Îdeolojiyên zimên û nasname li sinifên mîrate û  zimanê Kurdî ên li Londonê 

Dr. Birgul YILMAZ

Ev gotar bi îdeolojiyên zimên ên di nava wan xwendekarên zimanê mîrateyê (HLL) ên Kurmancî li du sinifên di nava civakê de yên li Londonê, dadikeve. Daneyên ku gotar xwe dispêrinê çavdêriyeke 18 mehan a li van sinifan û hevpeyvînên nîvstrukturkirî yên ji 2011’an heta bi 2013’an ên di nava civaka Kurd a li Londonê de. Du cureyên Kurmanciyê xwe didan der ji şiroveyên metalînguîstîk ên beşdarên van hevpeyvînan de ku ji bo analîzê balkêş bûn: Kurmanciya Bohtan, pirranî weke ya “munasib” dihat binavkirin, û Kurmanciya Mereşê ku bi pirranî weke “ne munasib” dihat terîfkirin. Herçî zimanê van dersan dixwest fêr bikin jî Kurdiya “akademîk” bû û têkiliya wê jî bi Kurmanciya Bohtanê [nivîskar li vir behsa têgihiştina li cem xelkê Mereşê dike; têbîniya wergêr] re dihat danîn; lê belê pirraniya xwendekaran bi Kurmanciya Mereşê dipeyivîn. Gotar wê xwe bisipêre teoriyên li ser îdeolojiyên ziman (Irvine û Gal 2000; Piller 2015), îdeolojiyên zimanê standart (Milroy û Lesley 1985) da ku li gotarên (diskursên) ji hînbûna zimanî xwe didin der û ka di nava sinifên dersê de îdeolojiyên zimên çawa tên avakirin, muzakerekirin û li ber wan tê rabûn.

Xwendekarên van sinifên hînbûna Kurdî yên ketine ber awirên vê lêkolînê, di astên cihê de bi Kurmancî dizanin û ji bo behremendiya xwe ya nivîsandin û xwendina Kurmanciyê bi pêş bixin. Ev xwendekar bi piranî çalakger bûn û weke sedemên hînbûna Kurmanciyê li Londonê jî wan got:

– Ew dixwazin hînî zimanê xwe (weke xwendin û nivîsandinê) hîn bibin ji ber ku ji ber zexta li Tirkiyeyê, wan nekarî van behremendiyan bi dest bixin;

– Ew dixwazin xwe ji wê tecrûbeya lînguîstîk xilas bikin, ya ku ku dikir ew xwe bê hêz hîs bikin;

– Ew dixwazin bi rabihuriya xwe re ji nû ve têkiliyê daynin;

– Ew wê zextê hîs dikin ku li Meliktiya Yekbûyî divê “ew bi zimanê xwe zanibin”, ji ber ku ziman weke beşeke muhim a nasnameya etnîk tê dîtin li cihana rojavayî (Yilmaz, 2016)

Li Meliktiya Yekbûyî qebûleke fermî ya Kurmanciyê û piştgiriyeke înstîtusyonal jî nîne. Ew ne weke zimanekî hindikahiyekê ne jî weke zimanekî koçberan tê qebûlkirin. Tevî ku hikûmetên cihê, şaredarî nivîs, agahiyên bi Kurmancî û Soranî didin û xizmeta bi van zimanan dikin jî, gelek beşdarên vê lêkolînê gotin, ew nikarin ji van xizmetan sûdê wergirin ji ber ku behremendiyên wan ên xwendin û nivîsandina bi Kurmanciyê nînin.

Bi ser vê de jî tiştekî din heye, Mehmet Bayrak, nivîskareke ku xwe weke Turkolog û Kurdolog terîf dike, îdîa dike ku Kurdên “din” rexneyan li Kurmanciya Mereşê dikin û ev jî dibe sedem ku mirov bitirsin bi Kurmanciya Mereşê bipeyivin ((http://www.binboga.org/maras-Kürtcesi-soyleminin-sakincalari-0/ [accessed 29 November 2015]).   

