Hilbijartinên Elmanyayê -1-

Li Elmanyayê 24´ê Îlonê hilbijartinên giştî wê pêk bên. Niha li her devera Elmanyayê hewaya hilbijartinê li dar e. Kolan û kuçe bi sembolên namzetên parlamena Federal a Elmanya ve xemilandî ne. Li ser hind dîrek û dîwaran bi dehan wêne û sembol li bin guhên hev dikevin, lewre îsal 42 partî beşdarî hilbijartinên giştî dibin. Ev jî di warê beşdariya partiyan de wek rekorek dihê hesibandin. Li gel benda ji % 5 a beşdariyê jî tevlibûna evçend partiyên hûr û gir ji bo Elmanan pêşbaziya hilbijartinan girîngtir dike. Derdorên pispor yên siyasî ji vê encamê kêfxweş in, lewre ew teza ku digotin; ji bo welatiyan balkêşî û rakêşiya hilbijartinan nemaye, pûç derdikeve. 

Dane û lêkolînên heta niha hatin kirin, rewşa partiya Engela Merkel CDU´yê baştir didin nîşan. Li gel kêmasiyên girîng jî di bûdçeyê de çend milyar zêdeyî li ser hesabê şansolye xan wek bûyereke dîrokî ya heta niha nehatiye dîtin, dihê qebûlkirin. Li aliyê din rêjeya bêkariyê di asta herî nizm de ye. Lê mixabin a li serê Elmanan jî bûye bela, siyaseta wan a li gel Tirkiyeyê ye. Gelê Elman bi pirranî ji siyaseta hikûmeta xwe ne razî ye. Li kuçe û kolanan nefreteke dîrokî ya nedîtî li dijî Erdogan li dar e. Lê hikûmet heta niha di wî warî de ti gavên ji bo parastina rûmetê jî neavêtine. Elman bersivên heta niha hatin dayîn jî têrbar nabînin, li gorî wan rayedarên Elman li ber Erdogan bêdeng mane û nekarîne bersivên pêwîst bidin. 

Her wiha di niqaşa Angela Merkel û Martin Schultz de jî ya li bendê bûn encam neda. Gavên di çarçoveya Yekîtiya Ewrûpayê de jî dilê hilbijêrên Elman rehet nake. Wek tê zanîn li gel terora AKP-MHP´ê û dîktatoriya zelal a Erdogan ku Bakurê Kurdistanê sotin, bi hezaran mirov kuştin û welat veguherandin zindaneke qirase jî, hikûmeta Elman her li dora babeta baregehên Încîrlîk û Konyayê zivirîn. Dîsa eger encamên pirr cihêreng rûnedin, partiya sosyal demokrat SPD wê dîsa bibe ya duyemîn. Partiya Çep (Die Linke) ji bo zêdekirina dengan bi hêvî ye, lê bi tenê temsîla di parlamentoyê de jî armanca tê xwestin bi dest wan ve nayîne. 

Her wisa partiya ku wek nûnerê eniya nijadperest û nasyonalîst dihê nasîn û di van salên dawiyê de her diçe rêjeya dengên xwe zêde dike jî, li ber deriyê parlamenê ye. Elmanya di vî warî de jî ji qeyranên dema bê re avis e. Rakirina mafê destnedanê ya seroka AFD´ê jî ji aliyê derdorên siyasî ve wek pêştedbîrekê dihê dîtin. Dewleta Elman di metirsiya bûyera Jorg Haider de jî li çareseriyan digere. Wek dihê zanîn demek Haider jî li Awûstûryayê bûbû sedema gelek serêşiyan heta ku di qezayekê de miribû, ew alozî ji bo tevahiya welatên Ewrûpayê veguherîbû sawdariyekê. 

Kurd di van hilbijartinan de bi tenê bi namzeteke rasterast hene. Ew jî ji Eyaleta Baden Wuttenbergê Gokay Akbulut e. Her çiqas dilê pirraniya Kurdan li aliyê çepê jî lêdide, bi zelalî partiyek nayê destekkirin. Ev rewşa Kurdan a li Elmanya ya di warê siyasetê de jî hêjayî gotûbêjê ye. Li gel girseya mezin a li vî welatî ev encama heyî nirxandinên berfireh û lezgînî ferz dike. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd NAV-DEM ku pêşengiya sazî û rêxistinên civakî yên Kurdên li Elmanyayê dike û girseya herî mezin a Kurdan di bin sîwana xwe de dihewîne, derbarê hilbijartinan de pirsin amade kirine. NAV-DEM tekane saziya herî mezin, radîkal demokrat, pêşverû û sekûler a Kurdên li vî welatî ye. Pê ve girêdayî di warê maf û têkoşîna azadiya jinê de jî zorê dide asoyên jiberkirî. Her wisa NAV-DEM ne tenê ji bo mafên Kurdan nemaze ji bo tevahiya koçber, penaber û yên nayên dîtin jî têdikoşe. 

Her wiha NAV-DEM ji tevahiya partiyên Elman wiha pirs dike? 

‘Li Elmanyayê her diçe ferqa di navbera hejar û dewlemendan de mezin dibe, li bajarên mezin kirêya xaniyan her diçe zêde dibe, ji ber wê jî, gelek mirov neçar dimînin terka cihwarên xwe bikin. Rewşa kar û dahata mirovan derfeta jiyaneke bi rûmet nahêle, yên malnişîn jî di nav tengasiyê de ne. Têkiliya paşxaneya rewşa civakî û ya serketina di perwerdehiyê de jî wek pirsgirêkeke nehatiye çareserkirin e. Her wisa; pêşniyaza partiya we ya derbarê ewlehiya civakî, perwerdehî, tenduristî û ya misogeriya malnişînê de çi ye? 

Em ê heftêya bê li lêkolîna li ser hilbijartinên giştî û rewşa Kurdan dewam bikin.