têkçûn e, kareset e jî.