Ev gotar jî weke Bakhtin, bê ka ziman ne çi ye, li ziman dinihêre; ziman “[…] ne sîstemeke mucerred a kategoriyên rêzimanî ye, lê ji wê û wê de ziman weke îdeolojîk têrkirî be, weke nihêrîneke li dinyayê be, heta weke fikreke berçav be tê dîtin; ev jî di warên jiyana îdeolojîk hemûyan de jihevfêmkirineke herî zêde misoger dike.” (Bakhtin 1981: 271)

Piştî vê em dikarin behsa wê bikin ka ev gotar çawa li îdeolojiyên ziman dinihêre, wan çawa fêm dike: “rêzek baweriyên li zimên yên ku bikarhêner weke rasyonalîzekirin yan jî rewakirina struktura zimanê mirov pê dihisin û bikaranîna wan, wan îfade dikin” (Silverstein 1979: 193). Çawa ku Piller (2015) dibêje:

Îdeolojiyên zimên destekê didin bikaranîna zimên, ew jî ji aliyê xwe ve dirûv dide îdeolojiyên zimên; ew xizmeta armancên civakî dikin, bi gotinên din hedefa îdeolojiyên zimên ne lînguîstîk in, lê civakî ne. Weke her tişta civakî, îdeolojiyên zimên jî peywendîdar, pirrhejmar in û li ber wan tê rabûn. (Piller 2015: 4)

Modela ji bo analîzê

Ji bo analîzkirina awayê avakirin, muzakerekirina îdeolojiyên zimên û berxwedana li dijî wan, ez modela Irvine û Gal (2000) bi pêşxistî bi kar tînim, ew ji bo vê têgeha pêvajoya semiyotîk [di zimanzaniyê de nîşandêr; nîşeya wergêr] bi kar tînin: “Îkonkirin; di nava wê de veguherîneke nîşana peywendiya di navbera cure û îmajên civakî de heye ku pê ew bi hev ve girêdayîne. Lixwevegerîna fraktal: tê de projeksiyona di asteke din de ya peywendiyeke dijber û beloq a di astekê de. Jêbirin: ev jî pêvajoya ku tê de îdeolojî bi hêsankirina meydana sosyolînguîstîk, dike ku hin kes yan çalakî (yan jî fenomenên sosyolînguîstîk) xuya nekin. (Irvine and Gal (2000: 87–89)

Ev model dikare bi daxuyaniyên weke  “Maraş Kürtcesi çor e” yan “Maraş Kürtcesi şikestî ye” (Yilmaz 2016) bi kurtî bê terîfkirin; ev jî xwedî wê potansiyelê ye ku axaftvanên Kurmanciya Mereşê yan jî Kurdên Elewî weke “çor” yan jî “şikestî” bên îkonîzekirin. Ev terîfên hanê dikarin weke nûneriya îkonîk ji bo xelkê Mereşê bên şirovekirin. Herçî lixwevegerîna fraktal e, dikare bi têgehên “wekhevî” û “cihêtî” elaqedar bê dîtin; gava ku kom yan jî ferd daxuyaniyên ji helwêstên hember îfade bikin, weke nimûne, “Kurdiya me têkelhev e bi Tirkî re“; ev jî dikare bê şirovekirin weke zimanê “me” li gorî zimanê “wan” têkelhev e û ne munasib e û wekî din. Herçî pêvajoya dawî ye, yanî, jêbirin, maneya wê çi ye, çalakiyên zimanî yên hin ferdan êdî xuya nakin, li vir pirrengiya navxweyî ji holê radibe. Min di sinifan de gelek mînakên înteraksiyonê dîtin ku mamosteyan hema welê hîç îhtîmam neda zimanên herêmî yê şagirtan. Lê belê, şagirtan pirraniya caran li ber xwe da li dijî fermanên ji jor ve bi rêya muzakerekirina nasnameyên xwe.

