Iraqa bêserî

Iraq ji aloziyê rizgar nabe. Xwepêşandan lê didomin û hê jî hikûmetek nehatiye avakirin. Mohleta ji bo tayînkirina serokwezîrekî 15 roj in qediyaye û valatiya siyasî didome. Li ser vê qala jinûve erkdayîna Adil Elmehdî tê kirin.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/BEXDA

Hîna aliyên siyasî yên Iraqê bi taybetî Koma Bîna nekariye namzedekî bi dilê xelkê Iraqê li cihê Adil Ebdulmehdî diyar bike. Vê yekê jî rê li ber gotegotan vekiriye û tê gotin, heye şensekî din ji bo Ebdulmehdî were dayîn.

Zêdetirê 40 rojane serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdaye. Her çendî ku heya niha koma Bîna ku wek koma herî mezin ya Parlamentoya Iraqê tê dîtin, navê çar namzedan ji bo pêkanîna hikûmeta nû pêşkêş kiriye, lê heya niha ti kes ji van namzedan ji bo vê wezîfê nehatiye erkdarkirin.

Dema destûrî ji bo hikûmeta demkî ji 29’ê Kanûna 2019’an ve bi dawî bûye ku ev dem 30 roj bûn. Bi vî awayî ev 15 roj in Iraq di valahiya siyasî de ye. Lê bûyerên ku vê dawiyê li Iraqê rû dan, Ebdulmehdî neçar hêla ku karê serokwezîrtiyê carek din têxe ser milê xwe ku ev yek jî li derveyî yasayê ye.

Dîsa Ebdulmehdî ?

Roja 7’ê Çile xwepêşanderên Iraqê sê roj dem dan serokkomar ji bo kesekî ji bo pêkanîna kabîneya pêncem a hikûmeta Iraqê erkdar bike. Lê dema ku hatî dayîn qediya û serokkomar kes ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar nekir.

Vê yekê carek din rê li ber nerazîbûna xwepêşanderan vekir. Roja Înê li piraniya bajarên Iraqê xwepêşander carek din rabûn ser lingan.

Ebdulmehdiyê temen 78 salî namzedê hevbeş yê aliyên Şie bû ji bo pêkanîna kabîneya çarem a Hikûmeta Iraqê. Lê niha ne Şie di nava xwe de ji bo namzedekî li hev dikin, ne jî xwepêşander li ser namzedên ku Koma Bîna diyar kiriye razî dibin.

Ji ber zextên xwepêşanderan ji bo namzedek ku ew qebûl bikin, li aliyek zextên Îranê yên ji bo pejirandina namzedê koma Bîna û li aliyê din jî zextên Amerîkayê yên ji bo nepejirandina namzedên koma Bîna, Sorokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih roja 26’ê Kanûna 2019’an neçar ma nameya xwe ya îstifayê pêşkêşê Parlamentoya Iraqê bike.

Vê rewşê wisan kiriye ku beşek ji ragihandinên Iraqê behsa wê yekê dikin ku dibe şansek din ji bo Ebdulmehdî were dayîn daku carek din bibe serokwezîr.

Destûr destûrê nade

Li gora hin zanyariyan Tevgera Hikme di nava hewildanan de ye û senaryoyek amadekirine ji bo bi rêya parlamentoyê carek din Ebdulmehdî bibe serokwezîr, heya amadekarî ji bo hilbijartinên pêşwext tê kirin. Tê gotin Amerîka jî piştgiriya vê senaryoyê dike.

Li gorî heman zanyariyan, yek ji mijarên sereke yên serdana pêr a Ebdulmehdî ji bo Herêma Kurdistanê ew bû ku ji aliyên Kurdî piştrast bibe dema carek din bawerî bi wî hate dayîn ji bo serokwezîrtiyê, Herêma Kurdistan piştgiriya wî bike.

Lê dibe ku di warê yasayî de astengî ji bo Ebdulmehdî derkevin, ji ber ku li gora destûra Iraqê ti rê ji bo dubare hilbijartina serokwezîrek ku bawerî jê hatî wergirtin nehatiye diyarkirin.

NAVENDANÛÇEYAN


Fermandarekî din ê Heşdî Şebî hat kuştin

Fermandarê Tûgaya Kerbela yê Heşdî Şebî Talib el Seîdî li Bexdayê hate kuştin. Seîdî li paytexta Iraq Bexdayê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Li gorî nûçeya Sky Newsê, Seîdî ji aliyê komeke çekdar ve hate kuştin.