Hevrêtiya bi dilsoziya mutleq

Vejîn û Barîn, du hevrê ne ku bi hev re li Navenda Çand û Huner a Şêxmeqsûd ketin ser rêya têkoşînê. Bi hev re stran gotin, bi hev re li dijî çeteyan taxa xwe parastin û bi dengê xwe yê zîz şer gurr kirin. Tev li Berxwedana Serdemê bûn û di Sibata 2018`an de şehîd bûn.

ROZANA DADO / ANHA / HELEB

Jin di şoreşa Rojava de li waran bi roleke mezin rabûn. Têkoşiyan, li ber xwe dan û ji tevahî jinên cihanê re bûn mînak.

Du hevrêyên jin; Semîre Osman û Dunya Bekir jî ji wan jinan in ku têkoşiyane û bi berdêla canê xwe heta kêliya dawîn, wan welatê xwe parastiye. Semîre û Dunya du jinên ciwan ên hunermed, hevrê û şervan in. Her du heval ji Efrînê bûn û bi malbatên xwe re li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûbûn. Her du hevrê, di Sibata 2018’an de di Berxwedana Serdemê de, li warê xwe Efrînê şehîd bûn.

Semîre û Dunya di 2013’an de bi avabûna Navenda Çand û Huner a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê re beşdarî xebatên li navendê dibin. Wê demê Semîre 12 û Dunya jî 13 salî ye. Bi hunermend û endamên navendê re Koma Stranan a Şehîd Nûr El-Dîn ava dikin.

Li Şêxmeqsûd taxa xwe parastin

Hingê koma wan yekemîn koma stranan a taxa berxwedanê bû. Semîre û Dunya ji ber dengên xwe yên zelal û behreyên xwe yên hunerî, bûn pêşengên komê. Semîre û Dunya 3 salan di komê de dixebitîn û beşdarî hemû çalakiyan dibûn.

Dema ku di 2016’an de çeteyan êriş bire ser taxa Şêxmeqsûd, şêniyên taxê bi hevgirtineke mezin li ber xwe da û piştgiriya zarokên xwe yên li eniyên şer dikir. Semîre û Dunya jî ji bo taxa xwe biparêzin berê xwe da bereyên şer û li dijî êrişên hovane yên çeteyan li ber xwe da.

Her du hevrê bi rojan li beriyan, li kêleka şervanan çeperan çêdikin. Her wiha bi rojan li ser bendên kontrolê disekinin û ji şervanan re dibin moral.

Li pey hev bi 10 rojan

Birayê Dunyayê, Mihemed Bekir ê bi nasnav Dilşêr di bereya berxwedanê de şehîd dibe. Şehîd Dilşêr wê demê endamê Hêzên Asayîşê bû û di parastina taxê de şehîd dibe. Şehadeta birayê wê bandoreke mezin lê dike. Dunya soza şopandina rêya birayê xwe dide û radihêje çeka wî.

Dunya di 10’ê Hezîrana 2016`an de bi nasnavê Barîn Dilşêr beşdarî şerê li Şêxmeqsûdê dibe. Semîre jî bi beşdariya hevrêya xwe, piştî bi 10 rojan bi navê Vejîn Elî Şêr tev li nav refên YPJ’ê dibe. Her du heval heta serketina berxwedana taxê li ber xwe didin.

Li heman bereyê şehîd bûn

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê dike, şervanên YPG û YPJ’ê yên Şêxmeqsûdê cihê xwe di bereyên Berxwedana Serdemê de digirin. Barîn û Vejîn jî beşdarî berxwedanê dibin. Her du hevrê heta mehekê bi lehengî şer dikin.

Semîre (Vejîn) cihê xwe di bereya gundê Meimila yê Recoyê de digire û piştî berxwedaneke bêhempa di 12’ê Sibata 2018’an de şehîd dibe.

Dema ku Semîre (Vejîn) şehîd dibe, Barîn di eniya gundê Mosaka yê navçeya Racoyê de ye. Barîn jî piştî hevala xwe bi 6 rojan, 18’ê Sibatê şehîd dibe. Her du hevrêyan mîrateyeke mişt a têkoşîna jinên Rojava li pey xwe hişt.

Du mînakên li navenda huner bûn

Yek ji hevalên her du têkoşeran ku wê jî di Koma Şehîd Nûr El-Dîn de bi wan re kar kiriye, Fatma Ebdo ye. Fatma wiha qala her du hevrêyan dike: “Em di komê de 6 kes bûn û me bi yek giyanî kar dikir. Tebeqeyên dengê Semîre (Vejîn) û Dunya (Barîn) taybet bûn. Her du ji aliyê her kesî ve dihatin hezkirin û wan gelekî ji kar hez dikir. Tevî karê xwe di komê de her duyan di bereyên şer de alîkariya şervanan dikir û wan çek rakir.”

Fatma Ebdo wiha dewam kir: “Dema ez her duyan bi bîr tînim, israra min a dewamkirina têkoşînê di warê huner de zêde dibe. Beriya ku Dunya (Barîn) tev li nav refên YPJ’ê bibe, hat xatir ji me xwest. Wê demê ji me re got, ez hêvî dikim hûn rêya huner dewam bikin.”

Endama komê Yesmîn Koşan jî her du hevrêyan wiha bi bîr tîne: “Dema ez tev li nav komê bûm, hejmara me temam bû. Lê hebûna Dunya (Barîn) di nav me de atmosfereke şadî û hêviyê çêdikir. Têkiliya di navbera Dunya (Barîn) û Semîre (Vejîn) de xurt bû, her du heta derengî di perwerdeyê de diman û em jî teşwîq dikirin.”