Li vir ez Lippi Green (1994) bi bîr bixim ku dibêje. “Pirraniya cihêbûna zimanî li dora nasnameya civakî ava bûye. Lînguîst bi vê dizanin, lê ne lînguîst jê pê dizanin, û li serê kar dikin; aksan vediguhere terz û navgîna ji bo liderhiştinê. Rastî ev e, her cara mirov aksanekî red dikin, ew di heman demê de nasnameya kesê dipeyive jî red dikin: nijada wê/wî, mîrateya etnîk, kokên neteweyî, girêdanên herêmî yan jî  çîna aborî.  (Lippi Green 1994:165)

Ji ber vê yekê cihêrengiya zimanî ji nêz ve elaqedar e bi nasnameya civakî re, “ji ber ku axaftvan dibe ku cihêtiyên dengsaziyê bi kar bînin da ku nîşana komên civakî yên ku ew xwe ji wan hesab dikin, hildin” (Hudson 1996: 45). Cihêtiyên îdeolojîk ên girêdayî cihêrengiyên zimanî ne, di warê naskirinên me de xwedî maneyên çandî ne. Piştî danîna girêdana nêzîk a teorîk a di navbera cihêtiyên zimanî, îdeolojiyên ziman û nasnameyên civakî, ez pir kurt behsa rêbazên ji bo analîza daneyên ji du sinifan min berhevkirî, bikim.

Etnografiya lînguîstîk

Rêbaza ku vê gotarê xwe spartiyê, xwe disipêre agahî û zanîna ji etnografiya lînguîstîk. Di çarçoveya vê lêkolînê de Etnografiya Lînguîstîk weke rêbazeke pêremiamelekirinê ya rêbazî û analîtîk hat bikaranîn, ji ber ku Etnografiya Lînguîstîk bala xwe dide nivîskîbûn, ziman, etnîkbûna cihî, nasname û newekheviya li nava sinifê; îdeolojî û dînamîkên çandî: sinif weke meydaneke bihevre danûstendinê; û hînkirina zimên (Creese 2008). Rola din a Etnografiya Lînguîstîk di vê lêkolînê de tercîha berhevkirina daneyan bû: hevpeyvînên nîv strukturkirî, notên ji lêkolîna meydanî, çavdêriyên beşdaran, qeydên deng. Rola sêyem a Etnografiya Lînguîstîk di vê gotarê de ew e ku analîza min xwe disipêre bikaranîna zimên a cihê wê diyarkirî (Copland and Creese 2015: 29), li vir ez bi kar tînim “nêzîkatiyeke ji jêr ber bi jor ve, di nava vê de kirina cihî û bihevredanûstendin di nava dinyayeke civakî ya firehtir de hatine bicihkirin (Creese 2008: 233); û ez wan mijar û gotarên ji danûstendina beşdaran dayî der analîz dikim, li şûna ku kategoriyan ji jor ve daynim.

Daneyên ev gotar xwe disipêrê wan du cure ne. Ya yekê analîza kite bi kite ya lînguîstîk e nexasim yên dengsaziyê yên weke [ɑ]~[æ], û peyvên ku weke nîşanên nasnameya komê didin der. Asta diduyê ya analîzê xwe disipêre sê pêvajoyên semîtîk ên li jor min behsa wan kir: îkonîzekirin, lêvegerîna fraktal û jêbirin.

