Ji bo ku DAIŞ’î ji ber qirkirinê bên dadgehkirin

Komîsyona Edalet û Hesabpirsîna Navneteweyî CIJA’yê heta niha bi hezaran belge berhev kirine da ku bike DAIŞ’î ji ber sûcên li dijî Êzîdiyan bên dadgehkirin. Vê saziya civaka sivîl a mafê mirovan agahiyên xwe bi ajansa nûçeyan Associated Press (AP) re parve kirin. CIJA’yê bi lêkolîna belgeyên DAIŞ’ê û hevpeyvînên bi mexdûran re heta niha 49 rêveberên payebilind ên çeteya DAIŞ’ê tesbît kirine yên ku bazara koleyan avakirine û birêve birine. Wan kariye herwiha 170 endamên çeteya DAIŞ’ê yên ku kole kirîne jî tesbît bikin. Di nava van dijminên mirovahiyê de endamên çeteyê yên ji welatên Ewrûpa, yên ji Asya, Efrîkayê jî hene. CIJA dide zanîn ku niha ew giraniya xwe didin ser wê meseleyê ka ev DAIŞ’î çawa dikarin ji sûcên “Qirkirinê” û “Li dijî mirovahiyê” bên dadgehkirin. CIJA bi bîr dixe ku tîma lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî li dijî DAIŞ’ê 2 milyon qeydiyên deng berhev kirine, ku dikarin dozên ji ber sûcên li dijî Êzîdiyan karibin xurt bikin. CIJA’yê belgeyên xwe bi vê tîma NY’yê re parve kirine û dide zanîn ku ew ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin bêhtir belge û delîlan bi dest bixin. NAVENDA NÛÇEYAN