Ji nîro û nîşevê diştexilim

Ziman hem di warê dengsaziyê de, hem di warê biwêj, qalibên peyvan û hem jî di warê rêzimanê de meyldar in ku musrîf nebin. Yanî di meseleya bikaranîna zêdeyî hedê xwe peyv, biwêj, formên gramatîk, daçek û wekî din de destlêgirtî ne. Nexasim jî ew zimanên ku berê bi nivîsê re mijûl bûne, destlêgirtîbûna xwe ji ber qaxezê jî zexm kirine, da ku hindik kaxezê xerc bikin. Ji bilî vê besîtkirina rêzimanê û ya dengsaziyê jî dikevin ber vê meyla hanê ya zimanan.

Ez ê li vir bi zimanzaniyê serê we neêşînim, seresere û bi hin mînakan behsa çend ‘tiştikʼan bikim. Ka em li Kurmanciyê binihêrin. Em dizanin ku di zimanên kevin ên Îranî de heşt hal û tewangên cihê hene, lê di Kurmanciyê de ev daketiye 2´yê, rewşa tewangê û ya xwerû. Mesela li Torê peyva destgirtin (belkî destgirêdan) ji ber sedemên hêsankirina bilêvkirinê û ji ber meyla destlêgirtîbûnê ya zimên, bûye ‘dezgîranʼ. Kesên ku di encama dezgîranê jî bi hev ve tên girêdan jî ‘dergistîʼ ne. Li vir behsa merasîmekê tê kirin û ev merasîma teahuda zewacê ye, û ew kesên ev teahuda zewacê dayî hev jî dergistî ne (desgîr). Yanî ji destgirtinê digihin dezgîranê û ji destgirtî jî digihin desgirtî. Ji ber wê jî gava ez bikaranîna destgirtinê li şûna girtin, xistina nezaretê dixwînim û dibihîzim, bi min ecêb in.

Axir ev ne mesela min e û ez bi nimûneyeke bêhtir meyldariya musrîfnebûnê nîşan dide dewam bikim. Di zaroktiya min de ‘nîvrojʼ her ‘nîroʼ bû û ‘nîvê şevêʼ jî her ‘nîşevʼ bû. Yanî li gorî zimanê devera min, pêvajoya hêsanbûnê, destlêgirtîbûnê ev peyv derxistibûn holê, lê niha ev pêvajoya hanê diviya ji bo wî berepaş biçe. Heman tişt ji bo ‘berstikʼ, ‘roʼ û gelek peyvên din jî lê ye. Yanî berê nivîsê ev pêvajoya ‘ekonomîkʼbûnê bi lez dikir, îro berevajî vê, ew berepaş dibe, ji ber ku mirov dixwazin peyvên xwe ji devera jê tên nas bikin. Ji ber wê desmal, di nivîsê de dibe destmal, êdî gelo nivîs divê li ser ziman hukim bike yan na meseleyeke din e. Gava em berê xwe didin hin zimanan em dibînin ku hinan jî bi awayekî bi qaîde, xwendina zimanê xwe guhertiye û bêyî dest bidin nivîsê, destûr berê dane zimên ku xwe biguhere. Yek ji van Fransî ye. Di Fransî de xwendina hin kombînasyonên herfan li gorî wê hatiye eyar kirin, wekî din bilêvnekirina hin dengên li dawiya peyvan jî ji bo heman tiştê ye. Yanî muhafezekariya di nivîsê de hatiye parastin, lê di xwendinê de bi rêya qaîdeyên xwendinê yên nû, pêvajoya hêsankariya zimên jî heta bi deverekê hatiye parastin.

Zimanekî din ê di nivîsê de bi pirranî muhafezekar maye, lê di xwendinê de hêsankarî muhafeze kiriye, Ingilîzî ye. Di Ingilîzî de em qaîdeyên xwendinê yên bi rêk û pêk ên weke di Fransî de nebînin jî, bi awayekî kêmtir bi rêkûpêk, hin kombînasyonên herfan, hin dengdêr êdî ne weke tên nivîsîn, lê weke tên gotin, tên bilêvkirin. Ev herdu stratejiyên hanê weke konsensuseke di navbera muhafezekariya zimên û meyla wê ya ber hêsankariyê ve diyar in. Lê encama wê dibe ew ku alfabeya wan, xwendina alfabeya wan zehmettir be û dirêjtir bikişê li gorî fêrbûna alfabeyên ku deng û tîp li hev dikin. Ji bo Kurmanciyê ji ber ku bilêvkirina hin tîpan li hin deveran bi awayekî weke qaîde bi awayekî din e, mirov dikare qismî belkî stratejiyeke mîna ya li jor tetbîq bike, da ku dest nede dengsaziya Kurmanciya hin deveran, lê ka bi rastî em ê ber bi ku ve biçin, wê muqtedîrê mutleq yanî zeman zanibe. Min bi tenê xwest ‘ji nîro û nîşevê biştexilimʼ, ya xwe bibêjim û bi yên guhdarê meselê re jî ji vê holika xwe bidimûbistînim.