Li herdu sinifan jî şagirtan Kurmancî weke zimanê xwe bi nav dikir û pesnê xwe pê didan ku ew hewl didin xwendin û nivîsîna zimanê xwe hîn bibin, ew zimanê derfeta wan nebû li Tirkiyeyê hînî bibin. Ji bo gelekan ji wan Kurmancî ne zimanê jiyana wan a rojane bû, belkî ji bo bi kal û pîran re bipeyivin, bi kar dianîn. Mamoste, Hînker (asta 1ʼê ta 3ʼyê) bi kar dianî. Ev kitêbeke dersê ye ku mamosteyê Kurdî yên di perwerdeya mainstream a li Tirkiyeyê de kar dikin. Kitêb texlîda kitêbên dersê yên Ingilîzî yên li Tirkiyeyê ye û pirsên sereke yên elaqedarî çînên civakî der dixe pêş. Weke nimûne pirraniya karekterên di kitêbê de ji çîna navîn a Kurd in. Kitêbên beriya niha yên weke ya kitêba gramerê ya Baran Rizgar (1996) “Learn Kurdish: a multi level course in Kurmanji”,  ya li Meliktiya Yekbûyî weşandî, cih dida karakterên cotkar û gundî û tê de Kurd weke gundiyan dihatin nîşandan. Herçî du kitêbên din in, Wezareta Perwerdeyê ya Tirk ew hazir kirine, li ser Sirûda Tirk û wêneyê Atatürk hene. Di kitêba yekê ya Gulmez û yên din de (2015), karakterên dînî hebûn, weke jinên sergirtî. Di kitêba din de ya Yildirim û yên din (2015) cih dabû zarokan jî, û karakterên laîk nîşan didan. Ev her du kitêb di sinifên li Londonê de nehatin bikaranîn. Bi her halî, meylên cihê yên îdeolojîk yên kitêbên dersê meylên siyasî û îdeolojîk ên nivîskaran nîşan didin. Ev materyal tesîrê li danûstendina li nava sinifê jî dikin. Û di vê rewşê de kitêba dersê Hînkerê dubendiyek di navbera axêverên Bohtan û Mereşê de hilberandiye û pê re jî nakokiyên di navbera şagirtên ji çîna karker û yên ji çîna navîn de hilberandine. Mîkaîl ê mamoste, ji herêma Bohtanê bû û ti paşxana wî ya perwerdeyî ya ji bo mamostetiya Kurdî weke zimanê mîrateya çandî nîne; lê belê tecrûbeya wî ya pratîkî di dersdayîna Kurmanciyê li Tirkiyeyê hebûye. Wî xwebexş kar dikir û materyalên xwe yên dersê bi xwe amade dikirin.

Tevî ku sinifa li başûr û ya li rojhilatê Londonê di meseleya bikaranîna Kurmanciyê de xwedî dînamîkên cihê bûn. Di sinifa li başûrê Londonê de şagirt bi pirranî Kurdên ji Tirkiyeyê bûn, di sinifa li rojhilatê Londonê de Kurdên ji Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiyeyê hebûn. Lê dîsa jî gotarên li vir hilberandî dişibiyan hev di warê avakirin, muzakerekirina wan û berxwedana li dijî wan de jî.

Avakirin, muzakerekirina îdeolojiyên ziman û nasnameyan û berxwedana li dijî wan

Di sinifa li başûrê Londonê de çalakgeriya siyasî serwer bû di nava şargirtan de, herçî sinifa li rojhilatê Londonê bû, xwediyê wê îdîayê bû ku siyasî bêalîtir e. Gava min dane analîz kirin, sê tişt kifş bûn:

  • Avakirina cihêbûna zimanî û gotarên serwer
  • Muzakerekirina cihêbûna zimanî û gotarên serwer
  • Berxwedana li dijî guherînê

Di sinifa li başûrê Londonê de tesîra çalakgeriya siyasî zêde bû. Çavdêriyên min û notên min ên li jêr wê vê çêtir îfade bike û her wiha nîşan bide kîjan ziman di dersê de herî zêde dihatin bikaranîn.

