Heywana pêşî kurmikek bûye

Jeolojîst bi ser pêşiyê herî pêşî yê heywanan ve bûn. Ev heywana dişibe kurmikekî piçûk biqasî liba birincê mezin bûye. Ev heywana hanê ya ku navê ilmî Ikaria wariootia lê tê kirin, organîzmaya yekê ya du seriyên wê hene, berê wê û pişta wê heye, du aliyên wê yên sîmetrîk hene, herdu devên li seriyên wê bi rûviyekê bi hev ve girêdayî ne. Ew ji fosîlên Edîakarayî ye û di nav beşên kevirbûyî yên li Awustralyayê di binê behrê de hatiye dîtin. Dirêjiya wan di navbera 2 ta 7 mîlîmetreyan de diguhere; ya herî mezin biqasî libeke birincê ye. Bi her halî wisa xuya ye ev heywana ji beriya bi 500 milyon salî weke heywana yekê diyar e û bi vî awayî di nav dara beridînê de mirov jî tê de, dibe pêşiyê me hemûyan. NAWENDA NÛÇEYAN