Ji bo hevrê Helmet stranek

Koma Şehîd Serhed, wek wefadariyeke ji bo têkoşîn û xebata Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Şehîd Diyar Xerîb, stranek li ser wî amade kiriye. Stran wê di merasîma bibîranînê wî de bê belavkirin.
Koma Şehîd Serhed a dibin banê Rêkxirawa Niwêger a ji bo Bipêşxistina Huner de dixebite, straneke nû li ser Endamê Konseya Rêvebera a KCK’ê Şehîd Diyar Xerîb (Helmet) amade kiriye. Stran wê di merasîma yekemîn salvegera Şehîd Diyar Xerîb de were belavkirin.
Serdar Qadir gotin ji bo stranê nivîsandine, Şinyar Hesen jî muyîka wê daniye. Pênc endamên Rêkxirawa Niwêger biawayê koroyê stranê dibêjin. Stran niha di qonaxa montajê de ye.
Yek ji endamên komê Mîrşad Mihemed têkildarî stranê dibêje: “Pêwîst e em bi hemû rengan bi taybetî di warê hunerî de xwedî li kesayet û şoreşgerên xwe derkevin, lewma wan giyanê xwe ji bo azadiya me feda kir. Ji bona wê pêwîst dike em jî bi hunerê xwe wan bibîrbînin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) 5’ê Tîrmeha 2019’an di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû. ROJNEWS/SILÊMANÎ