“Di sinifê de […] ez Tirkî û hinekî Ingilîzî dibihîsim… Pirraniya axaftinan li ser siyaseta li Tirkiyeyê ye. Weke ku her kes hev pirr baş nas dike li vir. Pirraniya şagirtan jinên ciwan ên baş perwerdebûyî yên di 30 saliya xwe de ne û azib in. […] Ders bi çavlêgerandina rêzimanê dest pê kir, xwendina metnekê yan jî xwendina ji kitêba dersê Hînkerê û temaşekirina bernameyeke siyasî ya li ser komputera mamosteyî dewam kir. Piştî bi saetekê navbereke çixare kêşan û çay vexwarinê hebû. Piştî navberê şagirt tên cem hev û rêzimana Kurdî û peyvên Kurdî hîn dibin. Ders bi lîstikeke peyvan bi dawî dibe ku tê de şagirt hewl didin ji hev bibihurin. Ez dibihîsim ku hin şagirt bi pistepist dibêjin, ‘biz böyle söylemiyoruz’ (Em wisa nabêjin). Rêwîtiya min li vir dest pê dike: ez kifş bikim ka maneya “em” çi ye…”

(22ʼyê Adara 2012ʼan, têbîniya lêkolîner, sinifa li başûrê Londonê)

Li beramberî vê, di sinifa li rojhilatê Londonê de beşdar di serî de Soranî, bi şêwezarên din ên Kurdî û zimanên din ên weke Erebî, Farisî Ingilîzî û Tirkî dipeyivîn. Li sinifa rojhilatê Londonê jî pirraniya şagirtan Kurdên ji Tirkiyeyê bûn û wan dixwest hînî Kurmancî bibin. Lê çendek xwendekarên din hebûn ji deverên Kurd ên Sûrî, Îran û Iraqê, ew bi Erebî, Soranî û her wiha bi Ingilîzî jî dipeyivîn. Li sinifa li başûrê Londonê bi xwe, şagirt bi pirranî bi Tirkî û Ingilîzî dipeyivîn.

Ev sinifa hanê bi min gelekî guhertî xuya bû, ji ber ku Kurdên ji Îran, Iraq û Sûriyê hebûn di sinifê de û mamoste li wir ji Tirkî bêhtir meyldar e bi Ingilîzî bipeyive. Herçî şagirt in, bi pirranî dêûbavên zarokên wan diçin Dibistana Yekşemê [li KCC dersên Ingilîzî, Fen û Kurdî ji bo zarokan dihatin organîzekirin; têbîniya wergêr] ne.

(2ʼ Kanûna 2012ʼan, têbîniya lêkolîner, sinifa li rojhilatê Londonê)

Şagirtên sinifa li rojhilatê Londonê, bi pirranî dêûbavên zarokên diçin Dibistana Yekşemê bûn. Muhim e li vir ez bibêjim, rewşeke duzimanî di navbera dêûbav û zarokan de hebû û vê rewşê kiribû ku sinifa li rojhilatê Londonê bê damezrandin. Yanî, zarok hînî Kurmanciya standart dibûn, lê hin dêûbav bi Kurmanciyên herêmî dipeyivîn û hin dêûbav Soranîaxêv bûn û wan hîç bi Kurmancî nedizanî. Fînansmana vê dibistanê ji meclisa şaredariyê ya deverê dihat û destpêkê sinifa li başûrê Londonê ji bo zarokan hatibû damezrandin. Bi her halî, bi demê re ji bo dêûbavan jî sinifek hat organîzekirin. Bi zarokên wan re di heman demê de, dêûbav jî ketin dersê, lê li dersgehên cihê. Gava ku fînansman hat rawestandin, van sinifan salekê dewam kir û sala piştre nekarî dewam bikin.

Ji ber ku eyarên ziman û siyasî yên li her du navendan ne weke hev bûn, bikaranîna zimên û peywenda înteraksiyon tê de çêdibû jî diguherî. Bi her halî beşdarên her du peywendan jî bi înteraksiyon û danûstendinên xwe îdeolojiyên dişibin hev ên  zimên ava kirin: Kurmanciya Mereşê di herdu peywendan de jî hat nerewakirin.

