Ibrahîm jî şehîd bû

Grup Yorumê Ibrahîm Gokçek ji ber ku soz hat dayîn ku daxwazên wan wê bi cih bên anîn, 5’ê Gulanê navber dabû rojiya mirinê û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Di ser hesabê Twitterê yê Grup Yorumê de şehadeta Gokçek wiha hat ragihandin: “Beriya niha bi kêliyekê em pê ilam bûn ku Ibrahim Gokçek şehîd bûye li nexweşxaneya lê dihat dermankirin! Serê gelê me hemûyî sax be, bila serê mirovahiya dilê wê bi yê me re lêdixist hêmuyî sax be!”

7’ê Mijdara 2016’an polîs bi ser Navenda Çandê ya Îdîl de girtibû, û endamên Grup Yorumê jî girtibûn. Endamên Grup Yorumê Hêlîn Bolek, Bahar Kurt, Barış Yuksel, Ibrahim Gokçek û Alî Araci, bi daxuyaniyek li hepsê dayî, 17 Gulana 2019’ê denst bi greva birçîbûnê kir ya ku paşê veguherî rojiya mirinê. Daxwazên wan jî ev bûn: betalkirina dozên li dijî endamên Grup Yorumê, betalkirina biryara girtinê ya li dîjî endamên komê, dawîhatina li serdegirtinên li dijî Navenda Çandê ya Îdîlê. Dewleta Tirk hem bi zextên neheq û hem jî bi guhnedana daxwazên Grup Yorumê sê endamên komê Hêlîn Bolek, Mustafa Koçak û Ibrahim Gokçek şehîd kirin.

NAVEDA NÛÇEYAN