Avakirina gotarên li ser cihêkirinên lînguîstîk û serwerî

Zimanê ku dersê dixwest hîn bike Kurmanciya “baş” yan jî “akademîk” bû. Beşdaran ev Kurmancî bi ya Bohtanê re elaqedar dikir. Ev îdeolojî xwe dide der gava jineke Elewî ya baş perwerdebûyî Elîf ku bi Kurmanciya Mereşê dipeyive, (Meletî bajarekî nêzî Mereşê ye û axêverên ji vî bajarî jî weke Kurmancîaxêvên ji Mereşê tên sinifandin), dibêje, jineke ji ba

şûrrojava [Behsa Bakurê Kurdistanê dike; têbîniya wergêr] (herêmeke ku teqrîben Botan e)* şîret lê kiriye da ku bi Kurmancî nepeyive, ji ber ku Kurmanciya wê çor e û zehmet e bê fêmkirin.

Ev mînaka Elîfê delîla neewlebûna lînguîstîk a Kurdên ji Meletiyê û Mereşê ye, ev dibe ku encama şiroveyên bi pêşhukm ên beramberî vê devokê bin. Şiroveyên jê re dikin, dibêjin bila ew “bêdeng” be, li şûna ku ew ê bi devoka xwe bipeyive, bila ew bi Tirkî bipeyive. Di hevpeyvîna me de Elîf ji min re got, Kurdiya wan herêman [Diyarbekir, Çewlik û Mûş] Kurdiya “baş” e. Elîf Kurdiya Mereşê û derdora wê weke di warê gramatîkê de ne rast, û peyvên wê kêm terîf dike. Ji gotinên Elîfê em bi pêvajoya îkonîzasyonê dibînin ku xisletên zimanî elaqedarî îmajên civakî ne. Ew dengê /a/ bi xelkê Mereşê re têkildar dike û dengê /æ/ jî bi yên din re. Îmaja civakî ya Elîf pê axaftvanên Bohtan [li vir ev peyv ji bo giştîkirinê hatiye bikaranîn, ne ku bi rastî axaftvanên Bohtî ne; têbîniya wergêr] weke di Kurmanciyê de “rewan” terîf dike, ji bo wê, peyvên axaftvanên Kurmanciyê yên ji Mereşê kêm in û ew Tirkî bi kar tînin. Bi ya wê dengên weke [ɑ] yên ku xelkê Mereşê bi kar tîne jî “hişk” in.

Elîf hem xwe li nav karê hilberîna îdeolojiyên serwer dixe, bi wê yekê ku Kurmanciya Bohtanê weke “baş” bi cih dike û îşaret bi ne”rast”bûna Kurmanciya Mereşê dike. Hem jî ew di heman demê de bîreweriya xwe ya metalînguîstîk a elaqedarî rêziman û bilêvkirinê jî derdixe pêş.

Asta duyê ya cihêkirina zimanî ya ku di peyvên Elîfê de xwe dide der lêvegera fraktal e; ev hê avakirina dubendiyên nû yên elaqedarî rêziman û bilêvkirina herdu şêweyên zimanî ye, û pê dewamkirina îxtîlafeke din e. Di liberhevgirtina wê de gava wê /æ/ ya nerm û /ɑ/ ya hişk de, wê /ɑ/ sê caran li ser hev got, da ku min qaneh bike ku haya wê ji qaîdeyên rêzimanê heye û ew dizane ku Kurmanciya wê ne “munasib” e. Elîf wekî din dibêje, ew bi vê dizane ji ber ku ew beşdarî dersan bûye. Ev mihum e, ji ber ku ew nîşan dide ka çawa ji peywenda sazûmanî dide der ka kî axaftvanekî rewa û kî ne yê rewa ye. Eyarên sazûmanî yên li sinifê alîkar dibin ji bo rewabûna Kurmanciya Bohtanê zexmtir bibe û ew jî dibe sedema pêvajoya dubendkirinê ku di peyvên Elîfê de jî hatiye avakirin.

Muzakerekirina cihêtiyên zimanî û serwerî

Mijareke din a di sinifan de ew bû ku Kurmancîaxêvên ji Mereşê Tirkî û Kurdî “têkilhev dikin”. Fikra têkilhevkirina Tirkî û Kurdî hisên têkilhev beramberî gotara serwer diafirînin. Di sinifa li rojhilatê Londonê, mamoste Mîkaîl dersekê dide şagirtan, wî li rêza yekê 5 ta 6 peyvên destpêkê bi Kurdî nivîsîne, lê lêker bi Tirkî. Ji şagirtan Yeter, dikare weke Kurmancîaxêv a prototîpîk a ji Mereşê bê terîfkirin. Ew, yek ji şagirtên kêmtir başperwerdebûyî ye. Ev dikare yek ji sedeman ka çima bêhtir bi wê hat kenîn. Piştî ku Mîkaîl ew metina bi mubalexe behsa Kurmanciya Mereşê dikir, xwend, Yeter got, ev tam weke Kurdiya “wê” bûye. Li aliyekî Yeter dibîne ku “têkelhevkirina” Tirkî û Kurdî bi wê nexerîb e. Li aliyê din jî ew metelmayî ye ji ber ku bi gotinên wê, “ev hemû Tirkî ye”. Sedema metelmayîna wê peywenda sinifê ye; lewma eyara sinifê ew e ku lê Kurmanciya “rast” hîn dibe û ne li bendê bû ku mamoste Tirkî û Kurdî “têkel hev bike”. Wekî din Yeter li ber xwe dide û dibêje, ev awayê ew dipeyive. Lê di heman demê de ew îdeolojiya serwer a ku dibêje Kurmanciya Mereşê bi awayekî “xwezayî” têkelhev e. Ev danûstandina Yeterê bi Mîakîl re îkonîzasyona Kurmanciyê Mereşê weke “têkelhev” nîşan dide. Lê ew ne ku tenê vê qebûl dike, ew her wiha li ber xwe dide, israr dike ku Kurmanciya xwe bi kar bîne û pê nasnameya xwe ya herêmî diparêze.

Berxwedan

Peywenda sinifê wekî din derfetê dide şagirtan ku îdeolojiyên zimên ên ku mamoste û peywenda hînbûna Kurmanciya standart li ser wan ferz dike, muzakere bikin û li dijî wan li ber xwe bidin. Kurmancîaxêvên Mereşê bi îndekskirina nasnameya xwe û otantîkbûna varyanta xwe li ber gotarên serwer ên ku pê rewabûna Kurmanciya Bohtanê cîbicî bûye. Danûstandina di navbera Yeter, Gulbahar, Kamuran û mamoste Mîkaîl a li sinifa li rojhilatê Londonê de mînakeke baş e. Li vir bi Yeterê dikeniyan. Cihêtiyên herêmî yên weke ‘dilîzimʼ û ‘dalîzimʼ (Kurmanciya Mereşê ), yan jî têkelhevkirina morfemên Kurdî û Tirkî yên weke ‘yozmişkeʼ dibûn sedem ku gelekî bi wê bê kenîn, nexasim jî ewên bêhtir perwerdebûyî û ne ji herêma wê bi wê dikeniyan.

Mamosteyê Yeterê gelek caran Kurmanciya Yeterê rast dikir û israr dikir da ku ew dengên weke “da”, ber bi “di” ve biguherîne; lê carinan jî wî dev jê ber dida û israr nedikir ku Yeter nîşanên devoka xwe biguherîne. Gelek caran aloziyên bi vî rengî bi wê yekê dihatin çareserkirin ku mamoste digot, ev tenê cihêtiyên herêmî ne û şagirt dikarin kîjan varyantê dixwazin wê bi kar bînin. Tevî ku armanca Mîkaîl hînkirina Kurmanciya standart bûye, ji ber berxwedana şagirtan carinan ew neçar maye qebûl bike ku beramberî Kurmanciya Mereşê “xweşbîn” be.

Herçî peyv in, Mîkaîl ew qebûl dikin, lê ji bo xisletên dengsaziyê yên yeterê wî alternatîf pêşniyaz dikirin. Yanî Mîkaîl neçar bû ku hêmanên “bi pirsgirêk” ên di varyanta Yeterê de di warê veguherîna deng de muzakere bike. Berxwedana Yeterê beramberê vê veguherîna dengî elaqedarî pêvajoya avabûna nasnameyê ye. Yeter repertuwara xwe zimanî ya cihê ji bo avakirina nasnameya xwe ya herêmî bi kar tîne û ew li dijî guhertina nîşanên devoka xwe li ber xwe dide bi wê yekê ku ew girêdana xwe ya herêmî bi bîreweriya xwe ya metalînguîstîk bi gotinên weke “Em wa dabên” derdixe pêş.

Berxwedana di nava sinifê de nîşan da ka nasname çawa bi dîskursan tên avakirin û muzakerekirin, û ji ber vê jî ew ne homojen û statîk in. Peywenda sinifê jî nîşan dide ka çawa fikra “standard” jî di peywenda hînbûna Kurmanciyê de tê muzakerekirin û çawa serweriya “standard”ê çawa ji nû ve tê hilberîn.

Çavkanî

Bakhtin, M.M. 1981. Dialogic imagination: Four Essa ys. Michael Holquist Ed. Caryl Emerson û Michael Holquist (Trans.). Austin: University of Texas Press Slavic Series.

Copland, Fiona & Angela Creese. 2015. Linguistic ethnography: Collecting, analysing and presenting data. London: SAGE Publications Ltd.

Creese, Angela. 2008. Linguistic ethnography. In K. A. King & N. H. Hornberger (eds.), Encyclopedia of language and education, 2nd edn, vol. 10 (Research methods in language and education), 229–241. New York: Springer.

Özhan & Abdurrahman Kardaş. 2015. Kurdî Kurmancî 5. Milli Egitim Bakanligi Yayinlari.

Gülmez, Gülbeddin, Hasan Gümüş, Ahmet Eyer, Ramazan Yaman, Lokman Kartal, Abdurrahman Özhan & Abdurrahman Kardaş. 2017. Kurdî Kurmancî 5. Türkiye: Milli Egitim Bakanligi Yayinlari.

Hudson, R.A. 1996. Sociolinguistics, 2nd edn. Cambridge: Cambridge University Press. Irvine, Judith T & Susan Gal. 2000. Language ideology and linguistic differentiation. In P.V.

Lippi Green, R. 1994. Accent, standard language ideology, and discriminatory pretext in the courts. Language in Society 23. 163–198.

Piller, Ingrid. 2015. Language ideologies. In K. Tracy, C. Ilie & T. Sandel (eds.), The

International encyclopedia of language and social interaction, vol. 2, 917–927.

(The Wiley Blackwell-ICA international encyclopedias of communication). West Sussex: Wiley-Blackwell Publishing.

Silverstein, Michael. 2003. WP121 Michael Silverstein in conversation: Translatability and the uses of standardisation. Silverstein 2013 interviewed by Blommaert & Van der Aa. Skutnabb-Kangas, T. 2010. Crimes against humanity in education, and applied linguistics – corporate globalisation or geopolitical knowledge glocalisation? In: Plenary at BAAL. 9-11 September 2010, Aberdeen, Scotland.

Yıldırım, Kadri, Abdurrahman Adak, Hayrullah Acar & Zulkuf Pertev Ramazan Ergun. 2015. Kurdi 5. Türkiye Milli Egitim Bakanligi Yayinlari.

Yilmaz, Birgul. 2016. Learning “my” language: Moments of languages and identities among Kurds in the UK. Unpublished PhD Thesis. SOAS, University of London.

  • lWergera ji Ingilîzî: LUQMAN GULDIVÊ
  • Nivîskar li vir şaşiyekê dike, lê mirov dikare wisa qebûl bike ku şagirt gava dibêjin başûrrojhilat û gava dibêjin Bohtan jî ne Bohtanê li heman devera Kurmancîaxêv pê terîf dikin ku ew bi Kurmanciya standart re weke hev dibînin; têbîniya wergêr.